Yildirim: QSD, dest bi xebatê Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê kir

img

ENQERE - Alîkarê hevserokên giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim pêşketinên li Sûriyeyê nirxand, da zanîn ku ruxmê astengiyên Tirkiyeyê jî hêzên Bakurê Sûriyeyê dest bi xebata Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê kirine. Yildirim, der barê êrîşke li dijî Efrînê de jî ev tişt got: "Dê Efrîn bibe Vîetnama Tirkiyeyê."

Piştî biryara li Soçiyê hat girtin, tê plankirin ku di navbera 29-30'yê Çileyê de Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bê lidarxistin, dê kîjan hêz tev li kongreyê bibin nîqaşên di vê der barê de dewam dikin. Bi taybetî Tirkiye dixwaze hêzên di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de paytexta DAIŞ'ê Reqqa rûxandin, asteng bike û nehêle tev li kongreyê bibin. Tirkiye ji dervê QSD'ê, dixwaze ENKS'ya ku li Rojava gelek caran tevlihevî derxist û yên girêdayê xwe tev li kongreyê bike. Heta lîsteya di vê der barê de amade kirin, radestî Rûsya û Îranê jî kirin.
 
Ji hêla din Rûsyayê got ku "Li Sûriyeyê şer qediya, dema çareseriya demokratîk e" û deklarasyona DYA'yê ya Vîetnamê û di heman wateyê de Rûsyayê da zanîn ku ew ê leşkerên xwe paşve bikişînin, Tirkiye ji bo vê pêvajoyê berovajî bike êrîşeke li dijî Efrînê her dem zindî dihêle.
 
TIŞTÊN KU RAYEDARÊ RÛS GOTIN… 
 
Alîkarê hevserokên giştî yên HDP'ê Nadir Yildirim, gavên ku li Sûriyeyê tên avêtin û dixwazin bên avêtin, pêşketinên li Bakurê Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
Li gorî Yildirim ev hemû pêşketinên li Sûriyeyê, piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) DAIŞ têk bir dest pê kirin û ev tişt got: "Piştî QSD'ê li Reqqa û Dêra Zor DAIŞ têk bir, bi fîlî şer qediya. Di vî warî de nêzikatiyeke Rûsya û Amerîkayê heye. Yanî li Sûriyeyê şer qediya û dema çareseriya siyasî hatiye û di vê xalê de li hev kirine. Her du welatan bi daxuyaniyan û bi deklarasyona Vîetnamê ev anîn ziman."
 
Yildirim axaftinên xwe wiha dewam kir:
 
“Di aliyê rojavayiyan yanî DYA û Ewropayê de der barê Sûriyeya nû de hin nîqaş tên meşandin. Nîqaşên der barê makeqanûna nû û sererastkirinên nû, dîsa di warê îdareya Sûriyeyê û şekil dayîna erdnîgariyê de, nîqaş tên meşandin. Em dibînin ku Rûsyayê di pêşketina nû de pozîsyona xwe bi hêz kiriye. Hem di warê pêşketinên li Sûriyeyê de û hem jî di pêşketinên Rojhilata Navîn de, pozîsyoneke wiha çê bû. Di şerê 7 salan de rejîma Sûriyeyê hebûna xwe parast û ev êdî tê qebûl kirin.
 
JI RONESANSA DI PÊŞENGIYA KURDAN DE PÊK TÊ DITIRSIN
 
Rastiyeke din jî hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye. Van hêzan li gel parastina hebûna xwe, hêzeke mezin bi dest xistin. Gotineke rayedarekî rûs heye û di pratîkê de jî hebûna xwe piştrast dike, dibêje ku 'Çiqas diz, kujer, çete û di nezera gelên Sûriyeyê de tu bersiva xwe nîne, tenê di bin serweriya hin dewletan de ne, hebe li platformenek navnetweyî cih digirin, muxatab tên girtin. Lê QSD ya ku temsîla gelê kurd û hemû gelên li Sûriyeyê ye, xwedî hebûneke demokratîk e, di tu platformên me yên navneteweyî de nayê temsîlkirin. Heta ev rewş wiha berdewam bike dê ji pirsgirêkan re çareserî neyê dîtin.'
 
Bi vê re derketiye holê ku hêzên li Sûriyeyê di çareserkirina meseleyê de bûne xwedî fikrekî. Lê hêzên statuko yên herêmê, dixwazin vê asteng bikin û bingeha wê xirab bikin, azadiya kurdan tune bikin. Ev hêz kî ne; Sûriye, Tirkiye û Îran in... Tirsa wan e mezin ew ke kurd li Rojhilata Navîn bigihêjin azadiya xwe. Yanî ji ronesansa di pêşengiya kurdan de pêk tê ditirsin."
 
QSD DEST BI AMADEKARIYÊN KONGREYÊ DIKE
 
Yildirim destnîşan kir ku kurd û hevkarên wan berê ji civînên Cenevre û Astanayê jî hatin dûrxistin û heman hêz îro dixwazin kurdan li derveyê Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bihêlin û wiha axivî: "Lê qasî ku em dizanin dest bi xebatên kongreyê kirine. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî di nava vê amadekariyê de ne û dest bi xebatan kirine."
 
Yildirim li ser israra Rûsyayê ku dixwaze QSD û kurdan tev li kongreyê bike jî rawestiya û wiha pê de çû: "Ji ber ku ev beş beşa herî dewlemend û berfireh a gelên Sûriyeyê temsîl dikin. Çavkaniyên av, petrol, enerjî, hema bêje sedî 60 wê di bin serweriya van hêzan de ye. Ya girîng tenê komeke nijadî tune, bi kurdan re ereb, ermenî, asûr û gelên din jî hene. Hêza herî rewa a li Sûriyeyê tev li vê pêvajoyê bûne."
 
DI HIŞMENDIYA REJÎMA BAASÊ DE TIŞTEK NEGUHERIYE
 
Yildirim bal kişand ser sûcdariyên Beşar Esad ên ku kurd wekî "îxanetkar" pênase dikir û têkiliyên di navbera Esad û Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe:
 
"Rejîma Sûriyeyê berî 30-40 salan di kîjan hişmendiyê de be, îro jî di heman hişmendiyê de ye. Vê rejîmê bi vê hişmendiyê Sûriye di nav xwînê de hişt û bi tevahî rûxand. Ji ber hişmendiya înkar, antî-demokratîk û ne azadîxwaz, Sûriye anî vê rewşê. Ji ber vê hişmendiya rejîmê rêxistinên wekî DAIŞ'ê derketin holê. Divê rejîm ji van sûcên giran tiştekî ji xwe re derxe.
 
RUXMÊ HEBÛNA ESAD JÎ ŞOREŞA BAKURÊ SÛRIYEYÊ XWE PARAST
 
Ev daxuyanî dê hebûna hêzên Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Şoreşa Rojava ji holê raneke. Ruxmê rejîmê ev şoreş li ser piyan ma. Li wir destkeftiyek mezin heye. Dê wekî bere nikare înkarê bi pêş bixe. Şoreşa li Bakurê Sûriyeyê derketiye holê, dê birdoziya azadiya jinê tenê bi wir re sînor nehêlşe, dê pêl bi pêl belav bibe. Şoreşa Rojava veguherî şoreşa Bakurê Sûriyeyê, dê li wir teqes bibe şoreşa Sûriyeyê."
 
Yildirim destnîşan kir ku ne pêkan e di navbera Tirkiye û Esad de wekî berê nêzikbûna hev derkeve holê û nakokiyên di navbera her dewletan de wiha şîrove kir: "Dê hevkariya dij kurd wekî berê neyê avakirin. Bingeha wê nema, ne Rojhilata Navîn, ne herêm, ne kurd û ne jî dewlet wekî berê ne. Serdema me serdema teknîka zanyarî ye û ev rastî destûrê nade vê. Lê di nava demeke bi sînor de, pêvajoya muzakereyê de dê îtîfaq heta dawiyê dewam bike."
 
KURD DIZANIN DYA ÇÎ YE
 
Yildirim DYA jî wekî cinewira "Hêzeke emperyalîst diçe ku wê derê dadiqurtîne" pênase kir, têkiliyên di navbera kurd û DYA'yê de, ji ber mecbûriya DYA'yê pêk hatiye û ev mijar jî wiha şîrove kir:
 
"DYA, DYA'ya ku em dizanin e. Pêşengê emperyalîzma serdema îro ye. Me heta niha nedîtiye ku DYA'yê aştî biriye cihekî, hişmendiyeke wê ya wiha tune. Ne xwedî wê rastiyê ye jî. DYA krîzeke mezin dijî û lewaz dibe. Dixwaze bi hêza kurdan vê yekê derbas bike. Kurd an jî gelên li Sûriyeyê ne mihtacê DYA'yê ne. Lê koalîsyon û DYA mihtacî kurdan e. Rastiyeke nîzam û tahsîsî ya kurdan heye. DYA'yê pêwîstî bi vê dît û bû mihtac. Kurd di ferqa vê de nin û ji xwe jî bawerin. Heke hûn bi xwe bawer bin, hêza weya siyasî, leşkerî û fikrî xurt be, bi hêzan re hûn dikarin bikevin nav taktîkan û li pêşiya vê astengiyek jî tune."
 
EFRÎN VEGUHERANDIN ŞANTAJÊ
 
Yildirim amadekariyên êrîşeke li dijî Efrînê jî wekî "şantajê" pênase kir, daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê jî bi bîr xist, got ku "Bi hin hevpeymanan Tirkiye ketiye Sûriyeyê" û ev tişt anî ziman: "Ev axaftinên wezîr jî vê yekê piştrast dike. Dema bêjin bila Tirkiye derkeve, dê Tirkiye derê. Efrîn ne tenê bûye amûrekî şantaja Tirkiyeyê, di heman demê de Sûriye, Îran, Rûsya û DYA jî vê êrîşa li dijî Efrînê wekî şantajekê bi kar tînin. Kurdan wekî gefeke li dijî hebûna xwe dibînin. Beyî destûra Rûsya û DYA'yê Tirkiye dikare bikeve Efrîne?"
 
Yildirim aşkera kir ku ruxmê hemû amadekariyan jî Tirkiye ketina Êfrînê "Nagire ber çavan" û wiha got: "Di vî warî de tirsên Tirkiyeyê hene. Li gorî min ew jî vê yekê wekî şantajê bi kar tîne. Lê heke bikeve Efrînê dê ew der bibe Vîetnama Tirkiyeyê."
 
Yildirim di vê xalê de berxwedana Kobanê bi bîr xist, da zanîn ku hin alî dixwazin Tirkiyeyê bixin Efrînê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema Artêşa Iraqê ket Kerkukê, heke pêşmergeyan du saet, du rojan li ber xwe bida, dê kurdên li wir hemû berê xwe bidana Kerkukê. Bêcidiyeta hêzên li wir ev rewş derxist holê. Lê em di berxwedana Kobanê de dizanin, gel û hêzên li wir teqes li ber xwe dan. Dê berxwedaneke wiha berê hemû kurdan bide Efrînê."
 
MA / Kenan Kirkaya