Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye

  • ciwan
  • 09:05 29 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Di meha dawî de li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin. Endamê YDG'ê Metîn Ozken diyar kir ku li Tirkiyeyê îro têkoşîn ji bo ciwanan ne alternatîfek e, tiştekî mecbûrî ye. 
 
Di meha gulanê de ku zextên hikûmetê yên li ser muxalefeta civakî û rêxistinên ciwanan zêde bûn, li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin binçavkirin û girtin. Di meha Gulanê de ciwan, karker û partî û saziyên çep-sosyalîst ên xwestin bimeşin Taksîmê, hedef hatin girtin. Hejmara kesên piştî 1'ê Gulanê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin derket 77'an û kesên dema hewl dan pêşengên şoreşê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner bibîr bînin, bi tundiya polîsan re rû bi rû man û hatin binçavkirin. Ji 20 ciwanên hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin. 
 
Endamê Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) Metîn Ozken der barê polîtîkaya zextê ya li ser ciwanan û têkoşîna ku divê li dijî wê bê meşandin axivî.
 
HÊRSA CIWANAN
 
Ozken bilêv kir ku tevgerên ciwanan ji aliyê desthilatê ve hedef tên girtin û got ku lê belê di serî de ciwan û bi giştî tevahiya civakê li hemberî desthilatê xwedî hêrseke mezin e. 
 
Ozken wiha domand: "Ciwan, pêşiya xwe nabînin û hin tiştan ji xwe hîs nakin. Li seranseriya civakê xizanî, etra debarkirinê heye. Ji meseleya perwerdehiyê bigire heya ya tenduristiyê tu pêdiviyên sereke li Tirkiyeyê nayên dabînkirin." 
 
Ozken destnîşan kir ku ew rûyê nas ê faşîzmê di 1'ê Gulanê de careke din derketiye holê û got: "Em hem di 1'Ê Gulanê de hem jî di 18'ê Gulanê de rastî îşkenceyê hatin. Hevalên me hatin girtin. Bi saetan destên wan ji paş de kelemçekirî ma. Bi sedan polîs bi tundî êriş kirin." 
 
'TÊKOŞÎN MECBÛRÎ YE'
 
Ozken anî ziman ku di rewşeke wiha de têkoşîn ji bo ciwanan ne "alternatîf"ek e mecbûriyetek e û wiha dewam kir: "Pergala sermaye û kedxwariyê, xwe bi tundiyê nû dike. Lewma divê ciwan xwe ji bo rojên dijwartir amade bikin û têkoşînê xurt bikin. Her diçe qadên têkoşîna demokratîk tên tengkirin. Lewma divê em bi perspektîfeke ji pênaseya qada demokratîk ku faşîzmê wê bi nav dike wêdetir biçin. Divê em li ser esasên têkoşîna rewa-demokratîk pêngavekê bidin destpêkirin û xwe biginîn hemû ciwanan problemên wan bi vê pergalê re hene. Em bang hemû ciwanên hestyar û bîrbir dikin ku bibin parçeyele vê têkoşînê û van çalakiyan."