ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, derbarê êrîşên li ser partiya xwe û tayînkirina qeyûman a şaredariyan nirxand û got: “Em carek din dibêjin, ên ku dixwazin HDP’ê têk bibin wê tu carî bi ser nekevin. HDP neket û wê tu carî nekeve. Me çok ne danî erê û emê çokê xwe nedanîn erdê.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pevîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Bûldan, salvegera girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenteran a 4’ê Mijdarê 2016’an, zextên li ser partiya xwe û tayînkirina qeyûman ên şaredariyan nirxandin.
HUSEYÊN AYKOL BEŞDARÎ CIVÎNA KOMÊ BÛ
Bûldan, rojnameger Huseyîn Aykol ê 3 mehan girtî ma û di 25’ê Cotmehê de ji girtîgehê hat berdan û tevlî civîna komê bû silav kir û wiha got: “Di nava me de çinarê çapemeniya azad mamosteyê me rojnameger Huseyîn Aykol heye. Piştî girtina 3 mehan di rojên derbas bûyî de gehişt azadiya û îro li gel me ye. Mamosteyê min Huseyîn tu dîsa bi xêr hatî nava me. Di şexsê we de ez hemû kedkarên çapemeniya azad bi heskirin û rêzdarî silav dikim.”
‘HEMÛ CÎHANÊ REZÎLTIYA WAN DÎT’
Bûldan, bal kişand ser kongreya Rêxistina Partiya xwe ya Stenbolê ya di 3’yê Mijdarê de hat lidarxistin û wiha bilêv kir: “Me di dawiya heftê de bi tevlîbûnek mezin û heybet a gelê xwe kongreya xwe ya Stenbolê li dar xist. Ligel hemû zextên heyî jî, me kongreya partiya xwe HDP’ê pêk anî. Emê partiya xwe bi kongreyan hîn mezintir û bihêztir bikin. Weke ku tê zanîn bi her awayî xwestin xebatên me yên kongreyê asteng bikin. Parlementerên me yên xwestin belavokên vexwedina kongreya Stenbolê belav bikin, lê neçar man ku bibin ablûkeyek zêde ya polîsan de belav bikin. Hemû cîhanê wêneyên rezîltiya wan û dîktatoriya wan dîtin. Gelê me li dijî dorpêça wan, seknek biheybet nîşan da. Bila ev jî ji wan re bibe dert.”
‘HDP BEHRA TÊKOŞÎNÊ YE’
Bûldan, derbarê zext û qeyûm tayînkirina şaredariyên HDP’ê de jî axivî û wiha pê de çû: “Em carek din dibêjin, ên ku dixwawzin HDP’ê têk bibin, wê tu carî bi ser nekevin! Emê destûrê nedin vê yekê. HDP li ser piyane û bê navber têkoşîna xwe dewam dike. HDP neket, wê ne keve. Hûnê nekarin me bixin. Me çokê xwe ne danî erdê û emê ne danîn erdê. Emê serî netewînin. Ji ber ku HDP behra têkoşînê ye. Behra gelekê ye. Heya ku HDP hebe, wê hêvî, cesaret, biryardarî, serkeftin û serfirazî hebe. Heya ku HDP hebe, wê hêviyên gelên me yên demokrasî, azadî û edalê bê xwedî nemîn in.”
‘LI DIJÎ NÛNERTIYA JINÊ DARBE YE’
Bûldan, da zanîn ku 4’ê Mijdarê di heman demê de li dijî têkoşîna jinan jî darbe ye û wiha bilêv kir: “Darbeya li dijî nûnertiya jinan a di siyaseta demokratîk de ye. Berxwedana birûmet a Yuksekdag, berxwedana hevpar a hemû jinan e. Yuksekdag bûye bimîlyonan. Em li vê derê carek din bang dikin, ger hinek edalet ma be jî, divê daraz peywira xwe bi cih bîne. Dawî li vê komkujiya hiqûq û demokrasiyê û rezaletiyê bînin. Demîrtaş û hemû hevalên me, ji aliyê dozgerên AKP û FETO’yan hatin girtin.
Rih û ramanên derbekaran di desthilatdariyê deye. Di hefteya derbas bûyî de dadgehê derbarê hevalê me Abdullah Zeydan de biryara berdanê da. Lê dozgerê AKP’ê biryar îtîraz kir û biryara dewama girtina wî dan. Ev biryar rezîltiya hiqûqê nîşan dide û mîna herî dawî ya kortikê ye. Êdî bêhn bi tûzê ketiye. Bizmar li tabûta edaletê ketiye. Ên ku hevalên me dîl girtine û siyaseta Demokratîk a HDP’ê didarizînin, wê yek bi yek hesabê vê bidin.”
DIBÊJIN KU KURD NIKARIN HILBIJÊRIN
Desthilatdariya tekparêz 15 şaredariyên me yên bi vîna gel hatibûn hilbijartin xesp kirin. Dibêjin ku ‘Kurd nikarin hilbijêrin, xwe bi rêve bibin.’ Ji xwe qeyûm jî tên vê wateyê. Vîna bi mîlyonan hilbijêrên kurd tune hesibandin. Dîroka siyasete heya niha tu carî dirûtiyek wiha û hişmendiyek wiha ya sextekar ne dîtiye.
Kevirê gora Serokê DBP’ê yê başaroka Lîs a navçeya Kopê ya Mûşê Aydin Kaya ji ber ku bi kurdî li ser nivîsan dibû, bi biryara dozger parçe parçe kirin. Kesên ku dibêjin ‘tu pirsgirêka me bi kurdan re tuneye’ gora kurdekê jî rehet nahêlin. Em baş dizanîn ku pirsgirêka we bi kurdan re heye. Hûn jî baş zanibin ku pirsgirêka kurdan jî bi we re heye.
GER SIBE SINDOQ BÊN DANÎN…
Ev desthilatdarî hewl dide rejîma qeyûm ava bike. Ji ber vê encamên hilbijartinê qebûl nake. Ev desthilatdarî ji sindoqan ditirse. Ji ber ku ew jî baş dizanîn ku ger sibe sindoq bên danîn, wê desthilatdariya wan winda bike. Ji ber vê êrîş dikin. Em dixwazin ku dengê ji Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Mêrdîn, Amed û Qereyaziyê derdikeve li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê bê bihîstin. Bila ev deng li Behra Reş jî bê bihiştin. Deng bidin. Ger em îro hemû li dijî qeyûman dernekevin, wê sibe qeyûman tayînî Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî bikin.
EW AXA NE YA WE YE
Îro êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Erdogan dibêje ‘Ger pêwîst bike emê bajarên nû ava bikin.’ Erdogan di vê gotina xwe de bi awayekê aşkere plana xwe ya hilweşandinê îtîraf dike. Dixwazin li ser hilweşandina Sûriyeyê rantê bikin. Wê gelên Sûriyeyê êş û hilweşandinê bijî, dê AKP jî li ser van êşan bajarên nû ava bike! Qaşo wê bajarên koçberan ava bikin. Serokkomar vê îtîraf dike. Gelo hûnê li ser ax û erdê kî bajaran ava bikin? Ma ew axa wê TURGEV’ê ye? Ma xa Bîlale? Gelo hûnê kî ji ser axa kê derbixin. Hedê xwe zanibin. Hûnê ji wê axê derkevin û ji xwediyê wê berdin. Weke ku OSO ne bes be, Artêşa Neteweyî ne bes be, hûnê niha artêşa muteahhît ava bikin û bişînin Sûriyeyê.
PIRSGIRÊKA KURD KÛREWÎ YE
DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyeyê û Kobanê ne karî bi ser bikexe. Ji ber vê îro hûn dixwazin bikevin Bakurê Sûriyeyê. Ji bo ku hûn tola neketina Kobanê hilîlînin hûn li wê derê ne. Li 4 aliyên cîhanê, di serî de gelê kurd, hemû gelên cîhanê li dijî şer li qadane û xwedî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin. Li her derê hemû kes xwedî pergala azadîxwaz a demokrasîk a li wê derê derdikevin. Pirsgirêka kurd îro kûrewî bûye. Hûn herin ku dera cîhanê hûnê rastî vê pirsgirêkê werin.
OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ!
Birêz Ocalan di sala 2013’an de, di pêvajoya çareseriyê de, hişyariya ‘Ger em vê pirsgirêkê çareser nekin, dê ev pirsgirêk bibe pirsgirêka navneteweyî’ kiribû. Lê hikumet guh neda vê yekê. Maseya çareseriyê quliband û dest bi tecrîda li Îmraliyê kir. Ocalan ji bo Bakurê Sûriyeyê pêşniyara projeya aştî û çareseriya demokratîk kiribû. Ji bo ku ev pêşniyara Ocalan bi ser nekeve, dest bi tecrîdê kirin. Gelo encam bû çi? Desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên ewlekariya pirsgirêka kurd kir pirsgirêkek navneteweyî. Mixabin desthilatdariyê pêvajoya heyî ya dîrokî berhewa kir.”