ENQERE - HDP’ê deklarasyona xwe ya helwestê ya li dijî qeyûman aşkera kir. Di deklarasyonê de HDP’ê destnîşan kir ku dê bi tu awayî dev ji destkeftiyên xwe yên ku di encama bedelên giran de hatine bidestxistin bernedin. HDP’ê banga hilbijartin pêşwext li îqtîdarê kir û ji partiyên muxalefetê jî xwest li dora vê daxwazê kom bibin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlêbûna pêkhateyên xwe hemû li eywana Hotela Hîltonê ya li Enqereyê civiya. Di civînê de HDP’ê deklarasyona helwestê ya li dijî qeyûman aşkera kir.
Deklarasyona ku ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ve hat xwendin wiha ye:
“1. Pir aşkera ye ku êdî Tirkiye bi rejîma qeyûm ve tê birêvebirin. AKP’ê hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê wekî firsendek dît û bi Rewşa Awarte darbeya siyasî pêk anî û piştre bi piştgiriya MHP’ê bloka îktîdarê ava kir û wekî karê destpêkê jî rêveberiyên herêmî xesp kirin. Pergala Hikûmeta Serokomariyê jî li ser darbeya siyasî û zîhniyeta qeyûm hat avakirin.
Polîtîkaya tayînkirina qeyûman li hemberî jiyana hevpar wek dînamîtê ye. Qebûlnekirina encamên hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an û piştre destpêkirin û domandina polîtîkayên tayînkirina qeyûm tenê bi tunehesibandina îradeya gel û sindoqan ve nayê îfadekirin. Di heman demê de tê wê wateyê ku îktîdara AKP-MHP’ê rewa nîn in û bi zext û zordariyan hebûna xwe didomînin. AKP’ê encamên hilbijartina 31’ê Adarê nas nekir û qebûl kir ku rewabûna wan a civakî nemaye. Îktîdareke ku li ser zîhniyeta qeyûm hatiye avakirin li dijî fikrê demokrasiyê û hêviyên ji bo pêşeroja demokrasiyê gefa herî mezin e.
2. Tayînkirina qeyûman a li hemberî kurdan, pêkanîna hiqûqa dijminane ye. Polîtîkayên tayînkirina qeyûman piştî hilbijartinên 31’ê Adarê jî dewam kirin û ev beriya her tiştî binpêkirin û tunehesibandina îradeya gelê kurd û hilbijêran e. Polîtîkaya tayînkirina qeyûman di bingeha hiqûqû û dewleta hiqûqê de tunekirina hêviyên ji bo aştiya civakî ne. Prototîpa rejîma ku dixwazin ava bikin e. Ger polîtîkayên îktîdarê yên li welat û derveyî welat li ber çavan bê girtin dê were dîtin ku bi awayekî aşkera dijminatiyê bi kurdan re dikin.
3. Ji bo pêkhatina demokrasiyê mafê bijartin û hilbijartinê şertê herî bingehîn e. Hiqûqa Mafê Mirovan a Gerdûnî û Makeqanûna Tirkiyeyê jî vî şertî qebûl dikin. Xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê heqareteke li îradeya hemû civakê ye.
4. Demokrasiya xwecihî dergûş û bingeha demokrasiyê ye. Demokrasiya xwecihî û li xwecihî rêvebirin ji bo me rêgez û hedefeke jêveneger e. Li dijî her cure despotîzmê, temînata herî mezine. Ger demokrasiya xwecihî nebe, tu maf û azadiya demokratîk pêşnakeve û jiyana siyasî dê di xetereya vesayetê de asê bimîne. Ji ber vê yekê tayînkirina her qeyûmekî li hemberî demokrasiyê darbeyeke aşkera ye û rê li pêşiya faşîzmê vedike.
Bi pêkanîna OHAL’ê, darbeya li dijî siyaseta demokratîk û tayînkirina qeyûman destnîşan dike ku AKP berdewama darbeyên leşkerî yên berê ne.
5. Modela me ya domokrasiyê bi feraseta demokratîk, ekolojîk azadiya jinan pêk tê û di heman demê de modeleke gerdûnî ye ku bi pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev pêkan dibe.
Bingeha pergala hevserokatiyê ruhê wekhevî û azadiya jinan e û em ê destur nedin ev pergal bibe amûrê operasyonên îdraqê. Hevserokatî û pergala temsîliyeta wekhev a li hemberî serdestiya zilam, yekparêzî, înkar û tunehesibandinê di encama têkoşînan jiyan a bi dehan salan pêşketiye û ji bo veguherandina civakê gaveke girîng e. Hevserokatî xeta me ya mor e û ji bo me rêgez e. Şertê me yê jiyana nû ye. Ji ber ku hevserokatî deskeftiyeke têkoşîna jinan e, qeyûman di destpêkê de hevserokatî hedef girtin. Di serî de em li tevgerên jinan û hemû kesên ku pêşeroja xwe di pêkhatina demokrasiyê de dibînin, partiyên siyasî, rêxistinên kedê, rêxistinên pişeyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sizayên civakî dikin ku li hemberî êrîşan van deskeftiyên me biparêzin, xwedî derkevin û ew jî pergala temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê bixin meriyetê.
6. Nûnerên îktîdarê li xwe mikur tên ku Tirkiye bi pergala qeyûm ve tê birêvebirin û dixwazin vê pergalê li hemû deveran bixin meriyetê. Îktîdar her tim behsa hedefa 2023’yan dike û divê tu kes xwe nexapîne ku ev hedef û plan ji hev cûda nîn in. Projeya wan ew e ku di sala 2020’an de meclisê û di sala 2021’an de makeqanûnê bi temamî bêwate bikin û amadekarî dikin ku di sala 2023’yan de serkeftina rejîmê ragihînin.
Li dij derketina polîtîkayên tayînkirina qeyûman tê wateya bihêzbûna meclisê, makeqanûna aştiyê ya gelan û meşa hevpar a hêzên komara demokratîk û hemû hêzên demokrasîparêz. Li dijî şer, mêtingerî û darbeyan pêşxistina lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û di normên hiqûqa navneteweyî de em ê heta dawiyê siyaseta rêya sêyemîn ango paradîgmaya Komara Demokratîk û çareseriya pirsgirêkên ku sed sal in dewam dikin, biparêzin.
7. Îktîdar qanûnan tune dihesibîne û ji bo rejîma qesrê mayînde bibe serî li polîtîkayên tayînkirina qeyûman dide û ev tê wateya serdestiya zilamekî û ‘Rejîma Tayînkirinê’. Ev zîhniyeta rêveberiyê bi awayekî sîstematîk gel veder dike û xeyala wan pêkanîna rêveberiyeke bêgel e. Pir aşkera ye ku ev feraset komarê û demokrasiyê bi temamî bêmimkun dihêle.
Di rapora Mêrdînê ya Mufetîşên Wezareta Karê Hundir ya îlona 2019’an de ev yek pir aşkera xuya dike. Di raporê de tê gotin ku divê meclisa şaredariyê bi hilbijartinê diyar bibin lê şaredar ji aliyê serokomar ve were tayînkirin. Ev ji holê rakirina xweseriya şaredariyan e û pergala rasterast bi ‘Rejîma Qesrê’ ve girêdan li şaredariyên me tê ceribandin.
8. Polîtîkayên tayînkirina qeyûman tenê li dijî HDP’ê, şaredariyan û gelê kurd dîtin tê wê wateya di ferqê de nebûna planên stratejîk ên îktîdarê. Li gorî wan ji bo ev zîhniyet bi ser bikeve divê muxalefeta civakî û siyasî were bêbandorkirin. Ji ber ku li hemberî planên îktîdarê astengiya herî mezin HDP û têkoşîna gelê kurd e, her tim êrîşî me dikin. Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo sazîbûna faşîzma ku bingeha xwe ji rejîma yekzilamî werdigire pêk bîne rêveberiyên herêmî hedef digire. Qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP’ê dikin gaveke girîng a vê zîhniyetê ne. Ji ber vê yekê pirsgirêk tenê HDP û gelê kurd nîn in, ev pirsgirêka hemû welatiyên ku demokrasî, serdestiya hiqûqê, edalet û aştiyê dixwazin e.
Rewşa Awarte mayînde dikin, sazîbûna rejîma qeyûman pêk tînin û ger ev polîtîka bê temaşekirin, tifaqa AKP-MHP’ê dê bikaranîna hêza îktîdara navendî ve dê rayeya hemû şaredariyên ku qadên wan ên polîtîk û rantê sînor dike ji destê wan bigirin û bikin parçeyek ji qesrê.
9. Rejîma qeyûm di heman demê de rejîmeke parvekerina rantê û dewlemendikirina sermayedarên alîgirên wan e. Qeyûm projeya ku çavkaniyên cemaweriyê li weqf, sazî, komeleyên belavkirin e û bi vî awayî xurtkirina aboriya rejîma 2023’yan e.
Rejîmeke wiha tenê bi polîtîkayên şer û hamaseta neteweperestiyê dikare serdestiya xwe bidomîne. Şerê ku li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin dikare di vê çarçoveyê de were destgirtin. Rejîma qeyûm rejîma şer e. Têkoşîna li hemberî qeyûm têkoşîna aştiyê ye.
10. Li gelek aliyan ve nêrînên ku HDP bila ji parlamentoyê û şaredariyan vekişe derdikeve pêş. Encama ku ji vê nêrînê derdikeve ew e ku meseleya polîtîkayên qeyûm û xespkirina îradeya gel tenê weke meseleya HDP’ê dibîne.
Divê neyê jibîrkirin ku HDP’ê destkeftiyên heyî ewqas bi hêsanî bidest nexistine. Herî zêde jî rejîma qesrê ya zordest dixwaze em ji vê asta ku bi saya bedelên giran gihiştinê, vekişin. Her çiqas qada siyaseta demokratîk gelek hatibe tengkirin jî, hemû gelên Tirkiyeyê demek berê ya nêz de dîtin ku ger em bi hev re tevbigerin, em dikarin bi ser bikevin. Hilbijartinên 31’ê adarê û 23’yê hezîranê di demekî ku di gotin tifaqa AKP-MHP’ê jihev belav nabe de hatin kirin. Lê ev desthilatdariya zordest hate têkbirin. Niha jî desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser bingeha dijminatiya kurdan re hewl dide muxalefetê qels bike û bi hestên nîjdaperestiyê jî dijberiyê bixe nava civakê. Rêya xelasiya ji vê rewşê ew e ku em têkoşîna demokrasiyê bilind bikin û eniyên ku hatine bidestxistin jî heta dawiyê biparêzin. Ya ku dê bi desthilatdariya AKP-MHP’ê bide windakirin jî ev e.
Parastina van destkeftiyên ku gelê me tevî hemû zext û zilmê bi can û keda xwe bi dest xistin, deynê stûyê me ye. Ger ku di vê mijarê de kêmasiyek hebe, ew jî xwedîderketina kêm a li van destkeftiyan e. Berpirsyariya vê jî di serî de ya me û piştre jî ya hemû kesên ku li dijî vê rejîma qeyûm a yekperest bêdeng mayî ne. HDP amade ye ku ji îro û şûnde bêhtir bi rola xwe ya pêşeng rabe.
11. Heta ku mijar di vê çarçoveyê de neyê nîqaşkirin, biryara me zelal e: HDP dê dev ji tu destkeftiyên ku di serî de gelê kurd, gelên Tirkiyeyê di encama bedelên giran de bi dest xistin bernede. HDP, rêveberiyên herêmî jî di nav de, di hemû qadên jiyanê de rastî êrîşên giştî, bi pergal û piralî tê. Lê HDP dê ji tu qadên têkoşînê venekişe û dê li ser bingehên demokratîk û rewa têkoşîna xwe bi biryardarî û bi israreke mezin bidomîne. Armanca me ne tefandin, mezinkirina siyaseta demokratîk e.
Em di vê helwesta xwe û di têkoşîna demokrasiyê ya bi israr de bi biryar in. Ger ku sibê hilbijartin pêk bê, em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd bêyî ku dudil be dê bi awayeke herî xurt xwedî li vîna xwe derkeve. Dibe ku qeyûm avahî û alavên şaredariyan xesp bikin lê bi tu awayî nikarin vîn û fikra gel bi dest bixin. Gelê me dê van sepanan bi tu awayî qebûl neke. Bêyî ku guh bidin xespên qeyûman, hilbijartiyên me jî dê hemû derfetên xwe bi kar bînin û van peywir û berpirsyariyên ku gelê me dane dê pêk bînin. Gelê me jî mîna berê dê îro jî li vîna xwe, li hilbijartiyên xwe û li partiya xwe xwedî derkeve. Gelê me li gel me dê tev li têkoşînê bibe, bi awayeke fiîlî bixebite û li hemberî bêedaletiyê jî têbikoşe.
12. Bangawaziya me ya ji bo raya giştî ye: Avakirina demokrasiyê, parastina destkeftiyan û bidestxistina destkeftiyên nû tenê bi têkoşîneke hevpar a hêzên demokrasiyê re pêkan e. Mîna ku di hilbijartinên dawî ya di rêveberiyên herêmî de hatiye dîtin, em dikarin bi hev re rejîma qeyûman û rêveberiya kesekî rawestînin û pêşî lê bigirin. Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn a demokratîk û bêîtîatiya sivîl re berxwedanê mezin bikin.
Ji bo raya giştî ya navneteweyî: Erdogan hemû sepanên rejîma xwe ya otorîter a ku dixwaze ava bike, ji ewil li ser kurdan ceriband. Di êrîşên xwe yên li dijî hilbijartiyên kurdan û zimanê kurdan de hinceta ewlehiyê nîşan da û bi vê yekê re hemû muxalefet bêdeng kir. Di demên piştre jî amûrên zextê li temamiya Tirkiyeyê belav kir. Di vê çarçoveyê de sepanên li dijî demokrastiyê tenê li ser kurdan bisînor neman, hema hema li temamiya welat belav bûn.
Rewşa heyî ya li Tirkiyeyê xwedî potansiyaleke wisa ye ku dikare xerabiyê zêde bike û li erdnîgariyên din jî berbelav bike. Erdogan ku yek ji berpirsyarên mezinkirina şerê li Sûriyeyê ye, penaberên ku ji war û welatê xwe bûn li dijî welatên Rojava weke şantajê bi kar tîne. Ev jî yek ji mînakên vê potansiyalê ya herî berbiçav e.
Helwesta bendewar; ne helwesta siyaseta demokratîk, helwesta hêzên desthilatiyê ne! Li dijî hêzên hewl didin Tirkyeyê bêramtir bikin û ji bo parastina nirxên demokrasiyê em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji me re bibin alîkar û li dijî êrîşên li ser HDP’ê dengê xwe derxînin.
Bangawaziya me ya ji bo tifaqa AKP-MHP’ê ye: Ev desthilatdariya ku mîna di hilbijartinên 31’ê adarê û di 23’yê hezîranê de jî hatiye dîtin, piştgiriya piranî ya gel winda kiriye û rewabûneke wê ya civakî nemaye. Hewl dide bi rêbazên mîna qeyûman û yên darbeyên siyasî vîna gel xesp bike. Lê êdî dê nekare bi awayekî derhiqûqî û nerewa gelê me birêve bibe. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji desthilata AKP-MHP’ê rizgar bibin, em banga ‘Hilbijartina pêşwext’ dikin. Ev banga bêminetiyê ye. Em li vir bêminetiyê didin wan! Em bang li hemû muxalefetê dikin ku li dora vê daxwaza hilbijartina pêşwext bibin yek û bikevin nava tevgerê.
Nasname û bawerî çi dibe bila bibe, em hemû yek bi yek di berbanga roja ku divê berpirsyariyên dîrokî bigirin ser xwe de ne. Ev berpirsyariya dîrokî ewqas girîng e ku tu kes nikara ji ber nîqaşên siyasî, nasnameyan û ji ber hesabên erzan bike qurbanî. Li dijî hemû zext û ferasetan faşîst, em weke HDP’ê bi vî ruh û hişmendiyê hemû hemwelatiyên xwe yên ku dibêjin demokrasî, aştî û edalet, hemû partiyên muxalefetê yên li meclisê û yên li derveyî meclisê, saziyên civaka sivîl, sendîka û yekîneyên pîşeyê û komeleyên demokratîk vedixwînin piştevaniyeke aktîf û banga têkoşîneke hevpar û tifaqa demokrasiyê li wan dikin.”