ENQERE - Parlamenterê berê yê AKP’ê û Parlamenterê Niha yê HDP'ê Dengir Mir Mehmet Fırat, bal kişand ser helwesta parlamenterên kurd ên di nava AKP’ê de û wiha got: “Piştî ew qas heqaret li kurdan hat kirin, ger ku hêj di nava AKP’ê de bin ne pêkan e mirov ji wan re bêje kurd. Wan kurdbûna xwe winda kirine."
Sala 2017'an bû sala OHAL û KHK'ê. AKP’ê bi KHK û OHAL'ê di sala 2017'an de xwe li ser piyan hişt. Beriya 2018 2 KHK'ê din hatin îlankirin û wekî diyariya AKP'ê ya ji bo civakê hat pênasekirin. Bi taybetî mijara KHK'yan a "Cilên yek tîp" û kadrotiya taşeron rastî bertekên mezin ên civakê hatin.
NÎŞANA RAGEŞIYA BERIYA HILBIJARTINÊ YE
Ne tenê li Guantanamo, di serdema 12'ê Îlonê û Almanya ya Hitler de jî civakê bertek nîşanî van pêkanînan den û helwesta xwe nîşan da. Gel tu car ev pêkanîn qebûl nekirin û bi berxwedanê bersîv dan van pêkaninan. Parlamenterê berê yê AKP’ê û Parlamenterê Niha yê HDP'ê Dengir Mir Mehmet Fırat, bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê da û destnîşan kir ku tu eleqa AKP'ê bi demokrasiyê tune ye. Firat, bal kişand ser helwesta parlamenterên kurd ên di nava AKP’ê de û wiha got: "Tiştê ku pêş dikevin nîşan dide ku AKP hatiye asta têkçûnê. Di serdema ewil de behsa demokrasî, mafên mirovan, yekîtiya Ewropa dikir. Di xalên 3 û 4’an ên rêziknameyê de ev mijar hebûn. Polîtîkaya ku îro AKP pêş dixe ji sedî sed dijberî wan xalên rêziknameyê ne. Êdî AKP, ji partiya Edalet û Rakirinê derketiye. Bêtir li dijî demokrasî û azdiyan e. Bi OHAL'ê hebûna xwe berdewam dike."
‘DÎSA LI KODÊN DEVLETÊ YÊN BERÊ VEDIGERE'
Firat, destnîşan kir ku AKP ji ber nikare pirsgirêka kurd çareser bike dîsa li kodên dewletê yên berê vedigere û wiha lê zêde kir: “Piştî maseya çareseriyê nas nekir her tişt hat guhertin. Berê behsa diyalog û rêyên demokratik dikir. Berê jî hat dîtin ku 100 salin ev pirsgirêk bu tundiyê nayê çareserkirin. Bi dehan caran hat dîtin ku pirsgirêk bi tundiyê nayê çareserkirin."
'YÊ KU KURDISTAN ANÎ ZIMAN JÎ Û QEDEXE KIR JÎ EW E'
Firat, anî ziman ku yê ewil peyve Kurdistanê anî ziman ji Serokê AKP'ê Erdogan bû û yê qedexe kir jî Erdogan bû û wiha got: "Peyva Kurdistanê rastiyek e. Li Meclîse wekîlên Kurdistanê hene. Yê ku Kurdistan anî ziman jî û qedexe kir jî dîsa ew e. Dema mirov li axa Kurdistanê dinere, 3-4 salin tundiyek pir dijwar li ser vê axê tê meşandin. Ez cezayê li Osman Baydemir hat birîn asayî dibînim. Ji ber ku ji bo ceza bibirin rêziknameya meclîsê hat guhertin. Di konseptê de xwestin hemû gotinên der barê kurdan de qedexe bikin. Ev pirsgirêk bi qedexekirina Kurdistanê çareser nabe. Bi qedexekirin û nedîtinê ev rastî ji holê nayê rakirin. Demokrasî cureyekî jiyanê ye. Yên ku demokrasî ji bo xwe werî perçeyekî jiyanê nedîtibin nikarin demokrasiyê tehamul bikin.
Piştî salên 2009-2010'an dîsa li konsenta dewleta berê vegeriyan. Ji ber ku mesele bi gotinê hêsan tê halkirin, gerilla hat tunekirin... falan fîlan... Yekem tevgera kurd di pêşengiya Begê Cizîra Botan Bedirxan Beg ve pêk hatiye. Rastî komkujiyek mezin hatiye. Piştî vê yekê ji bo Eyaleta Kurdistanê Begê Began Osmang beg anîn ser. Bedlis, Mûş, Wan ji Eyaleta Amedê qut kirine û îdareya Kurdistanê ava kirne.
Demek dirêj Eyaleta Kurdistanê di meriyetê de maye. Niha dîsa tê qedexekirin. Her qedexe bêtir mirovan tahrîk dike. Çawa heta niha qedexe kêrî tişkekî nehatin, ji niha û şûnde jî qedexe kêrî tiştekî nayên.
‘KURTÊN AKP’Î KURDÎBÛNA XWE WINDA KIRIN'
Firat, pirsa “Kurdistan li kuye' bi gotina "Di dilê mirov de ye' bersivand û wiha berdewam kir: "Li Iraqê Herêma Xweser a Kurdistanê heye. Li Îranê hêj Eyaleta Kurdistanê heye. Perçeyekî mezin jî li Tirkiye ye. Em nikarin mirovan ji herêmê wan qut bikin. Çiqas bên qetandin jî dilê wan dimîne. Hûn 20 mîlyon mirovan tahrîk dikin. Hûn heqaretê li kurdên di nava AKP’ê de jî dikin. Hesta mirovan a muşterek ji holê radibe. Ger ku Kurdên di nava AKP'ê de ve heqaretê li ber çavan bigirin divê veqetin. Lê ger ku heta niha tevî van heqaretan di nava AKP'ê dene tu eleqeya wan û kurdîtiyê bi hev tune ye. Kurdbûna xwe winda kirine. Piştî ew qas heqaret ger ku heta niha di nava AKP'ê de bin ne pêkan e mirov ji wan re bêje kurd."
MA / Kenan Kırkaya