STENBOL - Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan Prz. Mahmut Şakar, diyar kir ku pêwist di çareseriya pirsgirêka kurd de rêbazên tundiyê ji holê rakin û wiha got: "Divê Tirkiye ji nûve xwe saz bike. Divê her kes bibe aliyê pêvajoya ku aştiyê dixe navenda xwe. Divê daxwaza aştiyê bilind bikin û ji bo aştiyê zextan li îktidarê bikin."
Li Tirkiye polîtîkaya înkar û tunekirina Kurdan ku bingeha xwe ji avakirina Komara Tirkiye digire, di 40 salên dawî de ev polîtîkayên înkar û îmhaya Kurdan hîn dijwar û tûjtir bûye. Bi polîtîkayên tundiyê dixwazin hebûna Kurdan
bitepisînin. Kurdên daxwaza mafê xwe û nasnameya xwe dikin jî rastî tundî û zextên dijwar tên. Di salên 2013-2015'an de piştî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatin, gavên çareseriyê hatin avêtin û diyalogên demokratîk pêş ketin. Şer rawestiya kuştin rawestiya. Lê piştî Erdogan got 'Me ev pêvajo xistiye sarincê' şer dest pê kir û krîza aborî û siyasî bêtir kûr bû. Tecrîdkirina Ocalan bêtir giran bû. Bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Oacalan a li Îmraliyê di 4 salên dawî de şerekî pir dijwar pêş ket. Talankirin wêrankirin û kuştin zêde bû. Krîza aborî kûr bû. Lê piştî tecrîd kûr û giran bû di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bi hezaran kurd li girtîgehan û derve dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirin. Piştî bi hezaran kurd li girtîgehan ketin greva birçîbûnê û xwestin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, di 2'ê Gulanê û 22'ê Gulanê de parêzer çûn hevdîtina Ocalan, herî dawî malbata Ocalan û malata 3 girtiyên li Îmraliyê di 5'ê Hezîranê de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de Ocalan dîsa daxwaza çareseriya nerm, siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet kir. Dîsa xwest lihevkirina civakî pêş bikeve. Carek din hat dîtin ku çi cara bi Ocalan re hevdîtin tê kirin şer û kuştin radiweste û Tirkiye ber bi aramiyê ve diçe. Piştî 8 salan cara yekem parêzer di 2'e Gulanê de çûn hevditin kirin. Têkildarî pêvajoya tecrîdkirina Ocalan, piştî ku bi Ocalan re diyalog pêş diketin û peyamên Ocalan dane, Parêzerê Ocalan Mahmut Şakar, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Şakar, ewil bal kişand ser hevdîtina Parêzeran a piştî 8 salan û wiha got: "Ez difikirim dikim ku ev hevdîtin berhem û encama pêvajoyekê ye. Li Tirkiye krîza aborî û siyasî pêş ket. Tirkiye di siyaseta Sûriye de li qûnê rûnişt. Navenda giraniya vê siyasetê helwesta Kurdan e. Geşedanên li ser meseleya Kurd ên bi taybetî di 4 salên dawî de xelat anî asta hilweşînê. Çareseriya avakirinê dîsa bi meseleya Kurd ve girêdayî ye. Ev yek hêj baş nehatiye ziman. Lê her kes vê yekê dizane. Milê din jî xeta berxwedana eniya Kurd ku her diçe mezin dibe ye. Greva birçîbûnê perçeyek starta vê berxwedanê ye. Li dora vê berxwedanê li çar aliyê cîhanê û çar perçeyên Kurdistanê berxwedan geş bû. Têkoşîna civakî, siyasî û diplomatik pêş ket. Hem siyaseta li dijî Kurdan ku di navenda wê de tecrîd heye û hem jî siyaseta tundî û şer a li dijî Kurtan teşhîr kir. Van du mijaran rê li pêş hevdîtinan vekir. Ji xwe mafê hevdîtinê mafekî zagonî û hiqûqî ye. Ji ber vê yekê ez qala aliyê zagonî û hiqûqî nakim. Ji ber ku astengiya li pêş hevditinê ne zagonî û hiqûqî ye. Siyasî ye. Li dijî vê xeta dewletê berxwedanek xurt pêş ket û ev astengiya li pêş hevdîtinê şikand. Mijara herî girîn jî helwesta Brêz Ocalan û berxwedana li Îmraliyê bû. Vekirina pêvajoya hevdîtinê, dîsa nîşan da ku ku Ocalan xeta xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyane diparêze. Tarza xwe her dem nû û kûr dike û bêtir berfireh dike. Vê tarz û helwesta xwe li hundir bi israr berdewan dike. Hevdîtin raste rast girêdayî vê seknê ye jî."
JI BO LIHEVKIRINA CIVAKÎ BÊGUMAN PÊDIVÎ BI TARZ Û ZIMANEKÎ NÛ HEYE
Şakar, bal kişand ser 7 xalên ku Ocalan ji bo çareseriyê pêşniyar kiriye û xala lihevkirina civakî û wiha axivî: "Siyaseta ku hemû kêlên civakê vedike û tarz û islûbê berberiya civakî ku di asta mikro de belav dibe tê şopandin. Ocalan ji ber vê yekê qala lihevkirina civakî dike. Ji ber ku edî civak ji halê xwe yê civakbûnê dûr dikeve. Ji bo lihevkirinek civakî jî pêdivî bi ziman, tarz û siyasetek nû heye. Ji ber ku niha atmosferek ji serdemên zextên polîtîk ên berê cudatir û dijwartir heye. Ji kesên ku tên Ewropa jî em dizanin ku şert û mercên ku mirov lê bijîn bi hevî li pêşeroja xwe binerin jî êdî nemaye. Niha siyaseta ku li welat hemû beşên civakê yên li dijî wê difikirin li dijî xwe dibîne û dike hedef heye. Em dîsa di pêvajoya hilbijartina li Stenbolê de vê yekê dibînin. Zimanekî siyasetê ku her dem civakê perçe dike û tîne dijberî hev heye. Ji ber vê yekê pêdivî bi rêbaz, ziman û siayesetek nû heye. Ji ber vê yekê birêz Ocalan qala lihevkirinek berfireh ya civakê dike. Ji bo vê li hevkirinê ji pêdivî bi zimanekî nû heye."
'ÇARESERÎ MUZAKEREYA DEMOKRATÎK E'
Prz. Mahmut Şakar, têkildarî pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a muzakereya demokratîk jî axivî û wiha pêde çû: "Zimanê avakirina lihevkirina civakî ya nû 'Muzakereya demokratîk e' Ji ber ku heta niha hemû rê û rêbazên din hatin ceribandin û encam li holê ye. Zimanê ku berberiyê ava dike, tune di hesibîne, xwe li jor û ê li hemberê biçuk dibine, xwe serdest dibîne nebû çareserî. Niha pêdivî bi zimanê li dijî vê yekê heye. Hem di meseleya Kurd de û hem jî di meseleya civakên din de di hemû têkoşînên siyasî û civakî de divê pirsgirêk bi muxatabê wê re bê niqaşkirin û muzakerekirin. Divê bi rêbazên sivîl, aştiyane esasgirtina fikrên hemberê, tevlêbûna demokratîk gav bên avêtin. Pêdivî bi zimanekî wekhev, aştiyane û demokratîk heye. Ji xeynî vê rê û rêbazek din nabe çereserî. Divê neyê ji bîr kirin ku rêbaza muzakereya demokratîk tenê ji îktîdarê nayê xwestin. Divê ev rêbaz neyê bi sînorkirin. Di esasê xwe de divê hemû beşên civakê li hev kom bibin û hev bi rêbazên demokratîk qebûl bikin û hembêz bikin. Ji bo zimanê nû yê muzakereya demokratik pêdivî bi yekîtiya siyasî heye."
RÊBAZA HÊZA NERM
Şakar, da zanîn ku aqilê siyaseta ku Kurd anîn hemberî xwe û hemû hêza xwe ya eskerî fizikî xist meriyetê têk çû û minaka wê ya herî şênber siyaseta Sûriye ye û wiha berdewam kir: "Di serî de di meseleya Kurd û hemû têkilî û pirsgirêkên din de, divê rêbaza tundiyê ji holê rake. Divê amûrên din, di çareseriya meseleya polîtîk û civakî de têxin meriyetê. Ev jî tê wateya ku divê Tirkiye xwe ji nûve saz bike û formatek nû bide xwe. Hêza Nerm di têkiliyên navneteweyî de gelek caran tê ziman. Ev rêbaz çareseriya li dijî hêza eskerî ye. Bi vê yekê dixwaze balê bikişîne ser feraseta Tirkiye ya ku di hemû çareseriya pirsgirêkan de hêza eskerî û fîzîkî hildibijêre. Ji ber ku Tirkiye tenê rêbaza eskerû û fîzîkî esas digire û di vê yekê de israr dike. Sedema vê yekê jî siyaseta ku Tirkiye ji bo xwe diyar kiriye li dervê aqilan e. Divê Tirkiye bibîne û fam bike ku li herêmê Kurd ne ew hêza ku bide hemberî xwe ye. Hêza ku Kurdan bide hemberî xwe û bi rêbazên eskerî û fîzîkî têbikoşe têk diçe. Mînaka vê yekê siyaseta Sûriye ye. Ez vê pêşniyara Ocalan wekî 'Ger ku siyaseta xwe ya der barê Kurdan de neguherînin, nabe xwedî hebûnek polîtîk.' Ji ber vê yekê divê hemû rêbazên tundî û eskerî betal bike."
DIVÊ HÊZA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK XETA KOMÎNAL, DEMOKRATÎK Û AZADIYA JINÊ BÊTIR KÛR BIKE
Şakar, bal kişand ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê Sûriye û Rojhilata Navîn de jî û wiha pêde çû: "Di esasê xwe de ev pêşniyarên Ocalan ên der barê siyaseta Rojava de cewherê gotinên wî yên di salên dawî yên der barê Sûriye û Rojava de ne. Ocalan bi vê wesîleyê carek din pêşniyara xwe bi cewherî dubare kiriye. Aliyê herî giring jî bi taybetî Hêza Sûriyeya Demokratîk ku heta niha wekî rêya sêyemîn û reya alternatif tê zanîn, divê xeta xwe ya demokratik, komunal, azadiya jinê digere bêtir kûr û xurt bike û avakirina xwe berdewam bike. Modela Rojava, projeya jiyana nasnameyagelan, bindestan û jinan a azad e. Projeya rasteqîn û jiyana nû ye. Cîgirtina Modela Rojava ya di nava çareseriyê de mijarek pir krîtîk e. Li gorî ruh û xwezaya vê projeyê bêyî ku bi sînoran re mijûl bibe divê yekitî û tevahiya Suriye esas bigire û vê yekê neke mesele. Divê vê projeya jiyana nû bi qanûnan mîsoger bike. Ev di demên pêş de wekî xebatên herî girîng en polîtik tên dîtin. Ji bo vê yekê jî divê bi hemû hêzên herêmî û navneteweyî re di nava têkiliyek xurt de be. Divê bêyî têkiliyên xwe qut bike bi rêbaza muzakereyan çareser bikin. Divê zimanê xwe yê siyasî xurt bikin û vê pêvajoyê bimeşînin. Ger ku ne wisa be dijberî wê destkeftiyên gelan, jiyana gelan û demokrasiya herêmî wê neyê parastin û neyê mîsogerkirin."
Şakar bal kişand ser hasasiyetên Tirkiye jî û wiha lê zêde kir: "Ger ku ev hasasiyet nezîkatiya pişti 2015'an a ku jiyana Kurdan li wan kirin dojeh û bi siyaseta dij-kurd ziman, çand û hebûna Kurdan înkar kir be, vê siyasetê Tirkiye têk bir û bir îflasê. Ez bawer nakim ku Ocalan hasasiyetê wisa bigire dest. Dixaze bêtir argumanên Tirkiye guhdar bikin. Muzakereyê pêş bixin. Pêvajoya bi rêk û pêk a diyalogê pêş bixin. Pêvajoya Rêveberiya Sûriyeya Bakur, parastin û pêşxistina nirxên demokratik ên herêmî, bi têkiliyên baş û rast ku Tirkiye ji wekî hêzek sereke ya herêmê digire dest, pêş dikeve. Ji xwe rêveberên Bakurê Sûriye daxuyaniyên ku piştgiriyê dide 7 xalên deklerasyonê û daxwaza bi Tirkiye re hevditin bike û muzakere bike anî ziman.
PEYAMA NEWROZA 2013'AN HEVIYA PÊŞEROJEK BAŞ DA WELAT
Şakar, bal kişand ser peyama Ocalan Newroza 2013'an û wiha bi dawi kir. "Ew atmosfera ku peyama Ocalan hat xwendin baş tê bîra me tevan. Di dîroka welat de, herî zêde wê demê hevî da her kesan. Di dîroka welat de kêliya herî kirîng ku hêviya pêşerojek baş da her kesî bû. Ocalan di vê pêyamê de balê dikişîne ser eleqe, hevî û pêşwêzîkirina gel a wê kêliya Newrozê. Kapasîteya çareseriyê û atiyê ya Ocalan a bawerî û samîmîyeta di vê mijarê de pêş ketiye. Ji ber ku di vê demê de Ocalan bang li cemawerî û gelan kiriye û her kes dawetî vê pêşniyara aştiyê kiriye. Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve wekî sermuzakerevan hat nasîn. Ocalan wekî ku di Deklerasyona Dolmabahçe de jî hat dîtin, li ser navê hemû gelan, li ser navê demokrasiyê, azadiya jinê, bûye xwediyê zimanê muzakereyê. Aştî û çareserî bi kurahiya demokrasiyê aniye ziman. Di bin vê tarzê de bê guman lêbûrbûn, zanîn û têr û tijîbûnek heye. Tarza siyasetê ku ji sala 1993'an heta pêvajoya Îmraliyê ku bi taybetî hûrbûna li Îmraliyê bêtir kûr bûye, heye. Bi guhertina Paradigma re jiyana demokratik û xeta li ser esasê çarekeriyê kiriye malê tevgera siyaseta Kurd. Dema Ocalan di 11'ê Îlona 2016’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevditin kir, dîsa diyar kir ku li ser heman xet û fikrê ye. Dîsa alîgiriya xwe ya muzakereye anî ziman. Niha jî bi 7 xalan sekna xwe ya li Îmraliyê diyar kir. Disa bi van xalan diyar kir ku ji bo Çareseriya Demokratîk amade ye. Di vê pêvajoya bori de rewşa xwe wekî Sekna Îmraliyê anî ziman. Ev bêtir bi hêz û kûr bûye. Ne wisa bûya qanalên hevdîtinê wê venebûna. Ne wisa bûya hevdîtin ne pêkan bû.
Ocalan, çareseriya demokratîk û aştiyane xistiye navenda siyaseta xwe. Tecrîdkirin û girtina Ocalan nayê wê wateya ku nebe kirdeya siyasetê. Siyaseta Kurd di bin şertên komploya giran de hatiye avakirin. Navenda avakirina ve siyasetê û sazumankarê vê siyasetê Ocalan e. Siyaseta Kurd di pêşengiya tarza siyaseta nû ya Ocalan de, ji partiyê ber bi Rojhilata Navîn bûye hêza siyasî ya sereke. Dîsa hêza ku HDP bendavê derbas bike û pêş bikeve bi ve piştekê pêş ketiye. Ji ber vê yekê dema Ocalan siyasetê dike li gorî vê kurguya ku bi xwe formule kiriye pêş dixe. Bi vê siyasetê dixwaze aştiyek mayinde avabike.
OCALAN DIXWAZE AŞTIYA BI RÛMET BI TEVLÊBÛNA HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ AVA BIKE
Ocalan, dixwaze aştiya bi rûmet û muzakereya demokratik bi tevlêbûna hemû beşên civakê ava bike. Hevditina bi dewletê re tenê perçeyek ji vê pêvajoyê ye. Çareseriya rastîn bi tevlêbûnaı hemû beşên civakê pêkan e. Ji ber ku siyaseta ku Ocalan temsîl dike bi tevlêbûna civakê pêş dixe. Civakê dixe navenda siyasetê. Ji ber vê yeke hemû kesên alîgirê aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk in, divê helwesta xwe ya li gel 7 xalên siyasi diyar bike. Divê her kesên li vî welatî û li ser vê axê dijîn, divê alîgirê pêvajoya ku aştî navenda wê ye bin. Ji bo vê daxwazê divê zextan li îktîdarê bikin. Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re pir girîng e. Lê divê mirov vê yekê têr nebîne. Divê her kes bi hişyarî nêzik bibe û gavan bavêje.
MA / Sadiye Eser