NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, di quncikê xwe de bal kişand ser gera Erdogan a DYA û Almanya. Aktaş diyar kir ku Erdogan dişta hevî dikir bi dest nexist û pişt stuyê xwe xwirand û vegeriya ye.
Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, di quncikê xwe yê Şirove yê îro de bal kişand ser gera Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan a DYA û Almanya. Nivîsa Aktaş ya îro di e-rojname de derket wiha ye:
Recep Erdogan bi hêvî û heweseke mezin berê xwe da DYA’yê û çû civîna Yekitiya Neteweyan(YN). Erdogan dixwest li gel Trump danişe û dîmenekî populer bide raya giştî ya xwe û ya cîhanê. Lê negihîşt miradê xwe û bi lez û bez zivirî berê xwe da Almanyayê; rojekê berî wexta xwe ya ku dabû rêveberiya almanan gihîşt Berlînê!
Di axaftinên xwe yên ku di civîna YN’ê de kirin de jî, diyar dibû ku li DYA’ê, tiştên hêvî dikir pêk nehatin û destvala ji wir vegeriya Almanyayê.
Di axaftinên xwe de bi hêrs bû û weke ku fort li Amerîkayê dixwar, digot; “Em ê xwe amade bikin ji bo ku em dest bavêjin rojhilatê Firatê jî”. Ev tê wateya ku dê wisa qaşo li Idlibê jî ranewestin ew ê bixwazin êrîşî Minbicê û destkeftiyên Rojava jî bikin!
Bêguman van ji rastiyê dûr in û ji xwestinê wêdetir, xwedêgiravî li dijî Amerîkayê şantajê dike û dixwaze bêje, ‘Va ye ez li gel Rusya û Îranê têkilî û peywendiyên xwe yên stratejik’ çêdikim. Lê wisa diyar dibû ku hevalbend û “birayê” wî Rûhanî jî negihîşt armancên xwe û li gel Trump hevdîtin pêk neanî. Berovajî, guman heye ku nakokiyên di navbera wan de dijwartir û xerabtir bibin.
Ka em bala xwe bidin armanc û sedemên têkilî û gera Recep Erdogan a Almanyayê.
Li gorî di çapemeniyê û medyayê de tê dîtin, sedemên gera wî û xweşkirina têkileiyên navbera wan, li ser şantaj a şandina penaberan e. Erê rast e, ev jî sedemek e û rêveberiya Almanyeyê û hemû rêveberiyên YE’yê ditirsîne lê sedema bingehîn û mezin ne ev e. Sedema bingehîn; mezinahiya têkiliyên aborî û bazirganî yên navbera herdu dewletan e.
Li gorî daneyên dawîn ên sala 2017’an, 7151 şîrketên alman li Tirkiyeyê kar û xebatê dikin. Li dora 60.000 kesî didin xebitandin(îstihdam dikin). Her wiha li gorî tê gotin(ne nivîskî), li dora 600 milyar euro, pereyên van şîrketan, li ser ewlehiya(garantiya) dewletê ne.
Li gorî nûçeyên du roj berê, parlamentoya Ewropayê dixwaze 70 milyonê euroyê salane ku dê bida Tirkiyeyê êdî nadê; ji ber ku binpêkirina mafan û demokrasiyê li vî welatî zêde bûne. Berovajiyê van, Almanya 215 milyonan dide Recep Erdogan, ji bo ku penaberan neşîne vî welatî!
Îcar mirov bala xwe dide hijmara pereyên Almanyayê ku dide Tirkiyeyê, li gel yê ku jê bistîne gelek kêm e û li vir careke din tê xuyakirin ku sedemên bingehîn ên ku Recep Erdogan tê Almanyayê aborî û bazirganî ne. Ji ber ku Recep Erdogan jî vî aliyê lawaz ê Almanyayê dibîne, hem şantajê dike û hem ji aliyekî din ve jî hinek hemwelatiyên alman ên zindanî azad kir û dê hinek din jî azad bike!
Li gel van têkiliyên germ ên tên xuyakirin, di navbera her du rêveberiyên Tirkiye û Almanyayê de jî, di nav rêveberiyên Almanyayê de jî nîşaneyên tirsê tên diyarkirin. Mînak; Wezîrê Derve yê Almanyayê Maas, tirsên xurt ên xwe yên li ser peywendiyên aborî yên xwe û Tirkiyeyê, di rojnameya Die Zeit de gelek aşkera daye diyarkirin. Helwesta şaredarê Berlînê û hinek parlamenterên ji partiyên cuda cuda jî balkêş û giring e; ne razîbûnên xwe li dijî Recep Erdogan nîşan didin û beşdarî nanxwarina li gel Recep Erdogan nabin!
Her wiha hem dijberên rêveberiya Almanyayê, hem hejmarek berbiçav ji demokratên alman û piraniya gelên kurd û demokratên tirkiyeyî yên li Almanyayê jî, ji vê polîtîkaya alman a li gel dîktator Recep Erdogan ne razîbûna xwe nîşan didin. Wisa tê xuyakirin ku ev nerazîbûn dê hê jî xurt bibin. Çi dibe bila bibe ev pêşwaziya germ ji dîktator Recep Erdogan re ne layiqî demokrasiyê ye û ne jî layiqî gelê alman e!