AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê li Bismilê ji cotkaran re axivî û got: “Li erdnîgariya Mezopotamyayê bi dijminahiya kurdan re çandiniyê qedandin. Em ê bi awayek hevpar çareseriya xwe hilberînin”.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Bismilê bi cotkaran re li eywanek dawetê ya Bismilê civînek li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, hin parlamenterên HDP’ê, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz, rêveberên HDP’ê û gelek cotkar û nûnerên odeyên pîşeyî beşdarî civînê bûn.
‘EM Ê BIBIN ALÎKAR’
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz axaftina vekirinê ya civînê kir û da zanîn ku navçeya wan yek ji cihê herî ji bo çandiniyê ye û ji bo ew ji cotkaran û çandiniyê re bibin piştevan dê hin projeyan bixin meriyetê.
‘EM DEST BIDIN DESTÊN HEV’
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî bal kişand ser girîngiya çandiniya li herêma Bismilê û got: “Ji bo çandiniya pembo di rêza yekemîn de ye. Bismil navçeya herî berfireh a Amedê ku çandinî lê bike ye. Rastiyek Bismilê ya ku veguhere navendek aboriyê heye. Mixabin niha li Bismilê cotkarî wek karê duyem tê dîtin. Pêdiviya me heye ku em çawa dikarin ji we re bibin alîkar û em dikarin bi hev re çi bikin. Pêdiviya me heye ku em karên qalîte bikin. Di serê vê mijarê de ewilîn yekîtî tê. Yekîtiya hilberîneran dê hin bêtirîn çandiniyê bi hêz bike. Di vê çarçoveyê de rola ku li vir rêveberiyên herêmî bigirin ser milê xwe cihek girîng digire. Ji bo hilberînên cotkaran pûç nebe çi ji destê me were divê em bikin.”
TEMELLÎ: ÎKTÎDAR JI BILÎ ŞER TIŞTEK DIN NIZANE’
Hevserok Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku ew niha li ser axa bi xêr û ber diaxivin û got: “Em ê xwedî li ax, ziman, çand, nasname û dîrokan xwe derkevin. Îktîdar ji bilî şer tu tiştekî din nizane. Her tim li ser gelan şidetê pêk tîne û nefretê dispêre ser wan. Ji bo desthilatdariya xwe her tiştî dikin. Hemû tucarên xwe dewlemend dikin. Lê pirsgirêka me ya mezin cotkar in. Ji bo vê yekê em dibêjin demokrasiya xwecihî girîng e. Ji bo vê yekê divê em bên kêleka hev. Em ê çawa bi hev re çareseriyê li pêş bixin? Em ê bi hev re û li ser esasê başiyê çareseriyê bi hev re hilberînin. Tesîskirina aştî û aramiya li ser erdnîgariya Mezopotamya bi îradeya me dikare pêk were. Em xwedî li axa xwe dernekevin dê wir jî ji me bistînin û bixin betonê. Dema em îro li polîtîkaya çandiniyê dinêrin têk çûye. Li Tirkiyeyê bêkarî û feqîrî û koçberiyê bûye rojeva sereke. Vê yekê herî zêde bandora xwe li ser axa Kurdistanê kiriye. Bi vê polîtîkaya çandiniyê re bêedaletiyê li ser axê tov kirine. Lê tişta ku para me ketiye feqîrî ye. Ji ber vê yekê em dibêjin demokrasiya xwecihî girîng e.
MEZOPOTAMYA CIHÊ ÇANDINIYÊ YE
Fatûreya krîzê ji çandiniyê ango cotkaran re tê birîn. Çandiniyê qedandine. Heke çandiniyê biqede dê cotkar jî biqedin. Tirkiye welatek çandiniyê ye. Çima li welatek wisa polîtîkayên şaş tên birêve birin. Dema em li bin vê meseleyê dinêrin nijadperestî û dijminahiya li dijî gelê kurd heye. Li gel ku erdnîgariya Mezopotamya cihek çandiniyê ye jî lê li vir çandiniyê diqedînin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn a Tirkiyeyê bêkariye.
ÇARESERÎ DI AŞTIYA BI KURDAN RE PÊKAN E
Yek kes krîzê, qedandina aborî, çandiniyê, feqîriyê û bêkariyê nabîne, ew jî zava ye. Çareseriya van hemû pirsgirêkan di rêya aştiya bi kurdan re derbas dibe. Heta aştî pêk neyê, em ê ax, av û siberoja xwe winda bikin. Yek ji pirsgirêkek din jî sewalkariye. Li ser vê axê bi qedexekirina dever û zozanan re sewalkariyê jî qedandin.”
Piştî axaftina Temellî cotkaran li kursî daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.