ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya hevdîtinên “Destûra Bingehîn a Demokratîk”, “Pakêta Darazê” û “Îtîfaqa Demokrasiyê” ewil KESK’ê ziyaret kir. Temellî di serdanê de got: “Em dixwazin ji bo her kes dikaribe bi her kesî re biaxive pêvajoyek muzakereyan bidin afirandin.”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û şandeya pê re Temellî di çarçoveya hevdîtinên “Destûra Bingehîn a Demokratîk”, “Pakêta Darazê” û “Îtîfaqa Demokrasiyê” ewil Konfedarasyona Kedkarên Sendîkayên Cemaweriyê (KESK) ziyaret kir. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên KESK’ê şandeya HDP’ê li avahiya KESK’ê pêşwazî kirin.
Beriya civîna ji çapemeniyê re girtî Bozgeyîk û Temellî daxuyanî dan.
Bozgeyîk da zanîn ku tayînkirina qeyûman “darbeya siyasî ye” û ew ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Bozgeyîk got: “Em ê li ser pêdiviya demokrasiyê hemû kesên li gel kedê ne têkoşîna hevpar berdewam bikin.”
‘DIXWAZIN TIRKIYEYÊ BI QEYÛMAN BIRÊVE BIBIN’
Sezaî Temellî jî da zanîn ku Tirkiye ji 12’ê Îlonê vir ve bi mekanîka darbeyan re rû bi rû ye û wêneyê herî dawî yê darbeye di 19’ê Tebaxê de pêk hat. Temellî got: “Rêxistinek ku ji dewleta hiqûqê direve û li pey tasfiyekirina saziyên demokratîke heye li hember me. Vîna gel tune dihesibînin. Ev demek dirêje bajarên me bi qeyûman tên birêvebirin. Em dibînin ku rejîma otorîter xwe dide ferzkirin.”
Temellî axaftina xwe dewam kir: “Qeyûm tundî ye. Em vê tundiyê qebûl nakin. Em dixwazin hevalên me demildest vegerin ser wezîfeya xwe. Bila dest ji biryarên xwe yên sûc dikin berdin. Tenê em in? Li Tirkiyeyê her kes vê tîne ziman. Bi milyonan însan li kolanan vê tîne ziman. Her roj li kolanan çalakiyên bêîtatiya sivîl hene. Helbet ev tenê ne çalakiya HDP’iyan e. Li her deverê Tirkiyeyê kesên xwedî wîjdan berteka xwe li dijî vê biryarê tîne ziman. Çimkî em dengê xwe nekin dê ji vê gavê şûn ve tevahiya Tirkiyeyê bi qeyûman birêve bibin. Qeyûm tenê tayînî Amed, Mêrdîn û Wanê nehatiye kirin, tayînî hemû Tirkiyeyê hatiye kirin. Li her devera Tirkiyeyê li dijî îradeya siyasî dewletê hişê xwe xwariye. Îro em hemû bi tundiya dewletê re rû bi rû ne.
MÎSOGERIYA ÎZMÎR, STENBOL Û ANTALYA JÎ NÎNE
Tekane rizgariya ji vê riyê, rêya têkoşîna demokrasî, maf, hiqûq û edaletê ye. Divê em di van mijaran de werin gel hev. Jixwe me beriya biryara van qeyûman jî tiştek wisa amade kiribû û me biryara hatina be hev dabû. Me ji bo îtîfaqa demokrasiyê, reforma darazê, destûra bingehîn a demokratîk bangek kiribû. Me plansaziya serdana gelek saziyan çêkiribû. Biryarek ewqas raste me di 19’ê Tebaxê de bi çavê xwe dît û ev yek derket pêşberî me. Rejîma otorîter ku îro qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên me kiriye, mîsogeriya dê sibê tayînî ser şaredariyên wek Îzmîr, Antalya û Stenbolê neke jî nîne.
DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN A VÎ WELATÎ WERE NIVÎSANDIN
Li vir baweriyên cuda îradeya jiyana bi hev re danîne holê. Dîrokek 12 hezar salî heye. Xerabreşkê û Heskîf şahidiyê ji me re dikin. Ferzkirinên li ser vê erdnîgariyê zilmek mezin e. Me îro dest bi hevdîtina kir. Me serê sibê hevdîtina xwe ya ewil li gel CHP’ê pêk anî. Em ê derbarê vê hevdîtinê de bi CHP’ê re dê bi çapemeniyê re were parvekirin. Em ê bi gelek sazî û rêxistinan re bên gel hev. Ev dosye banga têkoşîna demokrasiyê ye. Di esasê xwe de ev strateji pêvajoya çêkirina qanûna bingehîn a demokratîk e ku di bineha welatîbûna wekhev de pêk were ye. Divê êdî ev welat destûra xwe ya bingehîn binivîsîne. Divê destûra bingehîn a kedkaran weran nivîsandin. Heke kedkar destûra bingehîn nenivîsînin dê tû xêra destûra bingehîn tune be. Divê destûra bingehîn a jinan were nivîsandin. Pêwîstek destûrek bingehîn a ku dawî li vê hovîtiya li dijî jinan bîne were nivîsandin. Divê jin xwe bi xwe destûra xwe ya bingehîn binivîsînin. Pêwîste gelên li vî welatî dijîn xwe bi xwe destûra xwe ya bingehîn binivîsînin. Kurd, tirk, ermenî, suryanî; divê destûra bingehîn a 72 miletan binivîsînin. Pêwîste di bingeha mafên wekhev de bên gel hev.
WEK XESPKIRINA BUTÇEYÊ YE
Xespkirina van qeyûman xespkirina wek butçeyê ye. Ferasetek ku mafên gel ên xwecihyî xesp dike heye. Dîsa her tişt xwe li ber çavê civakê dide nîşandan. Bersiva herî zelal a tayînkirina yumanan ew e ku diyariyan ji Wezîrê Karê Hundir re û ji Serokkomar re dikirin. Ev mafê gel e. Titşa qeyûm dikin nelirêtiye. Ev qeyûm wêneyê dizîkirin û talankirina malên gel e. Ji bo mafên me neyên xespkirin divê kedkar, jin û hemû alî pêwîste werin gel hev. Divê têkoşîna destûrek bingehîn were dayîn. Divê têkoşînek daraza serbixwe were dayîn. Em bi vê armancê serdana xwe pêk tînin. Em hêvîdarin dê vê hewldana me hemû saziyan bixe tevgerê. Em dixwazin pêvajoyek muzakereyan a her kes dixwaze bi her kesî re bixive bidin afirandin. Em dixwazin her kesê li dijî faşîzmê têdikoşe û di bin zextên faşîzmê de ye pêvajoya muzaekerayan bide destpêkirin.”
Temellî di dawiyê de bersiv da pirsên rojnamegeran û bal kişand ser daxuyaniya Ahmet Davutoglu yê berê serokwezîriyê kir û xwest Davutoglu çi dizane eşkere bike.