Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan

  • ciwan
  • 00:44 22 Îlon 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Ciwanên ji bo maça Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hatine cem hev tev li hin rêzeçalakiyan bûn. 
 
Ciwanên ji bo tev li maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokuyê bibin ku Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dar dixe, li navçea Silopiyaya Şirnexê tev li komxebata “Şerê Taybet” bûn. 
 
KOMXEBATA ŞERÊ TAYBET 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez, Hevşaredara Silopiyayê Renas Onûk jî tevli komxebatê bûn. Ciwanên di Navenda Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê ya Şaredariya Silopiyayê hatine cem hev, komxebata “Şerê Taybet” li dar xistin. Ciwan di komxebatê de diyar kirin ku bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin civakê bi hişbir û ajankirinê kontrol bikin. 
 
ŞANOYA KURDÎ  
 
Piştî komxebatê ciwan tev lîstika şanoyê ya Şaredariya Cizîrê li dar xistiye bûn. Ciwanên lîstîka yekkesî a ji lîstikvanê ji Şanoya Bajar a Amedê Ozcan Ateş temaşe kirine, dema lîstik dihat lîstin dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin. 
 
DÎWANA DENGBÊJAN 
 
Ciwan piştî şanoyê tev li Dîwana Dengbêjan bûn û guhdariya klamên dengbêjan kirin. Bernameya ciwanan li gel klamên dengbêjan, bi gerand govendê bi dawî bû.