Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Bangawaziya Ocalan ji bo îktîdar û gelên Tirkiyeyê şansek e

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bilêv kir ku bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê û îktîdarê şansek e û divê ev şans neyê hebakirin. Arslan, got: "Divê pêşaniya siyaseta kurd azadiya Ocalan be." 

Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 26'ê Gulanê de bi dawî bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, tecrîda li ser Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re nirxand. 
 
Arslan, destnîşan kir ku tecrîd bi berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê, rojiya mirinê û kesên dawî li jiyana xwe anîn bi dawî bûye û got: "A rast ji bo li welatekî hiqûq pêk bê ne hewce ye mirov dawî li jiyana xwe bînin. Cihê em hatinê ew e ku qanûn pêk bên. Lê mixabin ji bo li Tirkiyeyê qanûn pêk bên ciwanên kurd canê xwe feda dikin. Ev ji bo me rewşeke êşbar e." Arslan, destnîşan kir ku şikandina tecrîdê serketin e lê belê ev serketin ne serketine erzan e û got: "Helbet bidawîbûna tecrîdê pir girîng e. Em mecbûr man bedêlên pir giran bidin." 
 
'ROLEKE ÇALAK A BIRÊZ OCALAN HEYE' 
 
Arslan, diyar kir ku ji sala 2015'an heta 2'yê Gulana 2019'an li Tirkiyeyê û herêmê atmosfereke reşbîn hebûye û got: "Di vê pêvajoyê de mirovan nikaribû bêhna xwe jî bistîne. Çimkî, di siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn de roleke çalak a Birêz Ocalan heye. Rageşiya di ser vê yekê re hat afirandin jî tenê bi kurdan sînorkirî nema. Rewşa civakiyî ya welat jî tengezar dike." 
 
'REÇETE YE' 
 
Arslan, destnîşan kir ku AKP ji sala 2015'an ve di ser Ocalan re nêvengeke aloziyî li civakê ferz dike û ev yek bi zanebûnî tê kirin. Arslan, got: "Ew nêvenga aloziyî û zext û zorî bi kurdan tenê sînorkirî nema. Kir ku AKP jî hew karibe siyasetê bike. Hilbijartina 31'ê Adarê mînaka vê rewşê ye. Civakê vê di hilbijartinê de vê siyaseta AKP'ê red kir. Polîtîkaya tecrîdî ya AKP'ê, polîtîkayên AKP'ê îflas kirin. Arslan, destnîşan kir ku berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê deriyên Îmraliyê vekirine. Arslan, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê ya parêzeran û Ocalan û got: "Tevî hemû zext ûz oriyan jî Birêz Ocalan çareseriyê demokratîk, aştiyeke birûmet û lihevkirina civakiyî destnîşan kir. Bi rastî jî ev ji bo travmayên çend salan ên li Tirkiyeyê reêeteyek e. Ji bo çareserkirina alozî û krîza civakiyî ya li Tirkiyeyê reçeteyekê pênase dike." 
 
Arslan, bilêv kir ku li Tirkiyeyê krîza civakiyî, aborî û siyasî serî berdaye û ev yek kiriye ku AKP hew karibe siyasetê bike. Arslan, got: "Birêz Ocalan çareseriya demokratîk, aştiya birûmet û lihevkirina civakiyî bilêv kir. Li Tirkiyeyê êdî tenê ne kurd, tevahiya civakê behsa lihevkirineke civakiyî û pêkanîna hiqûqê dike. Birêz Ocalan, bi rastî jî ji bo Tirkiye ji vê nêvenga rageşiyî xelas bibe û siyaset rihet bibe dîtina xwe bi 7 madeyan berpş dike. Piştî vê hevdîtinê em dibînin li raya giştî ya Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka kurd, demokrasî, pêkanînan qanûnan nîqaş dike. Ên evan nîqaşan dikin ne ku ji Birêz Ocalan pir hez dikin, dizanin ku xalên ku Birêz Ocalan balê dikişîne ser wan xalên sereke yên krîza li Tirkiyeyê ne. Li Tirkiyeyê kesên pêşengiya vê yekê bikin tune ne. Ji xeynî Birêz Ocalan tu hêz tune ye ku li Tirkiyeyê demokrasî û çanda lihevkirinê pêk bîne. Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de careke din rola xwe ya pêşengiyiyî derxist holê. Bi bangawaziya Birêz Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Wisa difikirim ku Birêz Ocalan bi vê yekê şanseke din da ber Tirkiyeyê. Bi rakirina tecrîdê re tenê ne kurd, Tirkiye, demokrasî û azadî bi ser ket." 
 
'OCALAN, HÊZÊ JI GEL DIGIRE' 
 
Arslan, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Ocalan bi dehan sal e têdikoşe û got: "Birêz Ocalan tenê ne ji bo nêzîkatiya xwe ya pirsgirêka kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û herêmê, ji aliyê gelek kesan ve tê şopandin. Birêz Ocalan civaka xwe, herêmê û têkoşîna xwe bi gel re pêş ve dixe. Loma di bin tesîra tu dewlet û îktîdaran de namîne. Rasterast muxatab civak e. Wexta pirsgirêkan çareser dike jî muxatab civak e. Hêza xwe ji gel digire û ji ber di nêzîkatiyên xwe de jî samîmî ye, guh nade gotina tu partî û îktîdaran." 
 
'CIVAKA TIRKIYEYÊ OCALAN ESAS DIGIRE' 
 
Arslan, destnîşan kir ku Ocalan ji sala 1993'yan ve ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tev digere û got: "Ew wekî îktîdaran ji bo berjewendiyên polîtîk nêz nabe. Pirsgirêkê pir xwerû û zelal bilêv dike. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî rêbazên xwe yên maqûl diyar dike. Siyaseta vê yekê dike. Ev helwest li Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin. Pozîsyona çkeriyî û hewldana ji bo aştiyê ya Birêz Ocalan ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve esas tê girtin." Arslan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û got: "Ji Bulent Arinç bigire heta Yalçin Akdogan gelek kesan û gelek derdorê bal dikişandin ser taybetmendiyên çêkeriyî û serwextbûn siyaset li herêmê û pêşniyarên çareserkiriyê yên Birêz Ocalan. Lê niha ji ber berjemwendiyên wan ên polîtîk ne lig or dilê wan in deng ji xwe naynin. Lê dizanin hêze û taybetmendiyeke bi vî awayî ya Birêz Ocalan heye." 
 
'EGER NE JI OCALAN BÛNA...' 
 
Arslan, bi bîr xist ku gelek derdor ji bo bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bang kirine û got: "Lê kesî nikaribû rê li ber vê çalakiyê bigire. Eger ne ji bangawaziya Birêz Ocalan bûna, wê çalakgeran çalakiya xwe bi dawî nekirana. Siyaseta kurd û gelê kurd û Ocalan bûnye yekpare. Û bi awayekî erênî bersiv dane bangawaziya Birêz Ocalan. Bangawazî, wekî talîmatekê hatiye qebûlkirin. Û çalakgeran çi hewce bûye kirine." 
 
Arslan, destnîşan kir ku civak bia wayeî zêde bi Ocalan ve girêdayî ye û pê bawer e û Ocalan jî ber vê bi rihetî siyasetê dike. Arslan, got: "Lê pêşengên partiyên din ne wisa ne. Li gor berjewendiyan tev digerin. Birêz Ocalan, tiştekî ji gel venaşêre. Ji ber vê yekê Ocalan li hemberî dewletê xurt e. Birêz Ocalan li gor berjewendiyên gel û ji bo sivikkirina êşên civakiyî tev digere. Wisa difikirim ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê û ji bo aştiyê Birêz Ocalan hêzeke bivênevê ye. Jixwe bidawîbûna grevên birçîbûnê careke din ev yek tescîl kiriye. Divê dewlet helwesta Birêz Ocalan a ji bo lihevkirineke demokratîk û aştiyeke birûmet baş binirxîne." 
 
'DIVÊ EV ŞANS NEYÊ HEBAKIRIN' 
 
Arslan, destnîşan kir ku bangawaziya Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê û îktîdarê şansek e û got: "Divê ev şans neyê hebakirin. Di navbera 2013-2015'an de pêvajoya hevdîtinê çêbû. Tevî hemû kêmasiyên xwe jî civakê pir rihet kir. Di vê pêvajoyê de mirov bi pêşdaraziyan nêzî hev nedibûn. Lê ji ber îktîdarê ev pêvajo qebûl nekir, xira bû. Ji sala 2015'an heta niha gelek êşên dijwar û pêkanînên der miroviyî rû dan. Ev tenê tesîr li kurdan nekir. Di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê hestên mirovbûyînê mirin, mirovahî hat binpêkirin, hiqûq û demokrasî ji holê rabû, qanûn neman, çetebûyîn û mafiyabûyîn bû serwerê Tirkiyeyê." 
 
'DIVÊ ROLA OCALAN BÊ FÊMKIRIN' 
 
Arslan, diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de siyasetmedarên bi dewletê re hevdîtin çêkirine 90 ji sedî yê wan hatine girtin û bal kişand ser mirin û girtinên di vê pêvajoyê de rû dan: "Piştî ev qas êşê careke din bi Birêz Ocalan re hevdîtin dest pê kirin. Ev tişt zelal bû. Wexta Birêz Ocalan bê tecrîdkirin şer çêdibe. Wexta Birêz Ocalan diaxive behsa çanda demokrasî, lihevkirin û aştiyê tê kirin. Em bang li raya gitî û îktîdarê dikin ku divê rola Birêz Ocalan baş bê fêkirin. Birêz Ocalan timd ibêje; ji bo çareserkirina pirsgirêkan û demokrasiya Tirkiyeyê çi bikeve ser milê wî amade ye. Loma divê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ev baş bê nirxandin. Di vî warî de bareke mezin dikeve ser milê raya giştî. Wexta fikrên Birêz Ocalan baş bên vegotin, wê kesên li dijî Birêz Ocalan sibê bibin piştgirê wî. Îktîdar ji vê yekê ditirse. Çimkî baş hay ji taybetmendiya Ocalan a gelparêziyê heye. Bêdengkirina Birêz Ocalan tenê nayêw ateya tecrîda li Îmraliyê, tê wateya tecrîdkirina demokrasî ûa ştiya Tirkiyeyê û rûdana bi hezaran êşî." 
 
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BE' 
 
Arslan, destnîşan kir ku ji bo ji jiha û pê de Birêz Ocalan aştiya Tirkiyeyê pêşvetir bixe divê bê azadkirin û got: "Ji bo di warê fizîkî de bi rihetî tev bigere, ji bo hevdîtinê bi civakê, rêxistinên civaka sivîl, birûspiyan û partiyên siyasî re bike divê nêvengeke bê peydakirin. Yanî divê Birêz Ocalan azad be. Divê Birêz Ocalan bi rihetî tev bigere. Wexta ev pêk bê wê aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê bêtir pêş ve bibe." 
 
Arslan, anî ziman ku ji ber siyaseta kurd i wext de tecrîd nekiriye rojev çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine û got: "Şerta sereke yê pêşveçûna siyaseta kurd bi zelalbûna pozîsyona Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Pêşî divê armanc ev be. Heta kurd Birêz Ocalan azad nekin û rasterast têkiliyê pê re dayneynin, nikarin siyaseteke çalak bikin. Loma ji niha û pê ve ya dikeve ser milê siyaset kurd divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî esas bigire û perspektîfeke rast pêk bîne. Çimkî em tim û tim dewlet û îktîdarê rexne dikin. Eger em jî li gor rol û pozîsyona Birêz Ocalan polîtîkayeke rast diyar nekin û ji bo vê tênekoşin, wê heman pirsgirêk ji bo siyaset kurd jî derbasdar bin. Ji ber vê dibêjim; Madem fikr û ramanên Birêz Ocalan ev qas biqîmet in, jixwe raya giştî jî vê bilêv dike. Eger perspektîfeke ev qas rast hebe nexwe divê ya ku vê pêk bîne qada siyasetê be. Siyaseta kurd ji tifaqan heta pirsgirêkên civakiyî gelek tiştan dike. Ev hemû fikrên Birêz Ocalan in. 
 
Nexwe ji bo ev proje û perspketîf pêk bên divê siyaseta kurd vê yekê baş pêk bîne. Divê pêşanî azadiya Birêz Ocalan be. Wisa difikirim sedema xitimandina pirsgirêka kurd ji ber vê yeê. Ji ber vê ji bo pozîsyona Birêz Ocalan rihet bibe divê rêbazek me hebe. Ji bo enrmbûna nêvengê şikandina tecrîdê tiştekî erênî ye, lê tenê şikandina tecrîdê têr nake. Sûcdarkirina Birêz Ocalan wê aştî û demokrasiyê neyne Tirkiyeyê. Loma divê siyaseta kurd, siyasetmedar û gel azadiya Birêz Ocalan nîqaş bikin. Eger di ser Birêz Ocalan de ev tiştên neyînî tim li civakê bên ferzkirin, nexwe divê em li dijî nêzîkatiya tecrîdê derkevin. Perspektîfa pêvajoya li pêş me, çareseriya demokratîk, lihevkirin û aştiyeke birûmet e ku Birêz Ocalan binî wan xêz dike û divê em jî polîtîkaya xwe li gor wê diyar bikin. Her wiha divê binî banagwaziyên Birêz Ocalan bên tijekirin û pêk bên. Ev yek bar hem li îktîdarê hem jî li raya giştî dike. Beriya her tiştî ev bar dikeve ser milê siayset kurd. Bi rastî jî ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê bên çareserkirin divê rê li ber Birêz Ocalan bê vekirin. Wisa difikirim ev yek, yek ji peywirên sereke yên siyaset kurd e." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç - Özgür Paksoy