Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Geliyê Bertûlê ya li Çiyayê Gabarê bi tunebûnê re rû bi rû ye û kaniya hezar salî ya geliyê xwedî dikir, ji ber lêgerîna li petrolê ziwa bû. 

Talankirina xwezayê ya ku di sala 2020’an de li erdnîgariya Şirnexê dest pê kir, bênavber didome. Talankirina xwezayê ya li çiyayê Cûdî, Gabar, Cilê Nimêja, Qato û Qomate û Besta, Qeşûran, Hesena, Elkê, Qileban û Çiyayê Bizina dest pê kir bi awayên cuda berdewam dike. Heta niha bi sed hezaran darên van herêman ji aliyê cerdevanan ve hatine birîn û tunekirin.
 
ÇIYAYÊ CÛDΠ
 
Talana ku bi qirkirina daran a li Çiyayê Cûdiyê dest pê kir, bi lêgerîna madenê didome. Li çiyayê ku lêgerîna komirê lê dewam dike, gir  bi dînamîtên bi sedan kîloyan dibin xwelî. Li Cûdiyê ku gelek bûnewer lê hatine qirkirin, hema bêje tu qadeke nehatibe kolandin û bi dînamîtan nehatibe tunekirin tune ye. Li qûntar û lûtkeya çiyê bi sedan kanên komirê hatine vekirin. Ji ber van kana kaniyên avê yên xwezayî û Çemê Nêrdûşê ku di quntara çiyê re derbas dibe bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ne. 
 
ÇIYAYÊ GABARÊ
 
Li Çiyayê Gabarê ji ber lêgerîna neftê ya ku Saziya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) dabû destpêkirin di 2 salên dawî de bi hezaran dar hatin birîn. Şîrketên ku li her derê çiyê rêyan çêdikin hema bêje bi navê jiyanê tiştek nehiştine. Bi taybetî ji ber rêyên nû yên li herêma Çiyayê Bîzena û kolandina bîrên nû, avahiya fizîkî ya çiyê hatiye guhertin.
 
Kaniya Mizgeftûkê ya 600 salî ku li quntara çiyê û li gundê Bertûr a navenda Şirnexê ye, ji ber kolandina petrolê qirêjî bûye û ziwa dibe. 
 
GELIYÊ BERTÛRÊ
 
Geliyê Bertûrê ku her sal bi hezaran kes ji bo pîknîk û bêhnvedanê serdana wê dikin, ji ber lêgerîna petrolê tê wêrankirin. Gelî bi bedewiya xwe ya xwezayî balê dikişîne. Lê ji ber lêgerîna petrolê di salên dawî de ji aliyê şîrketan ve bûye hedef. Ji ber van lêgerînan gelek ava kaniyên geliyê ku dişibin bihuşteke veşartî ziwa dibin. 
 
KANIYA GUNDÊ 600 SALÎZ IWA BÛ
 
Gundê Bertûrê ku xwedî dîrokeke 600 salî ye, di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hat valakirin. Kaniya Mizgeftûgê ya hezar salî ya ku ji binê gund derbas dibe, bi 3 avên xwe gundên Zihê, Dara û Bertûrê xwedî dike. Van gundan bi vê avê pêdiviyên rez, baxçe û birinca xwe av didin. Lê ji ber sondaj û kolandina bîrên neftê yên li herêmê di mehên dawî de, kanî ziwa bûne. 
 
Di dîmenên ku me kişandin de tê dîtin ku rengê avê guheriye. Her wiha Kaniya Emer û Bêrma Elmas yên li ser heman rêyê jî ziwa dibin. 
 
DÊ GILÎ BIKIN
 
Gundiyên ku me li ser mijarê bi wan re axivî, diyar kirin ku kanî xwedî dîrokeke hezar salan e û dema dîtine ku kanî qirêjî bûye û ziwa bûye bawer nekirine. Gundiyan diyar kir ku ew ê giliyê şîrketên bûne sedema vê bikin û gotin ku heman rewş li gelek deverên herêmê heye. 
 
MA / Dilgeş Ruvanas 
 

Sernavên din

09/02/2025
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin