AMED - Nivîskar - akdemîsyen Îsmet Konak di panela Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê de axivî û wiha got: “Ez, modêla zanîngehên xweser diparêzim. Divê yek jê mêr yek jî jin du rektor hebin û her 2 salan carekî biguherin. Her wiha divê bûdçeya xweser a zanîngehê hebe.”
Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê bi sernavê “Bi zanîngehên azad-xweser ber bi civaka demokratîk ve” panelek li dar xist. Moderatoriya panelê Şurzan Jiyan Pehlîvan kir û akademîsyen-nivîskar Îsmet Konak û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça weke axêver tev li bûn.
DANEZANA 'EM Ê HEBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ’
Gelemperî jê xwendkara hejmareke zêde beşdarî panelê bûn û ji ewil Konak axivî. Konak, diyar kir ku di qada perwerdeyê de arastekirina olîgarkan heye û wiha got: “Heman rewş li Tirkiyeyê jî heye.” Konak, bal kişand ser têkiliya “venêrînê” ya di navbera dewlet û akademiyê de û danezana akademîsyenan a dijşer a di dema qedexeyên derketina kolanan de bi bîr xist. Konak, wiha domand: “Mimkin nebû ku akademîsyen li dijî vê rewşê bêdeng mabûna. Dewletê got; ‘em mafya ne, em dewletê araste dikin.’ Akademîsyenên Aştiyê jî di çileya 2016'an de danezana ‘em ê nebin şirîkên şer’ îmze kirin. Îktîdarê jî li dijî vê 2 hezar û 200 akademîsyen ji kar derxist. Lê dîsa jî akademîsyenan dev ji têkoşîna xwe bernedan.”
'DIVÊ ZANÎNGEHÊN XWESER HEBIN’
Parlamenter Ceylan Akça jî destnîşan kir ku di navbera têgehên “Xweseriya demokratîk” û “zanîngehên azad-xweser” de girêdayînek heye û ev nirxandin kir: “Bi awayekî giştî tişta ku em jê re dibêjin zanîngeh, muxalîf in. Lê feraseteke ku hewl dide vê tune bike jî heye. Dewlet niha hewl dide vê bi rêya sîxûrtiyê pêk bîne.”
Konak, dîsa mafê axaftinê girt û diya kir ku îktîdara siyasî mizgeft, malbat û zanîngehan weke hêmayên îdeolojîk bi kar bîne û wiha pê de çû: “Bêguman rejîma Erdogan dê heta hetayê nedome. Dawiya her şevekê roj e. Baş e lê piştî Erdogan divê zanîngeh çawa bin? Ez bi xwe modêla ‘zanîngehên xweser’ diparêzim. Ji ewil divê yek jê jin û yek jî mêr du rektor hebin û her 2 salan carekî biguherin. Divê bûdçeyeke zanîngehê yê xweser hebe. Her wiha sedema wê çi dibe bila bibe divê polîs an jî yekînên ewlekariya taybet li zanîngehê nebin.”
DIYARÎ AYDIN ERDEM HATE KIRIN
Piştre jî sînevîzyoneke bi mijara “Tevgerên xwendekarên şoreşger” hate pêşandan. Panel, bi pirsên guhdarvanan dom kir. Panel, diyarî xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem hate kirin ku di sala 2009’an di dema çalakiya li dijî girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin.
Di dawiya panelê de xwendekaran helbest xwendin û stran gotin.