Hatîp Dîcle: Ocalan ji bo Rojhilata Navîn demokrasiya xwecihî ya radîkal pêşniyaz dike

img

STENBOL - Siyasetmedar Hatîp Dîcle, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nameya xwe de, xeta xwe ya 2013'an parastiye û got: "Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn û Suriyeyê demokrasiya xwecihî ya radîkal pêşniyaz dike." 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 8 salan cara ewil di 2'yê Gulanê de hevdîtin bi parêzerên xwe re çêkir. Di vê hevdîtinê de nameya Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê bi raya giştî re hat parvekirin. Siyasetmedar Hatîp Dîcle, hevdîtina bi Ocalan re û nameya hatiye şandin nirxand. 
 
'BI SAYA BERXWEDANÊ PÊK HAT'
 
Dîcle, bilêv kir ku ev hevdîtin gaveke erênî ye û divê sedemên wê baş bên dîtin. Dîcle, destnîşan kir ku ev hevdîtin bi saya berxwedanê pêk hatiye û got: "Di demên dawî de du caran hevdîtin çêbûn. Beriya hevdîtina dawî pêşî Mehmet Ocalan hevdîtinek çêkiribû. Di van hevdîtinan de tesîra grevên birçîbûnê pir zêde ye. Hevdîtina 2'yê Gulanê ne hevdîtineke ji rêzê ye. Bi saya berxwedanê pêk hatiye. Her wiha Dcîcle, ji bo gotina Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku gotibû "Bi ya min divê Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike" jî bilêv kir ku ev jî bi saya berxwedanê ye. 
 
‘NAYÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ' 
 
Dîcle, destnîşan kir ku hevdîtina pêk hat nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û got: "Jixwe tespîta berxwedêrên greva birçîbûnê jî bi vî awayî ye. Di dema pêvajoya çareseriyê de herî kêm me 3-4 saetan hevdîtin pêk dianî. Di hevdîtinan de girtek dihatin nivîsandin. Belkî dewletê bêyî hayê me jê hebe ev hevdîtin qeyd jî dikirin. Lê nivîsandina girtekan ne metodeke astengkirinê bû. Bala xwe bidinê, di hevdîtina bi parêzeran de nehiştine nîşe jî bên girtin. Ev tê wateya ku ev ne wek pêvajoya çareseriyê ye. Têkildarî pêvajoya çareseriya demokratîk du tiştan bi bîra we bixim. Yek; berî 5'ê Nîsana 2015'an berî ku Erdogan maseyê biqulibîne, Birêz Ocalan rojekê ji heyeta dewletê re got: 'Eger ev pêvajo xirab bibe helbet hûn ê bên vira. Lê wê hevdîtinên me ji sohbetê ne wêdetir bin.' Ev tiştekî pir girîng e. Yanî li vira tê gotin eger pêvajo bi dawî bibe, êdî wê li ser navê PKK'ê û sermuzakerevan tiştek ji MÎT an jî heyeta dewletê re bi awayekî fermî neyê gotin." 
 
'MANDELA MAFDAR BÛ'
 
Dîcle, anî ziman ku beriya 5'ê Nîsanê bi çend rojan Ocalan di hevdîtineke xwe de gotiye "A rast Mandela pir mafdar bûye. Ev kar wisa nameşe" û got: "Wateya vê ev e; Wek hûn dizanin Mandela 27 salan li giravekê hatibû hepskirin. Piştî 27 salan rêveberiya li wir dawî li tecrîda li ser reşikan anî û hevdîtin bi wan re çêkir. Li vir tenê muxatabek hebû, ew jî Kongreya Netewî ya Efrîkayê bû. Li ser vê hevdîtin bi Mandela re hat çêkirin. Wê çaxê ji ber Mandela di girtîgehê de bû gotibû, di girtîgehê de êdî nikare van hevdîtinan çêbike. A rast Birêz Ocalan jî bal kişandibû ser vê yekê. Yanî xwest bêje di pêvajoyeke hevdîtinê ya ji niha û pê ve de 'ancax bi azadiya min pêkan e.' Yanî daxuyand ku wê êdî li Îmraliyê careke din pêvajoyeke çareseriya demokratîk çênebe. Yanî sedema ku got Mandela mafdar e, ev e wê wek berê heyet biçin, hevdîtinan çêbikin, wê li wir hêla dewletê hebe hwd. Ev ne mimkun e. Min ev gotin bi vî awayî şîrove kir." 
 
Dîcle, destnîşan kir ku Ocalan di nameya xwe ya şande de, bal dikişîne ser pêvajoya çareseriyê ya 2013'an û got: "Ocalan, di Newroza 2013'an de got 'bila çek rawestin, fikr û raman biaxivin.' Heta ji bo şensekê bide Tirkiyeyê, daxuyand ku gerîla bi paş ve vekişin. Lê belê tevî vê neyta qenc jî dewletê di warê taahudên xwe de gavek jî neavêt û mase qeliband. Divê ev jî bê tespîtkirin. Yanî Birêz Ocalan li heman cihî ye, careke din nîşan daye ku ne li Rojhilata Navîn ne jî li Tirkiyeyê wê çek nikaribin vî karî hel biki, ev kar ancax bi hevdîtinên siyasî, bi nêrînan bê çareserkirin. Her wiha wexta parêzeran metn daxuyand, nexasim encamên ji hevdîtina bi Birêz Ocalan re çêkiribûn jî daxuyandin. Di destpêka metnê de gotin 'ev metn ne metneke muzakereyê û ne jî metneke mutabakatê ye.' Divê binî vê xalê bê xêzkirin." 
 
‘BI AWAYEKÎ NEYEKSER HEVDÎTIN ÇÊDIBIN' 
 
Dîcle, destnîşan kir ku Ocalan di nameya xwe de ewilî bal dikişîne ser Rojavayê û têkoşîna li wir. Dîcle, bilêv kir ku nûnerê DYA'yê yê Sûriyeyê James Jeffery, di navbera Tirkiye û rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi navbeynkariyê kiriye û got: "Di vî warî de hin hevdîtin hene. Heta hin çapemenî diyar kirin ku ev daxwaz daxwaza Tirkiyeyê ye. Di hin çapamniyan de nivîsên xwedî îdiayên mezin hene. Mesela rojnamevanek dibêje di 10'ê Gulanê de musteşarê MÎT'ê dîs ahevdîtin bi Birêz Ocalan re çêkiriye. Yanî ez dibêm der barê Rojavayê de di çaçroveya hevdîtinên navbeynkariyê de pêvajoyeke hevdîtinê ya neyekser heye. Jixwe Salih Muslim jî negotibû hevdîtinên neyekser pêk nayên." 
 
‘BAL DIKIŞÎNE SER DEMOKRASIYA XWECIHÎ YA RADÎKAL' 
 
Dîcle, destnîşan kir ku Ocalan di nameya xwe de der barê Rojavayê de gotiye "hay ji hesasiyetên Tirkiyeyê jî hebin" û got: "Di dema hevdîtinên li Îmraliyê de Birêz Ocalan bi piranî stratejiya xwe li ser esasên xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk ava dikir. Rojekê ji me re got 'Heyeta dewletê dibeje ku dive ev xweseriya demokratîk ber bi hin hêlên cuda ve bê hêlkirin. Ma em nikarin vê bikin demokrasiya xwecihî?' Birêz Ocalan jî gotibû 'Helbet mimkun e. Ji niha û pê ve em dikarin bêjin demokrasiya xwecihî.' Ev axaftin jî di hevdîtineke sala 2015'an de hatibû kirin. Yanî li Sûriyeyê a rast li tevahiya Rojhilata Navîn bi demokrasiya xwecihî ya radîkal bal dikişîne ser xweseriya demokratîk. Helwesta xwe wisa diyar dike." 
 
‘EM BIBÎNIN BÊ GAVINE ÇAWA DAVÊJIN' 
 
Dîcle, destnîşan kir ku di hevdîtinên neyekser ên Tirkiyeyê ku bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çêdike de Salih Muslim gotiye ji bo pêşketina pêvajoyê divê Tirkiye Efrînê vala bike û got: "Muslim, wek şertê ewil Efrînê diyar dike. Yanî dibêje heta Efrîn dagirkirî be, li wir sûcên şerî hebin em nikarin tu hevdîtinan bikin. Tiştên ku Birêz Ocalan der barê Rojavayê an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gotin, li wir jî bûn cihê dengvedaneke erênî. Gotin, em qîmeteke mezin didin van gotinan. Yanî ev tê wateya ku ji bo hewldanên Jeffery hêla tirk jî dikare bibe. Lê di vî warî de nêzîkatiya Tirkiyeyê çî ye, em ê bibînin." 
 
‘AKP LI PÊYÎ HILBIJÊRÊN MUHAFAZAKAR ÊN KURD E' 
 
Dîcle, bal kişand ser roja xwendina nameya Ocalan û roja betalkirina hilbijartina Stenbolê jî û got: "Ji ber her du di heman rojê de qewimîn, hin kesan got 'Gelo wê bi pêvajoyeke nû ya Îmraliyê re AKP û HDP nêzî hev bibin.' Na, tiştekî wisa ne mimkun e. Wê nebe jî. Di vî warî de HDP'ê jî daxuyaniyek da. Helwesta Tevgera Azadiyê ya Kurd jî zelal e. Li welatekî di bin nîrê dîktatoriyeke faşîst de, rûniştina bi nûnerên wê re ne mimkun e. Beriya her tiştî rêza wan ji bo demokrasiyê tune ye. Jixwe di vê hilbijartina herêmî de ji aliyê Erdogan ve tenê betalkirina hilbijartina Stenbolê jî rûyê wan ê dîktatoriya faşîst nîşan da. Yanî tu eleqeya vê hevdîtinê bi hilbijartinê re tune ye. Hin derdor bi gur û guman nêzî helwesta kurdan dibin. Her wiha xala duyem jî ew e ku di warê hilbijartina herêmî de çûna Mevlut Çavûşoglû ya Kurdistana Başûr. Li wir Çavûşoglû, hevdîtin bi rayedarên PDK'ê re çêkir. Paşê li Kurdistanê Mesût Barzanî bixwe rayedarên Huuda-Parê pêşwazî kir. Li vir aşkere ye ku tiliya AKP yanî Erdogan tê de heye. Ez wisa şîrove dikim. Hn şîrketên lêkolînê, gotin di 31'ê Adarê de hin kurdên muhafazakar ên deng didan AKP'ê neçûne ser sindoqan. Ji bo vê dixwaze têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re baş bike û hilbijêrên muhafazakar ên kurd qaneh bike. Bala we dikişînim, li vira ne hilbijêrên HDP'ê, ji bo bidestxistina hilbijêrên kur ên di nav AKP'ê de careke din dengê xwe bidin AKP'ê liv û tevgerek heye." 
 
‘XWESTEKA OCALAN HATIYE QEBÛLKIRIN' 
 
Her wiha Hatîp Dîcle bal kişand ser nameya ku ji xeynî îmzeya Ocalan îmzeya her sê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê jî li bin hebû û got: "Tevî Birêz Ocalan girtiyên din jî tên tecrîdkirin. Berê dikaribûn mafên xwe yên asasyî bi kar bînin, lê mixabin li wir nikarin bi kar bînin. Loma dixwaze wan bêtir daxilî nav pêvajoyê bike. Mesela di dema hevdîtinên me yên li Îmraliyê de eger hevdîtin dewam bikirana wê ev heval rasterast bibûna endamên fermî yên heyeta Îmraliyê. Her wiha bi awayekî temsîlî ji girtîgehan dihat gotin wê 4 hevalên jin jî daxilî vê pêvajoyê bibin. Di vî warî de diyar e Birêz Ocalan, ji bo tahudên hatine gotin pêk bên ev yek daxwaz kiriye. Ev jî tê wateya ku heyeta dewletê ev daxwaz qebûl kiriye." 
 
MA / Ferhat Çelik