Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê

img

AMED - Parlementerê HDP’ê Tayîp Temel ê di sala 2012’an de bi nasnameya xwe ya rojnamegertiyê 68 rojan di greva birçîbûnê de ma, carek din bi heman daxwazê ket greva birçîbûnê. Temel, diyar kir ku divê siyasetmedar bi pêşengtiya xwe, hunermend bi humera xwe, akademîsyên bi zanista xwe û gel jî bi hêza xwe ya demokrastîk bikin nava tevgerê. 

 
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 123'emîn de berdema dike.
 
Piştî Guven, çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê destpê kir di 110 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 84 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 85 roj in didomin. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 10'an de berdewam dike. 
 
Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Piştî 5 endamên HDP'ê ketin grevê û hatin binçavkirin, 5 rojan di bin çavan de çalakiya xwe berdewam kirin. 5 endamên HDP'ê piştî di 7'ê Adarê de hatin berdan ligel Parlamentera HDP'ê Dersim Dag li avahiya HDP'ê çalakiya xwe berdewam kirin. Di 8'ê Adarê de jî parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 endamên HDP’ê Abdulhalîk Kurt û Yûsûf Ataş jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 HDP’iyan bûn. 
 
Parlementerê HDP’ê Tayîp Temel ê di greva birçîbûnê deye, di 12’ê Îlona 2012’an de, dema di çorçeveya operasyonên KCK’ê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtîbû, dîsan ji bo şert û mercên tenduristiyê, ewlekarî û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên başkirin û astengiyên pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin 68 rojan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de mabû. 
 
Temel, wê demê li ser banga Ocalan ku hevdîtin bi şandeyek siyasî re kir, dawî li çalakiya xwe anîbû. Temel piştî 7 salan, vê carê jî weke parlementerekê bi heman daxwazan di greva birçîbûnê deye. Temel, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiyên rojiya mirinê yên di 12’ê Îlona 1982’yan ên li Girtîgeha Amedê, çalakiya greva birçîbûna ya sala 2012’an 68 roj dewam kirin û berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de, ji ajansa me re axivî.  
 
‘DEMA KU TU RÊ NEMÎN E’
 
Temel, diyar kir ku di dîroka tevgera azadiya Kurd de, çalakiyên grevên birçîbûnê di demên herî krîtîk de, dest pê dikin û wiha axivî: “Çalakiyên wiha di demên herî zor û zehmet de dest pê dikin. Di demên faşîzm li ser  civakê bi bandor dibe de, çalakiyên grevên birçîbûnê derdikevin pêş . Kesên ji bo azadiyê têdikoşin, dema ku tu rêyên têkoşînê ji bo wan nayê hiştin, bedena xwe ji birçîbûnê re radizînin.”
 
 
Temel, bal kişand ser çalakiya rojiya mirinê ya sala 1982’yan û wiha got: “Di dîroka gelê Kurd de, çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, yekem car di sala 1982’yan de, bi pêşengtiya Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr li Zinda Amedê dest pê kirin. Dema em şert û mercên niha û yên wê demê tînin ba hev, tu ferqek cuda em nabînin. Rejîma cunta ya Kenan Evren, armanc kiribû gelan tune bike. Dixwest beşên mûxalif ji kok de jê bike. Di hedefê de şikandin nasnameya nateweya Kurd hebû. Şoreşgerên wê demê ev rastî dîtin û pêşengtiya têkoşînek wiha mezin kirin. Wê demê Kurd dinava serdemek zor û zehmet de bûn. Şert û mercên weşangerî û çapemeniyê pir sînordar bûn. Ligel hemû zor û zehmetiyan jî, ew berxwedan, dinava civaka Kurd de bû çiraya ronahiyê. Bi vê re derbeya Kenan Evren, di encama berxwedana girtiyên zindana Amedê de parçe parçe bû. Ev heqîqet bû. Ji wê rojê û şûn de tevgera siyaseta Kurd û têkoşîna gelê Kurd her ku çû mezintir bû. Êdî berxwedana zindanan pêl bi pêl belav bû.”
 
‘TECRÎDA LI SER OCALAN DIBE SEDEAM KÛRKIRINA ŞER Û KOMKUJIYAN’
 
Temel, da zanîn ku ew di berxwedana zindanan a 12’ê Îlona 2012’an de, di girtîgehê de bû û wiha bilêv kir: “Ji bo bi dawî anî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan me dest bi greva birçîbûnê kir. Wê demê jî tecrîda li ser Birêz Ocalan, bû sema şer û komkujiyan. Yek ji van komkujiyan jî, komkujiya Roboskî bû. Li ser gelê Kurd komkujiyên mezin pêk hatin. Her ku tecrîd kûr dibe, komkujî pêk tên. Ji bo tecrîd bi dawî bibe li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, çalakiya grevên birçîbûnê yên bêdem û bê dorveger hatin destpêkirin. Di vê çalakiyê de, yek ji daxwaza me ya din jî, rakirina astengiyên pêşiya zimanê Kurdî bû. Serdemekê ku Kurd dihat înkar kirin bû. Bi hezaran kes girtî bû û bi sedan siyasetmedarên Kurd dixwestin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bikin. Lê di salonên dadgehê de destûr ji bo vê nedihat dayîn û mikrofon digirtin. Gelê Kurd jî, deng da vê berxwedanê. Çalakiya me jî piştî 68 rojan gehişt armanca xwe. Li ser banga Birêz Ocalan me dawî li çalakiya xwe anî. Hevdîtinên li Îmraliyê bi vî awayî dest pê kirin û mafê parastina zimanê Kurd hat qebûlkirin.”
 
‘ÎRO GELÊ KURD DI REWŞEKÊ KU NIKARE NEFES BIGIRE DEYE’
 
Temel, anî ziman ku îro gelê Kurd di rewşekê ku nikare nefes bigire deye û wiha domand: “Bloka AKP û MHP’ê, hewl dide, hebûna gelê Kurd, statuya wê û daxwazên wê yên azadiyê bifetisîne. Ji ber vê hemû pêkanînên xwe yên faşîzane kirine dewrê. Li kolanan, qadan û saziyên dewletê hebûna gelê kurd înkar dikin. Dîsan polîtîkayên komkujiyê dixin dewrê. Erdogan dibêjin ‘vir terk bikin.’ Ev destpêka polîtîkayên komkujiyê ne. Ev pir talûkeye. Çi dema ku desthilatdariyek ji gel re dibêje ‘welat terk bikin’ wê demê polîtîkayên komkûjî û koçberiyê dixin dewrê. Bi pêşengtiya Leyla Guven dest bi berxwedanekê hatiye kirin. Weke sala 1982’yan, ev berxwedan li Zinda Amedê dest pê kir. Ev berxwedan pêl bi pêl belavî zindanan, Hewlêr, Galler û hemû welatên Ewropayê bûn. Ev berxwedan gihaye astek pir krîtîk. Êdî ji girtîgehan agahiyên xerab tên. Êdî bedena girtiyan dihele. Dîsan rewşa tenduristiya Leyla Guven li holê ye. Rewşa tenduristiya Nasir Yagiz, Îmam Şîş û berxwederên Strasbûrgê pir xerab bûye. Em di rewşek pir krîtîk dene.  Dibe ku her kêlî agahiyên nebaş bigirin. Hêviyên wan ji siyasetmedar û civakê hene. Divê em hatina agahiyên nebaş asteng bikin. Pêwîste em destûrê nedin tabût ji girtîgehan derbikin. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Lazime, em li dijî kûrkirin  tecrîdê serî hildin.” 
 
‘ÊDÎ KÊR GIHAYE HESTÎ’
 
Tayîp Temel, bang li raya giştî kir ku bibin dengê Leyla Guven û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê HDP, divê hemû kesên xwedî wijdan û parazvanên mafên mirovan bikevin nava tevgerê. Êdî kêr gihaye hestî. Divê hemû kes bi hêza xwe bikevin nava tevgerê. Werin em bi hevre dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin. Em bang li hikûmetê dikin ku demildest gav bavêje û bi awayekê pergalê parêzer û malbata Birêz Ocalan bi wî re hevdîtinê bike. Hikûmet li şûna ku gavê bavêje, hewl didin daxwazên meşrû yên gel û girtiyan ji holê rabike. Ev rewşek pir xerabe. Ger tabûtek jî, ji zindanan derbikeve, dê kes ji bin vî barî dernekeve. Hikumet ne di ferqa vê yekê deye. Grev berdewam dikin û beden dihelin. A ku gavê bi hikûmetê bide avêtin, raya giştiye. Berxwedana gel dê bi wan gavê bide avêtin. Ev pêvajoyek nû ye. Divê hemû kes bi hestiyar bin.”
 
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç