STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û ji bo hevserokatiya bajêr Elîf Bûlût û Erdal Avci hatin hilbihartin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li Navenda Çanda Yahya Kemal Beyatli hat lidarxisstin û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Piştî axaftinên hatin kirin, Rapora Xebatan û Rapora Aboriyê hat xwendin. Dûre hilbijartin hat kirin û ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci hatin hilbijartin.
Dûre Bajar derket ser dikê û piştî stranên xwe gotin, kongre bi dawî bû.