NAVENDA NÛÇEYAN - Weşanxaneya Aryenê 2 jê rêziman, yek jê çîrok û yek jê jî roman, 4 pirtûk çap kirin.
Weşanxaneya Aryenê çîrok, roman û rêziman di nav de 4 pirtûkên nû çap kirin. Weşanxaneyê; çapa duyemîn a pirtûka nivîskar Menaf Osman a “Sînor”, pirtûka “Çîrokên Zindanê” ku ji hêla Osman Uludag ve hatiye amadekirin, pirtûka “Rêzimana Kurdî - Asta Destpêkê” ku ji hêla Haydar Diljen ve hatiye amadekirin û pirtûka xebatê ya “Zimanê Me - Asta Destpêkê” ku ji hêla Haydar Diljen û Sabîha Diljen ve hatiye amadekirin, çap kir.
‘SÎNOR’
Nivîskar Menaf Osman ku zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ma, di sala 2018’an de çapa yekemîn a pirtûka xwe “Sînor” weşand. Çapa duyemîn a pirtûka “Sînor” ku ji 176 rûpelan pêk tê jî hate çapkirin. Nivîskar Menaf Osman ku bi eslê xwe ji Hesekê ye, di vê pirtûka xwe de balê dikişîne ser dabeşkirina xaka Kurdistanê û texrîbatên wê yên li ser Kurdên li Serxetê û Binxetê.
Di beşeke pirtûkê de nivîskar, vê êşê wiha rave dike: “(...) Cara yekê bû dê ew ‘şûr’ê ku malbata wî di nîvî re kiribû du perçe bidîta! Ew sînorê ku ji nişkê ve nîvê mirovên wî kiribûn Serxetî û nîvê mayî kiribûn Binxetî çawa bû gelo? Bavê wî wisa jê re gotibû; ‘Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn me dît ku xet di nîvê erdên me re kişandine, û ji me re dibêjin ‘hûn nikarin herin wî aliyê sînor, wê derê Serxet e!’ Sînorê çi bavê min? Sînorê çi lawo, nîvê erdê me, nîvê dost û merivên me li wir mane? Gotin; ‘Na wile hûn nikarin derbasî wir bibin, wê derê dewletek din e!’ Gotinên ku nediketin serên dînan, dixwestin ku em jê yeqîn bikin. Lê me dizanibû ku em hîna dîn nebûne û hişê me li serê me ye. Kalikê te Soro, du ap û xalekî te, sê xaltîk û metikek te tev li zarokên xwe, hemû tev de di şevekê de bûbûn Serxetî, em jî di heman şevê de bûbûn Binxetî!...”
ÇÎROKÊN ZINDANÊ
Pirtûka “Çîrokên Zindanê” ji hêla Osman Uludag ve hatiye amadekirin. Pirtûk, ji 197 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de amadekar cih daye çîrokên ji hêla girtiyan ve hatine amadekirin û bi rêya zimanê girtiyan, dinyaya li hundir tê vegotin. Amadekarê pirtûkê Osman Uludag di destpêkê de pirtûkê dibêje; “Ev pirtûk, ji çîrokên xwişk û birayên me yên kurd ên ku ji ber sedemên polîtîk li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dimînin, pêk tê. Ji ‘hundir’ û ‘derve’ bi dehan kes tev li vê xebatê bûn. Ev pirtûk, li ser navê ‘bizdenbize’yê (jimeberbime)’ berhema yekem e ku bi kurdî derdikeve.”
Pêşgotina pirtûkê ji hêla siyasetmedara girtî û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatiye nivîsandin. Guven, di pêşgotinê de dibêje: “(...) Bêguman derdên me, êşên me, kul û kederên me hene. Lê ji van pirtir hêviyên me, hezkirinên me, hesretên me hene... Em wek girtiyên polîtîk êşên xwe dikin hêz û meşa xwe ya azadiyê berdewam dikin... Ev pirtûk bi derfetên biçûk lê bi hêviyên mezin derket holê. Me careke din jî dît ku piştgirî, hevaltî, rihê kolektîf û hevpar dîwarên zindanan bê wate dikin...”
ZIMANÊ ME - ASTA DESTPÊKÊ
Pirtûka xebatê ya “Zimanê Me - Asta Destpêkê” ji hêla Haydar Diljen û Sabîha Diljen ve hatiye amadekirin. Pirtûk bi taybet jî ji bo kesên nû hînî zimanê Kurdî dibin, materyaleke berhemdar e. Hemû kesên ku Kurdî hîn dibin, dikarin vê pirtûkê bi kar bînin. Ev pirtûk li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Bi vê pirtûkê zarok dê hîn di temenê xwe yê biçûk de bi temrînan hînî dengên Kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û nivîsneka rast bingehekê ava bikin. Nivîskarên pirtûkê di pêşgotina pirtûkê de dibêjin; “Li gor pratîka me ya mamostetiyê ya zêdeyî 40 salan, gelek zehmet e ku mamosta karê xwe yê profesyonel yê hîndekariyê bêyî materyalên bi kalîte bi cih bîne. Loma em hêvîdar in ku ev pirtûk û hemû pirtûkên me yên din ji bo mamosteyan hînkirin û ji bo şagirdan jî hînbûna kurdî hêsantir bike.”
RÊZIMANA KURDÎ - ASTA DESTPÊKÊ
Pirtûka “Rêzimana Kurdî-Asta Destpêkê” ji hêla Haydar Diljen ve hatiye amadekirin ku ji 94 rûpelan pêk tê. Di vê pirtûkê de wêneyekî giştî yê rêzimana Kurdî heye. Kesên ku bixwazin bi awayekî hêsan bingehên rêzimana Kurdî nas bikin yan jî hîn bibin, dikarin bi vê pirtûkê dest pê bikin. Çapa yekem ya vê pirtûkê, bi hevkariya Daîreya Giştî ya Xwendegehan ya Swêdê - Skolvreket, di sala 1994’an de hatiye weşandin. Ev çapeka nû ya berfirehkirî ye. Pirtûk bi metoda înduktîfê hatiye nivîsîn. Li gor vê metodê, zarok bi serpêhatî û ceribandinên xwe ji tişt û bûyerên li derdora xwe fêr dibin. Her cure yan jî beş li gorî vê metodê hatiye nivîsan. Pirtûk bi awayekî gelek hêsan hatiye amadekirin. Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk di vê cureyê de û bi vê metoda xwe pirtûka nû ye. Kesên ku piçekî xwendin û nivîsîna Kurdî dizanin, dê bikaribin bi hewes vê pirtûkê bi kar bînin.