NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, têkildarî amadekariyên konferansa 3'emîn, diyar kir ku hevdîtinên wan gelek erênî pêk hatin. Abdullah, destnîşan kir ku Konferansa Jinên Kurd wê bibe bingeh û amadekariya Konferansa Neteweya Kurd û Kurdistanê jî. Abdullah, konferansa CHP'ê ya Neteweya Sûriyeyê jî nirxand û got: "Dema pirsgirêkek tê niqaşkirin divê xwediyê wê pirsgirêkê jî li wir amade be. Yên ji bo çareseriyê têdikoşin ne amade ne. Ji ber vê yekê ev tim seqet û bê encam dimîne."
Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Herêma Kurdistanê di 24'ê Îlonê de dest bi serdana rêxistinên jinan ên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li bajarên Başûrê Kurdistanê kir. Heyetê piştî hefteyekê hevdîtin kirin derbasî Rojava bû. Endama Kordînasyona Kongra Star Asya Abdullah, têkildarî ziyaretan, rola jina kurd, amadekariya konferansê û konferansa CHP'ê ku ji bo Sûriyeyê li dar xist ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
'ARMANC AMADEKARIYA KONFERANSA JINAN A 3'YEMÎN BÛ'
Asya Abdullah ewil li ser armanca ziyareta Başûrê Kurdistanê û encama wê axivî û wiha got: "Bernameya me ya hefteyî ji bo amadekariyên konferansa 3'emîn a jinên Neteya Kurd bû. Armanca yekemîn, me xwest li gel rêxistinên jinên Başûr û Rojhilata Kurdistanê yên niha li Başûr li ser armanca konferansê niqaş bikin. Berê me li Amedê û Hewlerê 2 konferansa Neteweya Jinên Kurd li dar xistibûn. Biryar bû ku konferansa 3'emîn a jinên Kurd li dar bixin. Ji ber geşedanên li Kurdistanê pêş ket demek dirêj ket navbera konferansên me. Me wekî şandeya Başûrê Kurdistanê xwest li gel jinên bi rêxistinên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji bo naveroka konferansê niqaşekê bidin meşandin. Ji ber rewşa li Kurdistanê bi tevahî pêş ket navberek ket xebatên konferanê. Ji ber ku ev xebat komîteya amadekar dabû destpêkirin me weki şandeya Rojava li Başûr û Rojhilat xwest dîsa bi rêxistinên jinan re niqaşekê bidin destpêkirin. Carek din li ser girîngiya xebatên hevbeş, ji bo tevahî rêxistinên jinên kurd bidin meşandin. Bi rêxistinên siyasî û civakî re jî xebatek hevbeş bimeşînin. Li ser esasê nîqaşên hevbeş me xwest vê konferansê berdewam bikin. Ji ber pêşketiyên çêbûn, destkeftî û berxwedana jinan li hemû qadan tecrubeyek peş ket. Rol û mîsyon dikeve ser hemû rêxistinên jinan ji bo wê jî derfet û tecrûbeyek baş heye. Em dikarin destkeftiyên heyî çawa zêdetir biparêzin û mezin bikin? Dikarin çawa rê li pêşiya êrîşên heyî bigirin? Demên borî êrîş li ser destkeftî û îradeya jinan pêş ket. Di aliyê fîzîkî de komkujî pêş ketin. Li Şengalê komkujiyê rû da. Dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye û heman rewş li wir jî derbas dibe. Îro bi hezaran jin ji bo têkoşîna demokratîk û neteweyî li ber xwe didin. Yek ji bo girîngiya xebatên hevbeş em xurt bikin û ji bo pirsgirêkên heyî em bi hevre çareser bikin. Li ser armanca konferansê û li ser rewşa siyasî ya dawî niqaş û parvekirinên berfireh çêbûn. Li ser mijara jin hemû nokteyên me hevbeş in. Têkoşîna me hevbeş e. Parastina destkeftiyên neteweyî û parastina têkoşîna jinan aliyê me yên hevbeş in. Nişaşên berfireh çêbûn."
'HEMÛ HEVDÎTIN ERÊNÎ BÛN'
Asya Abdullah, destnîşan kir ku wan hem hem bi rêxistinên jinên, hem jî bi rêxistinên jinan ên partiyên siyasî re hevdîtin kirin û wiha axivi: "Çar hevditinên li gel rêxistinên jinan ên Rojhilatên Kurdistanê çêbûn. Sê hevdîtin bi rêxistina jinan ên partiyên siyasî û hevdîtinek bi Rêxistina Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) re pêk hat. Hemû hevdîtin erênî pêş ketin. Ji ber ku bi taybetî li ser nokteyên hevbeş û rêxistina hevbeş pêk hatin. Em bi hevre çawa dikarin destkeftiyê heyî biparêzin û pêş bixin. Em çawa hevbeş têkoşînê pêş bixin. Ev hevdîtin û niqaşên li ser mijarên hevbeş hatin kirin bû amadekariya konferansa 3'emîn ku em li dar bixin."
'BÛ MORALEKE MEZIN'
Abdullah, anî ziman ku wekî jinên Rojavayê Kurdistan bi xwe perçeyekî konferansa jinan a Neteweyî ne û wiha pêde çû: "Ji berê ve jî em nûnerê komîteya amadekarin û me 5 kesan di komîteyê de cihê xwe digirt. Ji ber vê, ev xebat, xebatek hevbeş e. Ne tenê xebata beşek jinên Kurdistanî ye. Xebata hemû jinan û hemu beşên Kurdistanê ye. Vê xebatê carek din derfet da me. Em ji aliyê jinan ve rasti pêşwaziyek xurt hatin. Ziyareta şandeyê ji aliyê hemû rêxistinên jinan ve bi kêfxweşî hat pêşwazikirin. Niqaşên berfireh çêbûn. Mijarên me yên esasî xebatên amadekariya Konferansa 3'emîn bû. Gelek mijarên din ên li ser jinan jî hatin niqaşkirin. Hemû rêxistinên ku me bi wan re hevdîtin kir jî anîn ziman ku li ser heman xalan dibin yek. Diyar kirin ku ji her demê bêtir pêdivî heye. Dîsa derfet û tecrûbe heye ku em li ser xalên hevbeş bên cem hev. Hem şandeya me û hem rêxistinên ku me bi wan re hevdîtin kir moral girtin û erêni derbas bû.
Asya Abdullah, der barê amadekariya konferansê de anî ziman ku du beş girîng in ji bo xebata konferansê û wiha lê zêde kir: "Yek niqaşên di navbera tevger û rêxistinan bi xwe bi xwe ye. Ji bo amadekariyê konferansê pêwistî bi niqaşên navxweşî heye. Mînak Bakurê Kurdistanê niqaşê di nava xwe de bike, Rojhilatê Kurdistanê niqaşê di nava xwe de bike heye. Dîsa Başûr û rojava tevahiyê Kurdistanê rêxistin û tevgerên jinan niqaşên di nava xwe de bikin heye. Ji bo amadekariyê pêdivî bi niqaşek baş heye. Beşek dîtir a ji bo amadekariya Konferans jî Komîteya Amadekar a ji 22 kesan pêk tê heye. Ji bo komîteya amadekar berê biryar hatibû girtin. 22 Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Sêyemîn hene. Ev komîte berê hatbû avakirin. Ji Bakurê Kurdistanê 5, ji Başûrê Kurdistanê 5, ji Rojhilatê Kurdistanê 5 û ji Rojavayê Kurdistanê jî 5 endamê komîteyê hene. Dîsa yek nûner ya KNK'ê û yek nûner jî ya KJK'ê ye. 22 endamên komîteyê berê xebatên xwe dest pê kiribûn. Heta astekê amadekarî kiribûn. Gelek belge amade kiribûn û niqaş kiribûn. Lê gelek rojevên din ên pêwistî bi niqaşan hebû mabûn. Diviya bû nerîn û fikrên rêxistin û saziyên dîtir bên girtin. Ji bo amadekariyên konferansê giringe ku xebatên komîteyê werin destpêkirin. Ji bo wê divê xebat û niqaş temam bibin. Gelek mijar erka komîteya amadekar in ku wan pêk bîne. Divê erka xwe zelal bike, diyar bike. Divê bernameya konferansê diyar bike. Di dema pêş de ev komîte wê li ser van hemû mijaran raweste û zelal bike û kar bide meşandin."
'PIŞTÎ AMADEKARÎ TEMAM BÛ WÊ DÎROK ZELAL BIBE'
Abdullah, têkildarî dîroka konferansê jî axivî û wiha got: "Dema komîte hemû karê heyi temam kir, wê dîrokê diyar bike. Kengî amadekarî bi dawî bûn dikare dîroka wê jî zelal bike. Ev xebatek neteweyi ye. Bakur, Başur, Rojava û Rojhilat jî di nav de ye. Ev konferans li ser esasê prensîbê berê hatibû diyarkirin wê pêş bikeve. Li ser esasê biryara konferansa 2'eyîn hem jî li ser xebaten hatine kirin çarçoveyê diyar dike. Wê nûnerê hemû aliyan di nava vê xabatê de cihê xwe bigirin. Hemû nûnerên di nava komîteyê wan biryar û prensîban esas digirin."
'KONFERANSA JINÊN KURD E'
Abdullah, anî ziman ku ev Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd e û wiha berdewan kir: "Ji bo wê jî me wekî jinên Kurd pêwistî bi xebatek hevbeş dît. Sazîbûyînek û mekanîzmayek li ser esasê giştî pewist e. Ji bo têkoşîna azadiya jin, pêşeroja jin, parastina destkeftiya jin, li dijî xeteriyan prastin, bi hevre li dijî xeteriyan têkoşîn, ev hemû mekanîzmayekê dixwazin. Ev konferans bi taybet ji bo jinên Kur e. Lê em dizanin ku têkoşîna jina Kurd, têkoşîna Azadiya Jina Kurd, berxwedana jina kurd, tecrûbeyên heta niha hatiye pêşxistin, ji bo hemû jinan e. Ji ber ku doza jinan tev yek e. Dibe ziman, nasname û çanda wan cuda be, lê armanca hemû jinan yek. Her dem pêşketina jina kurd bandora xwe li ser hemû jinan çê dike. Berxwedana jina kurd ne tenê li ser jina kurd, li ser hemû jinên herêmê û cîhanê bandora xwe kiriye. Konferans, konferansa jinê kurd e. Lê, em çawa dikarin van destkeftiyan bikin malê hemû jinan. Em çawa dikarin têkoşîna hevbeş bêtir bi hevre xurt bikin. Hem jinên kurd û hem tevahiya jinên li Rojhilata Navîn, tevger û rêxistinên jinan ên henen, tevger û rêxistinên jinan ên cihanê hene xwedî tecrûbe ne. Em çawa dikarin van destkeftiyan bikin yek û bi hevre têbikoşin. Wekî prensîb em her tem têkoşîna jinan a hevbeş esas digirin."
KONFERANSA JINAN WÊ BIBE BINGEHA KONFERANSA NETEWEYA KURD
Abdullah, li ser rol û rista konferansa jinan jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hêza jinan ji bo siyaseta neteweyî rol û mîsyon dikeve ser milê hemû rêxistinên jinan. Jin îro du erkê xwe hene. Hem ji bo azadiya jinê têdikoşîn û berxwedanek mezin dimeşînin. Ya din jî ji bo têkoşîna azadiya neteweweyî ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Neteweyî ya Kurd ya li Rojhilata Navîn li ser esasê aştiyane û demokratîk çareser bibe. Kurd karibe bi nasname û çanda xwe bijî, jinê wekî erk û misyona xwe di hemû qadan de têkoşînek mezin daye. Bedelên mezin dane. Tecrûbeyek jî çêbûye. Jinên kurd 2 konferans li dar xistin. Niha em amadekariyên konferansa sêyemin dikin. Ev bi xwe amadekariyek mezin û bingehekî mezin e ji bo amadedekariya Konferansa Neteweya Kurd ku bê li dar xistin. Lê mixabin hem pirsgirêkên heyî û hem jî mudaxaleyên tên kirin wekî Kurd me nikarîbû heta niha konferansek Kurdistanî li dar bixin. Me nikarîbû stratejiyek hevbeş a siyasî û dîplomasiyek hevbeş ava bikin. Me nikarîbû nerîn û destkeftiyên hevbeş ên neteweyî biparêzin. Ji ber vê qenaetek me heye ku têkoşîna jin a neteweyî dikare rê li pêş konferansa Kurd a neteweyî veke. Dikare bandorek mezin li ser têkoşîna neteweyî ya tevahî bike. Ji ber vê yekê lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Jinan a 3'yemîn dikare ji bo konferansa neteweya kurd bibe bingehek xurt û bandorek xurt ji bo konferansa neteweya Kurd û Kurdistanî. Her dem nerîn û fedekariya jin a neteweyi li peş e. Em konferansa neteweyî tenê erka partiyên siyasî an jî tenê arka mêran nabînin. Lidarxistina Kongreya Neteweya Kurd wekî jin erkekî me ye jî. Pêwist em jî li dijî hişmendiya ku nayê kongreya neteweyî û li pêş kongreyê dibin asteng, têbikoşin. li dijî nerîna teng a partîtî divê em jin jî têbikoşin."
'GER XWEDIYÊ ESASÎ NEBE KONFERANS ENCAM NAGIRE'
Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, herî dawî bal kişand ser konferansa CHP'ê ku li dar xist jî û wiha bi dawi kir: "Her platform û konferansên ku li ser esasên çareserî û esasên demokratîk tên li darxistin girîn in. Ya girîng li ser kijan hişmendî û armancê tê li dar xistin e. Encamê wê vê yekê diyar dikin. Em ne li dijî komcivîn û platformên ku pirsgirêkên îro hene bigirin dest in. Em ne li dijî civînên ku nerinek hevbeş avabikin, nerînek hevbeş li ser esasê çareseriya demokratîk çêke nin. Divê mafê her kesî bê parastin. Hebûn û nasnameya her alî bê parastin. Em jî ji bo vê yekê têdikoşin. Hemû platformên ku li gorî vê yekê pêk bên em destekê didin. Lê hinek platform tên çêkirin ne li ser vî esasî ne. Sinorak tê diyarkirin. Li gorî sînorê heyî ev platform tê li darxistin. Nikarin zêde niqaş bikin. Nikarin xwe zêde tevlê bikin. Rojane platform tên çêkirin. Naverok û bandora wan çiqas dikarin wek hev nêzîkî hemû aliyan bibin? Ev pirsgirêk e. Pirsgirêkek e ji bo kesên van platforman amade dikin û pêşengtiya wan dikin. Divê platform ji hemû nerînan re vekirî bin. Demokratîk û zelal bin. Her kes tevlê bibe û xwe bîne ziman. Dema pirsgirêkek tê niqaşkirin divê wê demê xwediyê wê pirsgirêkê li wir amade be. Mixabin gelek caran ev platform tên amadekirin, lê xwediyê pirsgirêkê yên esasî ne amade ne. Yên ji bo çareseriyê têdikoşin ne amade ne. Ji ber vê yekê ev tim seqet dimîne. Bê encam dimîne. Heta niha jî, ji xwe ev yek wisa dimeşe. Bi taybetî platformên der barê Sûriyeyê de tên kirin encamên ku tên xwestin bi dest newistine. Ji ber ku bi vê hişmendiyê tên kirin. Ji ber vê yeke platformên li ser esas û prensibên demokrasiyê neyên kirin û hesabên wan ên siyasî hebin encam nagire."
MA - Mehmet Alî Ertaş