STENBOL – Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran ên girtî ku wek sekreterya biribûn Îmraliyê, di 2015’an de sewqî Girtîgeha Jimara 9’an a Silîvriyê kiribûn. Hat zanîn ku hevdîtinên Arkaş û Kuran ên bi malbat û parêzerên re hemû hatine temaşekirin û qeyda deng hatiye girtin. Hat zanîn ku ji ber peyva “Ocalan” û “Îmrali” derbas bûn hevdîtin demildest hatin bidawîkirin.
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd “Pêvajoya Çareseriyê” hatibû destpêkirin. Ji bo peywîrdarkirina sekreterya dewletê raste rast di 15’ê gulan 2015’an de girtiyên PKK’î Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran biribûn Îmraliyê. Sewqkirina ji nişkeva ya Arkaş û Kuran a di 26’ê kanûna 2015’an de ku biribûn Girtîgeha Jimara 9’an a Silîvriyê, îşareta pêvajo ji aliyê dewletê ve xera bû dide nîşandan.
Dema Arkaş û Kuran sewqî Silîvriyê kiribûn, qedexeya hevdîtinê li ser hatibû dayîn. Arkaş û Kuran di 11’ê çileya 2016’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Arkaş û Kuran nêzî û du sal û nîv e li Silîvriyê tên ragirtin û gellek nameyê radestî wan nehatibû kirin û her wiha nameyên wan jî negihîştibûn derve.
Li gorî agahiyên ber dest, bêhiqûqî û zextên li dijî Arkaş û Kuran dewam kirin û gardiyanan hemû hevdîtinên wan ên bi malbat û parêzeran re temaşe kirin û van hevdîtinan hemû qeyd kirin.
DEMA ‘ÎMRALI’ Û ‘OCALAN’ DERBAS DIBE MUDAXELE DIKIN
Li gel her du girtî jî demek ji aliyê dewletê ve birin Îmraliyê jî, dema di sohbetan de mijara “Îmrali” û “Abdullah Ocalan” derbas dibe peywîrdarên girtîgehê mudaxele dikin û hevdîtinan demil dest bi dawî dikin. Ji ber vê yekê hin hevdîtinên hatin kirin carna 10 deqîqe jî dewam nedikir. Hêjayî gotinê ye ku peyvên “Îmrali” û “Abdullah Ocalan” ên di sohbetê de derbas dibûn hemen hemen hatine qedexekirin.
'NÎŞANEYA HIQÛQA KÊFÎ YE’
Ji parêzerên Arkaş û Kuran, Rêzan Sarica got miwekîlên wî ku ji Îmraliyê sewqî Silîvriyê kirine bi zextên dijwar re rû bir û mane û got: “Wek giraniya tecrîda li Îmraliyê bi pêkanînan re rû bi rû man. Dema nû anîn Silîvriyê heta du sê mehan bi malbatên xwe re nikaribûn hevdîtinê bikin. Ev nêzî du sal û nîv e hemû hevdîtinên wan ên li gel malbat û parêzeran li gel karmendên peywîrdar tên kirin. Dadgeha Înfazê ya Silîvriyê vê biryarê girtiyê. Ev li dijî hiqûqê ye. Li gel ewqas qanûn û biryar guherîn jî lê ev pêkanîn dewam dike. Maddeyê qanûnê ku dispartin di serdema OHAL’ê de hat rakirin û li gel hat guhertin jî tê xuyakirin ku hiqûq çawa kêfî pêk tê. Ev biryar li ber çavan e ku çawa ji aliyê desthilatdariyê ve tê birêvebirin.”
‘QASÎ AXAFTINA OCALAN, AXAFTINA NAVÊ WÎ JÎ HAT QEDEXEKIRIN’
Sarica anî ziman ku hevdîtina wî ya bi miwekîlên wî re tên sînorkirin û wiha dewam kir: “Dema dixwazin hevdîtinê qût dikin. Miwekîlan ji qabîneya hevdîtinê derdixin. Ev rewş bi giştî dema ku têkildarî şertên girtîgeha miwekîlê me birêz Ocalan lê dimîne diqewime. Ji ber vê yekê hevdîtinên me carna 5-10 didomin. Em nikarin qala bire Ocalan bikin. Çawa axaftina birêz Ocalan tê qedexekirin, her wiha axaftina li ser wî jî tê qedexekirin. Li Silîvriyê sohbeta li ser Ocalan hatiye qedexekirin.”
'EM NEÇARIN GIRÎNGIYÊ BIDIN’
Sarica destnîşan kir ku ew wek parêzerên Ocalan neçarin girîngiyê bidin her cure agahî û hevdîtinan û wiha got: “Miwekîlên me yên li Silîvriyê ji cem birêz Ocalan anîn. Ji ber vê yekê divê di serî de em û hemû mercên darazê girîngiyê bidin şahidiya wan, agahî û nêrînên ji Ocalan anîne. Lewre bi tecrîda li Îmraliyê û qedexekirina sûc tê kirin. Lêpirsîn û tespîtên sûc berpirsyariya mercên dardazê ne.”
'DIXWAZIN PÊŞÎ LI YÊ HÊVÎ DIDE GELAN BIGIRIN’
Sarica da zanîn ku bi awayê hiqûqî ku nayê aşkerekirin ev asstengkirin hincetên astengiyên polîtîk e û ev tişt got: “Vê biryara astengkirinê ya dadgehê aniye holê ne Wezareta Dadê û ne jî saziyên navnetewî yên berpirsyar dikarin aşkere bikin. CPT’î jî di hevîtinên xwe de nikare vê rewşê rave bike. Dema tengasaiyek têkildarî CPT’ê pêk tê, di warê hiqûqê de Wezareta Dadê di mijara tecrîda bênavber, qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran a bênavber de nikare aşkere bike. Mirov vê rewşê dikare herî baş di aliyê siyasî de rave bike. Mirov dikare têkoşîn û pozîsyona kesayeta birêz Ocalan îfade bike. Ji ber vê yekê ne çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye vê merhaleye. Bêguman hewldana demokratîkkirina Tirkiyeyê bi têkoşîşan birêz Ocalan hatiye vê astê. Mirov dikare sedemên kirîzên li Tirkiyeyê bi astengkirina hevdîtinên birêz Ocalan re jî binirxîne. Birêz Ocalan li dijî hemû helwestên siyasî û derveyî mirovahiyê li ber xwe dide. Lêgerîna birêz Ocalan a ji bo aştî mayînde bibe didome. Dixwazin bikevin pêşiya hewldanên birêz Ocalan ên hêvî dide gelan.”
MA / Yasîn Kobulan