QAMIŞLO- Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif, diyar kir ku ew ê projeyên xwe yên ku bi hêza xwe ya xweser anîne roja îro pêş ve bibin û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan çavê me ne li tu hêzê ye. Wê meşa me ya demokrasî û azadiyê ya li Sûriyeyê, di sala 2018’an de bênavber bidome.”
Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku bû sedema mirina bi sed hezaran mirovî û koçberkirina bi milyonan, bi lêgerîna li çareseriyan dikeve sala 7’an. Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif, qewimîn û geşedanên ku di 7 salan de li Sûriyeyê xwe dan der, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.
GELÊN SÛRIYEYÊ LI PÊYÎ PROJEYEKE NÛ BÛN
Yusif, bi lêv kir ku pirsgirêkên li Sûriyeyê bi reform û lêgerînên demborî nayên çareserkirin û ya ku bûye sedema lareşîbûna pirsgirêkê projeya netew-dewletê ye. Yusif, got ku gelên Sûriyeyê serî rakirine û bi vê re protesto xwe dane der û ew pêvajoya xwe da der hîn jî didome. Yusif diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê, hem di navbera gele kurd hem jî di navbera gelên Sûriyeyê de gelek nîqaş hatine kirin.
PARADÎGMA Û PROJEYEKE NÛ
Yusif, got ku di van nîqaşan de pêşxistina pergaleke nû xwe daye der û ev tişt gotin: “Guherîneke sereke xwe dida der. Ev jî tekabulî paradîgmayeke nû dikir. Mezhebîparêz, olparêzî û netewperestî gelek êş bi gelên Rojhilata Navîn dan kişandin. Me dît ku li hemberî van pirsgirêkan ya rojanekirî paradigmaya netewa demokratîk e. Ji ber vê li Sûriyeyê nasnameyên etnik û olî zêde ne. Tevî vê gelek pirsgirêkên civakiyî yên mezin jî rû didin. Siyasetên heta niha bi gelan dan windakirin. Hema bêje Sûriye bûbû qada şerê cîhanê yê sêyemîn. Me hêlek ne hilbijart û em ji xeta şoreşê derneketin û neçûn ser xeta hin kesan. Me dît ku ev mirin e. Evqas xwîn hat rijandin û li gel vê evqas jî daxwaza ji bo azadiyê û nûbûnê heye. Heke me ev daxwaz û xwestekên gelan têxista bin banê hin kesan, wê bibûna cihê sûcekî mezin. Me jî li hemberî vê riya sêyemîn pêş xist. Ev jî projeya Federatîf a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye.”
Yusif diyar kir ku projeya ku wan pêş xistiye divê li gor şert û mercên qadê bên nirxandin û ji ber DAIŞ û OSO’yê pêwendiya wan a bi hin herêman re sînorkirî ye.
PROJE Û HILBIJARTIN
Yusif bi lêv kir ku di encama nîqaşên di bin banê meclîsa damezrîner a federasyonê de Meclîsa Demokratîk a Federasyona Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin. Yusif got ku ji bo vê yekê 8 mehan xebitîne û di bin banê Meclîsê de konseyeke çê kirine. Yusiv ev tişt gotin: “Ev konsey 8 mehan di nav gel de xebitî û peyman amade kir. Piştî çêkirina peymanê, biryara hilbijartinan hat wergirtin. Di çarçoveya qanûnên hilbijartinê de amadekarî hatin kirin.”
REWŞA XEBATÊ Û RÊXISTINBÛYÎNÊ
Yusif got ku ji bo hêla îdarî ya pergalê bê temamkirin wan hilbijartinên du merhaleyî yên bajarok, nahiye û kantonan temam kiriye û wiha domand: “Niha tişta em li ser hûr dibin; xebatên der barê rêxistinbûyîna meclîsên komun û kantonan û xebatên der barê tuzukê de ne. Ji bo pergal tam rûnê em vana bi pêş dixin. Me hîn asta sêyem nîqaş nekiriye. Heta niha tiştekî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind jî tiştek diyar nekiriye. Kesên di vê serdemê de di hilbijartinên du merheleyî de hatin hilbijartin; wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî, xizmet û civakiyî yên kanton û herêman bixebitin. Amadekariyên me yên xebatên li herêm û komunan ku dê çawa bên kirin û rêxistinkirin temam in. Wê ev rewş heta merhaleya sêyem a hilbijartinan wisa bidome. Ev rewş nayê wateya ku me her tişt temam kiriye. Hîn em di destpêkê de ne. Ya ku niha derketiye peykerê wê ye. Her wiha divê nava tiştên hatine kirin bê tijekirin.”
JI BO HEMÛ SÛRIYEYÊ…
Yusif anî ziman ku projeya ku wan pêş xistiye wê tenê bi Bakurê Sûriyeyê re neyê sînorkirin û ew ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê xwe didin der dixebitin. Yusif got ku heke proje li tevahiya Sûriyeyê neyê pêşxistin wê pirsgirêkê zêdetir bibin û wê çareserî ji bo hemû Sûriyeyê be. Yusif diyar kir ku wê projeya xweseriya demokratîk ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî sal in ew li Sûriyeyê bi rê ve dibin, ew hewl bidin ku tevahiya Sûriyeyê bihebîne.
ÊRÎŞ
Yusif destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de projeyên wan bi êrîşan re rû bir û mane û ev êrîş ji aliyê rejîma Sûriyeyê û hêzên li herêmê ve pêk tên. Yusif got ku li hemberî projeyên wan hewldaneke reşkirinê heye , lê belê tevî her tiştî jî wan gelan li gel hev daye sekinandin û ruşta projeyên xwe daye îspatkirin. Yusif diyar kir ku li Sûriyeyê cihê ku çareserî lê pêş dikeve cihê wan e û wê alaya ku destpêkê gelên Sûriyeyê hêl dikir, niha li Bakurê Sûriyeyê hêl dibe.
Yusif got ku şerê li hemberî DAIŞ’ê ber bi dawiyê ve diçe û herî dawî ev tişt gotin: “Tevî vê em dikevin serdemeke nû. Bi riya çareserî û diyalogê, pirsgirêk ber bi dawiyê ve diçin. Di serî de Tirkiye û gelek hêzên li herêmê naxwazin pirsgirêka li Sûriyeyê bê çareserkirin. Hemû destketiyên xwe li ser şer ava kirine. Rejîm jî ji bo temenê xwe dirêj bike, li ser vê hin hesab û kitab kirin. Me bi hêza xwe ya xweser projeyên xwe anîne roja îro û em ê vê yekê her bi pêş bixin û bi encam bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên me çavê me ne li tu hêzî bûye. Wê meşa me ya demokrasi û azadiyê ya li Sûriyeyê, di sala 2018’an de bênavber bidome.”
MA / Nazim Daştan