STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku welat mehkûmî hiqûqa tecrîdê hatiye kirin û got: "Niha li 4 erdnîgariyan nêzî 45 milyon kurd dijîn. Eger em vê nehesibînin, em ê li vî welatî nikaribin aştiyê ava bikin. Ji bo vê îktîdarê soza me komara demokratîk, aştiyeke birûmet e."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveya serdanên derbarç tayînkirina qeyûman, reforma darazê, tifaqa demokrasiyê û nîqaşên ji qanûneke bingehîn a demokratîk de li navçeya Kagithane ya Stenbolê bi komeleyên herêmê re rûnişt. Hevdîtin li Okmeydaniyê li Eywana Premium Labellayê pêk hat. Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek jî di nav de gelek endamên partiyê û endamên komeleyên herêmî tev li hevdîtinê bûn.
Di hevdîtinê de ewilî Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî. Taşdemîr, bilêv kir ku nêzî mehekê ye ew civînên gel çê dikin û got: "Di vê civînê de armanca me ew e ku em di xebatên ji bo qanûneke bingehîn de guh bidin daxwazên gel. Ev hevdîtin jî coşa me mezintir kirin. Em ê dengê xwe li gor daxwazên gel bilind bikin. Civîna niha jî bi vê armancê hatiye çêkirin. Dewleteke komara demokratîk, bi qanûneke bingehîn a demokratîk diyar dibe. Gelê me li dijî hermû zext ûz oriyan helwesteke birûmet nîşan da."
'ZIMANÊ ZIKMAKÎ HEQ E'
Piştî Taşdemîr, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û got, ev çalakiya bi komeleyên herêmî re çalakiyeke pir biqîmet e. Temellî, diyar kir ku welat di pêvajoyeke pir giran de ye û bal kişand ser astengkirina gotina stranên kurdî. Temellî, got: "Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku dûrî aqila ye. Em rengê feraseta faşîst û tekparêz di vê yekê de dibînin. Lê belê em baş dizanin ku zimanê zikmakî heq e, perwedehiya bi zimanê zikmakî heq e. Bi vî awayî wê gelek pirsgirêk hel bibin."
'TECRÎD LI TEVAHIYA WELAT PÊK TÊ'
Temellî, destnîşan kir ku welat mehkûmî hiqûqa tecrîdê hatiye kirin û got, ew ê tu carî tecrîdakirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nekin. Temellî, got: "Ev feraseta faşîst ku zimanê gel red dike, di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayîn kirin. Lê belê ev tecrîd tenê ne li ser Birêz Ocalan e, li tevahiya welat pêk tê. Eynê wekî tişta li Birêz Demîrtaş û hevalên me yên din tê kirin. Di dîrokê mînakên bi vî rengî pir in. Dadgehên Îstiklalê hebûn. Lê belê ji ber ew nikarin çareseriyan peyda bikin, helet em ê dev jê bernedin. Sedema pirsgirêkên niha ji ber awayê vê rêveberiya xêtikî ye. Divê rojek berî rojekê ev ji vê xelas bibin."
'ÎKTÎDAREKE KU ŞER FERZ DIKE HEYE'
Temellî, destnîşan kir ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkan e û got: "Meseleya kurd tenê ne meseleya Tirkiyeyê ye, meseleyeke kûrewî ye. Niha li 4 erdnîgariyan nêzî 45 milyon kurd dijîn. Eger em vê nehesibînin, em ê li vî welatî nikaribin aştiyê ava bikin. Ji bo vê îktîdarê soza me komara demokratîk, aştiyeke birûmet e."
Her wiha Temellî, destnîşan kir ku îktîdareke kuşer li civakê ferz dike heye û got, wê polîtîkayên neçareserkirinê nikaribe Tirkiyeyê heta 2023'yan bibe û dibe ku di nêz de hilbijartineke pêşwext çê bibe.
Temellî, bal kişand ser qanûneke bingehîn a nû û got, pêdiviya sereke ya vî welatî qanûneke bingehîn a nû ye û got: "Mutabeqateke civakiyî ya vî welatî tuneye. Qanûneke bingehîn a sîparîşî ya 12'ê Îlonê heye. Yanî qanûneke bingehîn a pînekirî ye. Qanûneke bingehîn ancax bi mutabaqeteke civakiyî watedar dibe. Divê em qanûneke bingehîn çê bikin ku hemû derdorên civakê xwe tê de bibînin."
LI DIJÎ QEYÛMAN ÎMZE HATIN BERHEVKIRIN
Di dema axaftinan de komeleyên herêmê derbarê tayînkirina qeyûman de îmze berhev kirin. Wê ev îmze paşê ji Wezareta Karên Navxweyî re bên şandin.
Hevdîtin bi pirs û bersivan bi dawî bû.