AMED – Di 2012’an de ji bo şertên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyalog û zimanê kurdî bibe fermî li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Yek ji van çalakgerên greva birçîbûnê Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku divê tecrîd rabe û got: “Çareseriya vî karî diyaloga gengeşekirinê ye.”
Li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê di 12’ê îlona 2012’an de nêzî 60 girtî bi daxwaza şertên Rêberê PKK’ê Abdullh Ocalan bên başkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi Ocalan re diyalog pê re bê dayîn û zimanê kurdî li her deverê bibe zimanê fermî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kiribûn. Her ku çalakiya greva birçîbûnê berfireh bû û tevahî girtîgeh bûn qada grevê û bi beşdariya hezaran girtî dom kir. Di roja çalakiyê ya 68’emîn de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hat bidawîkirin. Bi greva birçîbûnê tecrîdkirina Ocalan hat rakirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rayedarên dewletê bi Ocalan re diyalog danî û maseya muzakereyê hat avakirin. Her wiha ev çalakî bû sedema mafê parastina bi zimanê kurdî li dadgehan bê nasîn.
Yek ji wan 60 kesên dest bi greva birçîbûnê kirin Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel bû. Temel têkildarî wê pêvajoyê û pêvajoya niha ji Ajansa Mezopotamya re axivî.
‘ME XWEST EM LI PÊŞIYA PÊVAJOYA XEDAR BIBIN ASTENG’
Temel operasyonanên binçavkirin û girtinan ên di bin navê “KCK” de di sala 2009’an de dest pê kirin bibîr xist û got: “Wê demê her kes hatibû girtin. Konsepta şerê tunekirinê li her hoşta çiyayên Kurdistanê pêk dihat. Mînaka herî şênber jî Komkujiya Roboskî bû. Civak di bin zextên xedar de bû. Hema bêje hêviyên çareseriyê xelas bûbûn. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan a wê demê konsepta şerek di dewrê de bû.”
‘ARMANC TECRÎD ŞIKANDIN BÛ’
Temel diyar kir ku li girtîgehan girtiyan rewşa konspeta şer a wê demê didît û dinirxand û wiha got: “Girtiyan xwest di eniya xwe de mudaxeleyî rewşê bike. Çi dibû bila bibûya divê ku hin kes biketina pêşiya wê pêvajoya xedar. Me jî biryar da em li girtîgehan di 12’ê îlona 2012’an de bersiva pêvajoyê bidin û pêvajoya şer, tecrîd û înkarkirinê rawestînin. Armanca çalakiya me ew bû tecrîd bê şikandin û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin û pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd a bi diyalog dest pê bike. Li gel vê daxwaza hevdîtina bi Ocalan re, yek ji daxwazên me ya girîng jî ew bû zimanê kurdî li her qada jiyanê azad û fermî bibe.”
‘BIRYARDARIYA ÇALAKIYA ME BERSIV DA HIKUMETÊ’
Temel got wan bi 60 kesî dest pê kir û pişt hejmara çalkavanan gihîşt bi hezaran kes. Temel anî ziman ku destpêkirina çalakiyê di 12’ê Îlonê de roja destpêka darbeya 1980’î bû û bi zanebûn di vê rojê de dan destpêkirin û dema wan dest bi çalakiyê kir jî rayedarên hikumetê yên wê demê çalakiya grevê wek ku lîstik û mîzansen be xwestin ji civakê re bidin nîşandan. Temel da zanîn ku berfirehbûn û zêdebûna çalakvanan bersiva herî xurt da rayedarên hikumetê yê wê demê ku çalakiyê wek lîstîkê didîtin û li her deverê Tirkiyeyê bi awayek civakî piştevaniyek xurt dan çalakiya greva birçîbûnê û vê yekê jî hêz dida çalakvanan.
‘ÇALAKÎ BÛ SEDEMA DESTPÊKIRINA PÊVAJOYÊ’
Temel destnîşan kir ku ji ber çalakiya wan çalakiyek rewa û mafdar bû û hemû beşên civakê yên demokrasîxwaz û azadîxwaz piştevanî dan û wiha domand: “Çalakiya me helbet bir girîng bû. Bi 60 kesî dest pê kir û gihîşt qonaxa bi hezaran kes. Her roj çalakiyên demokratîk ên piştevaniyê li derve gûr dibûn û viya jî hêz dida me. Çalakiya me ya li hundir û çalakiyên derve neçar hişt ku bi hikumetê gavan paş de bide avêtin. Di rojên beriya çalakî bi dawî bibe, çalakiya me hêdî hêdî di raya giştî de hat nîqaşkirin. Di roja 68’emîn a çalakiyê de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Bi vegera Mehmet Ocalan re me dawî li çalakiyê anî. Di wê demê de sererastkirina mafê parastina bi zimanê kurdî jî di Meclîsê de derbas bû. Bû destpêka serdemek nû. Deklarasyona birêz Ocalan a di Newroza 2013’an de bû qonaxa pêvajoyek nû. Hevdîtina heyetên siyasî û dewletê bi Birêz Ocalan re dest pê kir. Hêvjiya pêvajoya çareseriyê mezin bû. Li Tirkiyeyê çav û guhê bi milyonan kes li ser hatina peyamên ji Îmraliyê bû.”
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ DÎSA ÎMRALIYE’
Temel bal kişand ser şertên pêvajoya wê demê û dema niha û wiha dewam kir: “Konsepta ji wê demê dijwartir niha dîsa de dewrê de ye. Ji bo hêviyên çareseriyê dîsa navenda herî girîng Îmraliye û niha ew der tê tecrîdkirin. Ya ku pêvajoya wê demê bû hêviya bi milyonan kes, aramiyê anî, hewa aştiyê ba kir û xweşî bi xwe re anî bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê bû. Mutabakata Dolmabahçeyê qelaştin, maseyê qelibandin û tecrîdkirina Birêz Ocalan girantir kirin. Di esasê xwe şert wek hev in. Ji roja tecrîdê dest pê kir çiya û daristan tên bombebaran kirin û dişewitînin, mirov tên girtin. Maf û hiqûq hemû serûbin bû. Hemû muxalefeta civakî hat tepisandin û tê tepisandin. Em bi pêvajoya 2011-2012’an re rû bi rû mane. Ji ber vê yekê tişta herî zêde pêdivî pê heye bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin, diyalog bê danîn û vekirina pêşgirtina bêçareseriyê ye. Ji bo ku dîsa tovên hêviya çareserî û aştiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aj bidin, navnîşana sereke Îmraliye û rakirina tecrîdê ye.
MA / Mehmet Şah Oruç