ENQERE – Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen balê kişand ser nîqaşên der barê bendava hilbijartinê, tifaqa fermî, Ataturkparêzî û tengasiyên politikaya derve yên Tirkiyeyê. Bîlgen got ku, li Enqereyê hin derdor hene amadekariyên piştî çûyîna Erdogan dikin.
Li gor hin kesan hem li derve hem jî li hundur, rewşa ku siyaseta heyî bi xwe re aniye tiştekî “asayî” ye û li gor hinekan jî ne rewşeke ji rêzê ye. Ji hêlekê ve her ku roja danişîna Reza Zarrab nêz dibe, panîka li îktîdarê peyda bûye zêdetir dibe û derdorên nêzî îktîdarê vê yekê wek “Operasyoneke li dijî Tirkiyeyê, Erdogan” diwesifînin. Heta hin nivîskarên AKP’î ji niha ve li hemberî DYA’yê “şer îlan kirine” jî. Her wiha hin AKP’î krîza NATO’yê jî “Piştî 15’ê Tîrmehê wek lutfa Xwedê ya duyemîn” dinirxînin. Kesên nêzî AKP’ê yên wek Abdulkadîr Selvî jî vê yekê wek “amadekariyên ji bo hilbijartinên 2019’an” dinirxînin.
BI VÎ HALÎ WÊ TIRKIYE HILBIJARTINA 2019’AN NEBÎNE!
Bi taybetî HDP nîqaşên wek bendava hilbijartinê, tifaqa di navbera partiyan de hinekî cuda dinirxîne. Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen van pêkanînan wiha nirxand: “Ev mudaxileya 2019’an e an hewldana dîzaynkirina 2018’an e?” Bîlgen, wisa difikire ku dê Tirkiye bi vî halî nikaribe vê pêvajoyê heta 2019’an bibe û dibe ku hilbijartina pêşwext an di Tîrmeha 2018’an an jî di payîza 2018’an de pêk bê. Bîlgen nîqaşên di vê çarçoveyê de jî wek “plansaziya salnameya hilbijartinê” nirxand. Bîlgen wiha got: “Nîqaşa ku MHP’ê ji bo bendava hilbijartinê da destpêkirin, meseleya tifaqê jî amadekariyê metbaxê ne. Em bi bazariyên dawî, hewldanên destrakirina dawî re rû bi rû ne. Tu hêleke rêgeziyî, demokrasiyê ya van nîqaşan tune ye.”
HIN KES AMADEKARIYÊN PIŞTÎ ÇÛYÎNA ERDOGAN DIKIN
Her wiha Bîlgen, nirxandineke balkêş kir û dest nîşan kir ku, bi taybetî hin derdorên nêzî îktîdarê amadekariyên ji bo piştî çûyîna Erdogan dikin. Bîlgen ev tişt gotin: “Ev pêngavên dirêjkirina temenê îktîdarê û piştî Erdogan in. Wê ev bi Erdogan re bimeşe? Heke pê re bimeşe, wê kî pê re bimeşe? Heke bêyî Erodgan çê bibe, wê kî vê mîrateyê dewr bigire? Wê damezrînerên AKP’ê an derdora netewperest a di 15’ê Tîrmehê de xwedî li Erdogan derket xwedî li vê mîrateyê derkeve? Wê salnameya hilbijartinê hinekî girêdayî van hevsengên hêzî, hesabpirsînan teşe bigire.”
Bîlgen dest nîşan kir ku, amadekariyên ji bo piştî çûyîna Erdogan tenê bi siyaseta navxweyî re ne sînordar kiriye, asta vê yeke ya politikaya derve jî heye û ev tişt gotin: “Seyra politikaya derve ecêb e… Hema bêje êdî Tirkiye her hefte bi awayekî asayî bi Rûsyayê re civînan çê dike û hema bêje êdî ev bûye perçeyeke ji huqûqa navxweyî. Serokkomar çawa ku her hefte Serokwezîr, Serfermandarê Giştî û musteşarê MÎT’ê qebûl dike, êdî her hefte bi Pûtîn re jî hevdîtinan çê dike. Ev hewldanên ku li Sûriyeyê bibe xwedî gotin, lêgerîna ferzkirina xetên xwe yên sor ên deqa dawî ne, lê tenê bi polîtkayeke derveyî re nayê nirxandin. Wê ev yek bandorê li tifaq û têkiliyên navxweyî yên Tirkiyeyê jî bike. Em hemû baş dizanin ku, di 15’ê Tîrmehê de bi awayekî aşkere lêgerîneke din ku hatiye îlankirin heye. Doza Zarrab û eleqeya ku AKP’ê nîşanî wê dide, tenduristiya Zarrab ku hema bêje di rojeva hemû Tirkiyeyê de ye, 3 notayên ku di nav du rojan hatin dayîn… Tirkiye hem li qada navnetewî û hem jî li hundur êdî bi dîmeneke ku nikare bi rêbazên OHAL’ê welat bi rê ve bibe re rû bi rû ye.”
DI BIN NÎQAŞÊN DER BARÊ BENDAVÊ DE LÎSTIKÊN NÛ HENE
Bîlgen dest nîşan kir ku pêngava MHP’ê ya ji bo bendava hilbijartinê jî wek mikurhatinekê nirxand û wiha got: “Ev mikurhatineke ‘Me ev yek ji bo astengkirina kurdan danîbû, lê em bêwate kirin’ bi xwe ye.” Bîlgen wiha domand: “Bi destê MHP’ê mikurhatina vê yekê muhîm e, lê dema vê yekê dikin hewldaneke ku em di temsîliyetê de li edaletê bigerin, em pergala hilbijartinê ber bi cihekî hîn rihetir ve bibin tune ye. Ev lêgerîneke ‘ev rê nabin em li riyên din bigerin’ e. Yanî lêgerîna astengkirina, rêlibergirtina siyaseta demokratik e.” Her wiha Bîlgen got ku bi vê nîqaşê tê xwestin ku Tirkiye mehkûmî pergala dupartîbûyînê bê kirin.
ERDOGAN DIXWAZE KEMALÎSTÊN DI NAV AKP’Ê DE QANIH BIKE
Bîlgen got ku hem di dema nîqaşên der bar bendava hilbijartinê de hem jî AKP’ya ku xwe wek Aturkparêz îlan kir “berê HDP’ê tawanbar dikir” û wiha got: “Kesên me bi Kemalîzmê tawanbar dikirin, kesên digotin nîqaşkirina bendavê îxanet e niha bi awayekî bêrêgeziyî ew vê yeke diparêzin.” Her wiha Bîlgen liv û tevgera AKP’ê ya Ataturkparêziyê jî wiha nirxand: “Reflekseke AKP’ê ya ku girseya xwe ya nehomojen biparêze heye. Ji bo kesên di dest xwe de biparêze, divê AKP ên hundur tahkîm bike. Gotinên wê yê dînî tenê derdorekê motîve dike. Ji bo yên îslamî deng dernexin, wan bi vekirina îmam xetîban motîve dike. Lê ev yek têrî motîvekirina hemû derdoran nake. Mînak kesên lîberal, kesên aboriyê esas digirin, derdorên refleksa wan ji bo dewletê motîve nake. Wisa difikirim ku ev pêngava Atuturkparêziyê Partiya Vatanê an jî derdorên niştimanperwer qanih nake. Ji sedî 10-15’ê ku destekê didin AKP’ê xwe wek Ataturkparêz dibînin. Ji bo ji sedî 51’ê kimşikekê jî kêm nebe û ji bo silavê bidin her kesî ji mecbûrî van daxuyaniyan didin.”
MA / Kenan Kırkaya