Partiyên Kurd: Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye

img

AMED - Partiyên Kurd, diyar kirin ku ji bo pêşî lêgirtina siyaseta legal a Kurd kompoyek tarî hatiye organîze kirin û gotin: "Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye."

Partî û Hereketên Kurdistanî, Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê ( PIA ), Partiya Koministên Kurdistanê ( KKP ), Platforma Demoratên Kurd ( PDK-Bakûr ) û Partiya Azadî yên Amedê, derbarê tayînkirina qeyûman, bûyera teqînê ya li navçeya Pirsûsê û malbatên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine de daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Hereketa Azadî hat lidarxistin. Rêveberên partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî daxuyaniya kurdî û Alîkarê Serokê PÎS'ê jî Sedat Dogan daxuyaniya bi Tirkî xwendin.
 
Metîn Pîranî, diyar kir ku wekî ku tê zanîn di hilbijartina 31 ê Adara 2019 an de Şaredarên HDP yên wekî  Amed , Mêrdîn û Wanê ku hatibûn hilbijartin, ji alîyê Wezereta Navxweyî ve di şeva 19 Tebaxa 2019 an de bi hînceta alîkariya terorê di şûna wan da qeyûm hat avêtin. 
 
'KAMPANYEYEK TARÎ'
 
Pîranî bal kişand ser malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine û wiha got: "Çewa ku raya giştî bala xwe da ser vê meseleyê dayikên ku zarokên wan çûne serê çîya derketin meydanê û bûyera terorê ya navçeya Pasûrê ku sivîlan ji xwe re kiribûn hedef û bi vî awayî rojev hat guherandin.Wexta ku em van her du bûyeran binêrin emê bibînin ku ev organîsazyonek tarîye bi vê awayî dixwazin bertekên ku li hember qeyyûman derketîye meydanê belawela bikin û rê li pêşîya sîyaseta legal ya Kurdan bixetimînin. Em wek Partî û Hereketên Kurdî pêwîst dibînin di derbarê bûyerên dawiyê de çapemenî û raya giştî agahdar bikin. Em hemû dizanin li pêşiya me  kêşeya Kurd û Kurdistanê heye ku bi sedan sale  çareser nebûye. Mixabin bûyerên ku îro diqewimin û yên ku ewê dahatûda biqewimin hemû encamên vê kêşeyê ne.  Divê em vê meselê wisa bizanibin. Dîrok nîşan dide ku ev mesele do li Agrî, Pîran,  Zîlan û li Dêrsimê komkujiya bi deh hezaran Kurd , di mehkemeyên Îstîqlalê de darvekirina Şêx Seîd û Seyîd Riza û plana islahat a şerqê de koçberkirina bi darê zorê , talan û bûyera sî û sê guleye. Paşê ev zilm û zordarî wek 12 Îlonê berdewam kir."
 
'BI RÊYÊN MILÎTARÎST ZILMÊ DIKIN'
 
Pîranî, da zanîn ku di vê darbeyê de bi deh hezaran ciwan avêtin zindanan û wiha bilêv kir: "Bi rê û rêbazên milîtarîst û hovane zilm û zordarî û tedayî li van mirovan kirin û meseleya Kurd û Kurdistanê terorîze kirin û van insanan mecbûr man derketin serê çîya. Paşê bi şer û pêvçûn ev mesela mezin bû. Ev dewlet ji avakirina xwe hetanî niha herdem daxwazên Kurd û Kurdistanî bi navê teror û cûdaxwazî lanse kiriye û mafên Kurdan ên însanî û wicdanî û hiqûqî nas nekiriye . Ev helwest herdem şîddet û zîlmê bi xwe ra anîye. Li ser vê meseleyê de sedsal derbas bû. Di vê navberê de gelek desthilat û hikûmet guherin. Lê dîsa jî helwesta dewletê li hemberê Kurd û Kurdistanê neguherî û wisa xuya ye ku ewê neguhere jî. Ji ber vê yekê miletê Kurd divê bizanin ev şîddet û şer û pevçûn xizmet li  kî dike baş fahm bikin û li gor vê rastîyê tevbigerin."
 
'WEZÎRÊ NAVXWEYÎ NIKARE JI BERPIRSIYARIYÊ XILAS BIBE'
 
Pîranî, anî ziman ku kîjan malbat dibe bila bibe hemû wekhevin, daxwazên wan rewa ne û pîrozin û wiha rêz kir: "Rayadarên dewletê, wezîrê nevxweyî, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl divê hemû dayikan wek hev bibînin. Yanê mixetab sazîyên ewlehîyê ne û wezareta navxweyî û serokkomar e. Van sazîyan wezîfa wan çareserkirina kêşe û agahdarkirina hemwelatîyan e. Ji ber vê yekê wezîfeya wezîrê navxweyî beşdarbûna çalakîyan nîne û bi vê awayî ji nikare ji berpirsîyarî jî xilas bibe."
 
BANG KIRIN 
 
Pîranî, bal kişand ser nêzîkatiyên dewletê û ev bang kir: "Em partî û hereketên Kurdî bang li dewlet û hikûmetê dikin ku ji bo çereseriya navnîşana  kêşeyên malbatan meclîs e. Divê kêşeyên malbatan û hemû meseleyên civatê  li meclîsê werin çareserkirin. Şandina malbatan li ber avahîyên partîyan, neçarî û sosret e. Di vê babetê de em wek partî û hêreketên Kurdistanî çi bikeve ser milê me em amade gavên însanî biavêjin. Di dawîyê de em dixwazin li ser kêşeya Kurd bibêjin hemû  sedemên pirsgirikên me xetimandina pirsgirêka Kurde. Pirsgirêka Kurdî  me pir diêşîne û bêzar dike. Ev mesele tenê meseleya Kurdan nîne ku serjimêra Kurdan 50 milyon e. Ev mesele meseleya cîranên milletê Kurdin ku serjimira wan 250 milyon e. Ev mesele hemû xelkên rojhilata navîn  eleqedar dike. Ji ber vê yekê em Yekîtiya  Ewropa û Neteweyê  Yekbûyî  û sazîyên sivîl ên navnetewî bang li wan dikin ku werin Dewleta Tirkiyê hişyar bikin. Bila kêşeya Kurdî bi rê û rêbazên aşitiyane were çareserkin. Dawiyê gotina me ev e  pirsgirêka Kurdî pirsgirêka hemû mirovahiyê ye  ji ber vê yekê divê em tevde  têbikoşin."