'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'

  • rojane
  • 11:10 20 Sibat 2025
  • |

STENBOL – Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan bal kişand ser girîngiya parastina zimanê kurdî û diyar kir ku daxwaza zimanê dayikê gavek dûr e û hindik maye ev daxwaz bi cih were. 

Ji aliyê UNESCO ve di sala 1999’an de 21’ê sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat ragihandin. Kurd niha amadekariya pîrozbahiyên roja zimanê dayikê dikin û hê jî zextên li ser zimanê kurdî dewam dikin. Kurd hewl didin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê û  Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan têkildarî roja ziman û xebatên têkildarî ziman axivî. 
 
 
Remziye Alparslan diyar kir ku mirov bi rêya zimanê dayikê bi xwe û cîhanê re têkilî ava dike û wiha got: “Di navber mirov, mala mirov û cîhanê de wek pir e. Bi rêya zimanê dayîkê em bi çand û dîroka xwe re jî têkilî ava dikin. Ji ber vê yekê zimanê me ya dayîkê di warê hest û derûnî de pir girîng e. Bi awayekî têkiliya me bi cîhanê ve girê dide. Erê em dikarin bi zimanên cûda hest, êş û hezkirina xwe bînin ziman lê ev tu caran cihê zimanê dayikê nagire.”
 
HIYERARŞIYA NAVBERA ZIMANAN
 
Alparslan got ku ji ber ku bi zimanê kurdî perwerdehî nayê dayîn çand û zimanê kurdî bi tunebûnê re rûbirû dimîne û rastî zextan tê. Alpaslan da zanîn ku li Tirkiyeyê di navbera tirkî û zimanên din de hiyerarşiyek hatiye avakirin û wiha got:”Di navbera erebî, rûmî û zimanên din de hiyerarşiyek hatiye avakirin. Hinek zimanan pir derbe xwarine û hinek zimanan li ber xwe dane. Di encamê de xwe ji hiyerarşiyan xilas nekirine. Ji ber hiyerarşiyê zimanê kurdî nayê naskirin.”
 
ÊRÎŞÊN LI SER ZIMAN
 
Alparslan diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo kurdî û zimanên  din ji holê bên rakirin hewldan tên dayîn û wiha got: “Dixwazin her kes xwe wek tirk binasin û bi tirkî xwe bidin nasîn. Dixwazin her tiştî ji bîr bikin, bibêjin ‘ez tirk im’ û bi tirkî biaxivin. Lê wek daxwaza wan neçû serî. Ji ber ku berxwedanek hebû, gel li hember wan sekinî û kurdî gihîşt van rojan.”
 
Remziye Alparslan xwest hemû kes di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê xwe ya dayîkê biaxivin û wiha got: “Divê em bi kurdî  bikenin, biaxivin, bigirin û bi kurtî her tiştî bi kurdî pêk bînin. Divê çi ji destê me tê em pêk bînin. Pêwîst e em li hemû qad, platforman de zimanê xwe biparêzin û paşve gav neavêjin. Em dikarin bi ser bikevin û ez dibêjim serkeftina me nêz e.” 
 
XEBATÊN ZIMANÊ KURDÎ
 
Alparslan behsa xebatên Komeleya Lêkolînên Kurdî kir û da zanîn ku armanca wan berbelavkirina xwendin û nivîsandina kurdî ye û got, “Wek komele em atolyeyên ziman û perwerdeyê çêdikin. Armanca me ew e ku hem zarok û hem jî kesên temen mezin bi kurdî binivîsînin û bixwînin. Em hewl  didin bi çapkirina çavkaniyan ji bo kurdî kevirekê bidin ser kevirekê.”
 
‘EM ZIMANÊ XWE HÎNÎ ZAROKAN BIKIN’
 
Alparslan diyar kir ku gelê Bengalî bi berxwedanê zimanê xwe dane qebûlkirin û kurd jî divê bi berxwedanê zimanê xwe bidin qebûlkirin û wiha axivî: “Divê gelê kurd jî ji bo van daxwazan bên gel hev. Divê neyê jibîrkirin ku em gavekê li dûrî pêkhatina daxwaza zimanê dayikê ne. Em ê jî mafên xwe yên din û statûya ziman bidin qebûlkirin. Em ê bi van hêviyan têkoşîna xwe mezintir bikin. Ez bang li gelê kurd dikim em zimanê xwe hîn bibin û hînî zarokên xwe bikin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglu