Katircioglû: Sedema krîzê ne Amerîka ye

img
STENBOL – Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol katircioglû, destnîşan kir ku Papaz Brûnson rehîn tê girtin û got: "Dema mirov krîzê bi Amerîkayê ve girêde, ev tê wateya keysperestiya siyasî ya Tayyip Erdogan." 
 
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû, krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxand. Katircioglû, bilêv kir ku krîza niha li Tirkiyeyê çêbûye ne girêdayî girtina Papaz Andrew Brûnson e, çimkî aboriya Tirkiyeyê ji zûv de aboriyeke bi problem e. 
 
‘DEV JI SEKTORA HILBERANDINÊ BERDAN BERÊ XWE DAN ÎNŞEATÊ' 
 
Katircioglû, bilêv kir ku yek ji sedemên krîza aborî jî ew e ku îktîdarê guh neda sektora pîşesaziyê û çandiniyê û ji dêvla evan sektoran berê xwe da înşeatê. Katircioglû got: "Îmalata pîşesaziyê û çandiniyê potansiyela dowîzê diafirîne, lê belê ji ber ku rê li ber pîşesazî û çandiniyê girtin niha muhtacî dowîzê ne. Yanî her ku çû deyn zêde bûn. Em vê yekê ji ku dizanin; em ji kêmasiya cariyê dizanin. Her diçe kêmasiya cariyê alarm lêxist. Çend sal berê me digot kêmasiya cariyê girîng e û dema ji sedî 6'ê Hasilaya Netewî ya Xeyrî Safî (GSMH) derbas bike, dê ev yek di warê dayînan de bibe cihê prisgirêkan. Lê belê guh nedan vê yekê û berê xwe dan înşeatê." 
 
‘BRUNSON WEKÎ KESYPARÊZIYA SIYASÎ TÊ BIKARANÎN' 
 
Katircioglû, destnîşan kir ku Serokomar Erdogan Papaz Brûnson wekî rehîne girtiye û hewl dide Brûnson bi awayekî din bi kar bîne. Katircioglû got: "Eger mirov di vê çarçoveyê de krîzê bi AMerîkayê ve girê bide ev yek tê wateya keysparêziya siyasî ya Tayyip Erdogan. Herî kêm Brûnson ji sedî 10 tesîr li dolar dike. Ji sedî 90 mayî jî ew e ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê di çend salên dawî de hêdî hêdî dihat. Brunson bahane ye û bi awayekî siyasî tê bikaranîn. Niha jî dixwazin bi vegotinên wek 'me şerekî aborî daye destpêkirin, çawa me Efrîn girt em ê di vî şerî de jî bi ser bikevin.' Û bi vî awayî dixwazin civakê ji meseleya serek dûr bixînin. Dibe ku ev gotin ji aliyê derdorekê ve bên destekirin, çimkî ev tişt li xweşa hêla netewperest a Tirkiyeyê diçe. Di pêş de hilbijartina herêmî heye û ev gotin ji bo wî firsend in." 
 
Katircioglû, destnîşan kir ku divê di polîtîkayên IMF'ê de li rêya xelasiyê neyê gerîn û çewtiyên aborî li pişta derdora xebatkar neyê barkirin. Katircioglû got: "Divê yên ku xwe bidin ber maliyetê ne derdora xebatkar be, derdora dewlemend be û divê ekstra bac ji wan bê stendin, meaşên karker û kedkaran bê zêdekirin. Bi vî awayî mumkun e ku hêza kirînê xurt bike, talebê zêde bike û bi zêdebûna talebê ji resesyonê xelas bibe. Eger em qayîşê bijdînin, dê dema hevsengan dirêj bibe." 
 
‘DIVÊ DEMOKRASIYA CIVAKÎ BÊ BILINDKIRIN' 
 
Katircioglû, destnîşan kir ku di wadeyeke navîn de ya ku divê bê kirin ew e ku îmalata pîşesazî û çandiniyê bê xurtkirin û divê demokarasiya siyasî û civakiyî bê bilindkirin. 
 
MA / Bilal Seçkin