AMED - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyad Ceylan, têkildarî êrîşa li ser çalakgerên ku ji bo tecrîdkirina Îmraliyê bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê nirxand û wiha got: "Ev êrîş, hewldanên provokatif in. Em van êrîşan şermezar dikin. Em dipên ku vê kaosa civakî vegerînin aştiya civakî."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji bo tecrîd bi dawî bibe 193'emîn di greva birçîbûnê de ye. Bi heman armancê li Hewlêrê Nasir Yagiz 180 in di grevê de ye. Li Strasbourg, Galler, Mexmûr, Kelarê ya Germiyanê bi dehan kes û li 90 girtîgehan bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. 30 girtiyên siyasî bi heman armancê dest bi rojiya mirinê kirine. Her roj bi sedan dayik li qadan çalakiyan li dar dixin. Piştî çalakî zêde bûn û dayik daketin qadan, di 2'ê Gulanê de parêzer carekê çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Dîsa Wezirê Dadê Abdulhamit Gul têkildarî Îmraliye daxuyanî da û diyar kir ku astengî hatine rakirin. Piştî daxuyaniya Gul li Girtîgehên Kandira, Bakirkoy û Şakran û gelek girtîgehên din li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de hewldanên êrîşan hatin kirin.
Têkildarî van êrîşan Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyad Ceylan, nirxandin kir. Ceylan, anî ziman ku ev êrîş, hewldanên provokatif in û wiha got: "Piştî daxuyaniya Wezîr Gul em dipên ku piştî vê pêvajoyê hem hikûmet û hem jî rayedarên dewletê der barê daxwazên girtiyan de gavên erênî bavêjin. Êrişên li dijî çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de nayên qebûlkirin. Em van êrîşan qebûl nakin. Êrîşên li dijî çalakgeran li dijî sinc, wîcdan û hiqûqê ye. Ev êrîş zerarê didin aştiya civakê. Bi taybeti divê Wezîrê Dadê û hikûmet têkildarî vê mijarê hesas tev bigerin. Em dipên ku dawî li kaosê bînin û pêvajoya aştiya civakî pêş bixin. Ji bo di vî milî de gav bên avêtin emê tekoşîna xwe berdewam bikin."
‘EM ÊRÎŞAN ŞERMEZAR DIKIN'
Ceylan, daxuyaniya Wezîrê Dadê ya der barê Ocalan de got 'Me astengiyên li pêş parêzeran rakir' jî nirxand û wiha axivî: "Biçûk be jî erênî ye. Em piştgiryê didin vê gavê. Ji bo di milê hiqûqî de gavên bi hêz bên avêtin, divê bingeha vê yekê ava bike û cemaweriyê di vî milî de îkna bike. Divê ji bo ev pêvajo pêş bikeve biryarên ku her kes bawer bike û gavên misoger bavêje. Ger ku garantiya ve yekê tune be wê kaos dîsa berdewam bike. Krîs û kaos ne daxwaza civakê ye. Civak dijberî vê yekê aramî û aştiya civakî dixwaze. Em êrîşa li dijî girtîgehan şermezar dikin. Daxwazên çalakgerên di greva birçibûnê de daxwazên hiqûqî û zagonî ne. Divê pirsgirêka kurd li ser esasê aştiyane û demokratîk bên çareserkirin. Hem pirsgrêka Kurd û hem jî pirsgirêka civakî bi gav avetinê dibe ku vegere pêvajoya demokratik."