Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin dê şîn nebin
- ekolojî
- 10:17 03/8/2020
Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin hişk bûn. Endezyarê daristanê Ahmet Demîrtaş got darên hişk bûne dê carek din şîn nebin.
Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin hişk bûn. Endezyarê daristanê Ahmet Demîrtaş got darên hişk bûne dê carek din şîn nebin.
Li Çiyayê Amanosê ji ber agir bi daristanê ket, 30 hektor (300 dolim) qada daristanê tev şewitî.
Li texma Midûriyeta Herêmê ya 9'an a Rêbejahiyê, hin darên temenê wan sedsal in jî di nav de wê 3 hezar û 500 dar bên birîn. Dar, wê ji ber avahiyên ku dê nû bên çêkirin, bên birîn. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, ji bo vê qadê got, zengilorka bajêr e û ji bo vê bang her kesî kir ku pêşî li ber vê pêkanînê bê girtin.
Helwesta kesên di holikên Avzêmên Mûnzûrê de firoşkariya seyyar dikin, ên li dijî xwezayê û mirovan rastî bertekan tên. Pîr Ahmet Şanli, diyar kir ku ev rewş bingeha xwe ji nêzîkatiyên ji nû de avakirina herêmê digire.
Li qada daristanî ya dikeve navbera gundên Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar ên girêdayî navçeya Lîcê şewatê rû da. Ekîbên agirkuj gotin ew der “qada çiyayî ye” û mudaxileyî şewatê nekirin. Hat diyar kirin ku ji ber bayê şewat belav dibe.
Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli û ji Ocaxa Celal Abas jî pîr Zeynel Batar, bertek nîşanî îhaleyên ku ji bo sewalên kofî hatine vekirin dan û ev tişt got in: “Dawiya nêçirvaniyê bela ye. Bila nekin, dev jê berdin.”
Birîna daran a ku li çiyayê Cûdî ji aliyê cerdevanan ve ji bo lêkirina qaleqolan tê, gihîşt berwarê bajarê Şirnexê. Niştecihên herêmê, li dijî bêdengiya ji bo birîna daran a ku her carê li herêmekê pêk tê, bi bertek in.
Li Navçeya Hawêlê ya Sêrtê duh agir bi daristanê ket û ji duh ve daristan dişewite. Ji ber şewatê bi sedan hektar daristan tev şewitî. Ji ber rayedarên herêmê mudaxilî şewatê nakin, welatî bi derfetên xwe hewl didin agirê daristanê vemirînin.
Li Çewligê ji bo nêçîra pezkoviyan destûr hat dayîn.
Hevşaredara Perî Songul Dogan a qeyûm taşînî şûna wê kirin û ji peyvirê girtin, di nava gel de karê çandiniyê dike û di Kooperatifê de hilberînê dike.
Şêniyên gundên mal û milkên wan di bin bendav Ilisûyê de man diyar kirin ku bendavê ji bilî felakete tiştek din nedaye wan.
Li bajarê qedîm Heskîfê ku ketiye bin Bendava Ilisûyê ji ber avxwînê Qesra Biçûk a 900 salî bi hilweşandinê re rûbirû mabû. Vê carê jî betona li dora qesrê hatibû rijandin hilweşiya.
Ekolojîst Ertûgrûl Barka ji bo Heskîfa di bin avê de hat hiştin diyar kir ku bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye û got: "Şaristaniyek, ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin."
Lijneya Koordînasyona Bajar ya TMMOB'ê ya Mêrdînê ji bo betalkirina projeya RES'ê ku Keleha Rabatê û Şelaleya XAP'ê tehdît dike rapor amade kir û xwest projeyê betal bikin.
10 rêxistinên civakî ku di navde Komeleyên Dersimê jî hene, li dijî destûra neçîra Pezkoviyan daxuyanî dan û gotin: "Ev yek, perçeyê şer û êrîşên bi pergal ên li dijî Kurd û Elewiyên Dersimê ye."