AMED– Weşanên Aramê 3 jê bi kurdî, 4 bi tirkî û yek jî bi kurdî û tirkî 8 pirtûkên çîrok, bîranîn, helbest, şano, roman û lêkolînê çap kirin.
Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû yên bi kurdî û tirkî çap kirin. Pirtûkên ku ji kategoriyên çîrok, bîranîn, helbest, şano, roman û lêkolînê pêk tên li benda xwînêrên xwe ne.
DILOPEK BERXWEDAN
Pirtûka bi navê “Dilopek Berxwedan” ku Kemîran Reşîd Bekir nivîsî ye, di kategoriya bîranînê de ye, bi zaravayê kurmancî yê kurdî hatiye nivîsîn û 264 rûpel e. Di nivîsa li pişt pirtûkê de wiha dinivîse: "Di pirtûkê da têkoşîna gelekî ya ku di vebîra takekesî û civakî de bi cih bûyî hatîye tomarkirin û hatiye nîşandan ku bê ka rihê mirov di tariyê de jî çawa xwe li ronahiyê digire. Çîrokên piştgirî, fedekarî û lehengiyê yên di pişt perdeya jiyana rûtîn a zindanê da ji deriyên hesin derbaz dikin û heçko dibêjin: ‘Em hene, em li vir in û em dê ti carê dev ji têkoşîna xwe bernedin’. Ev çîrokên berxwedanê yên ku wek diyariyekê pêşkêşî têkoşîna gelekî hatine kirin, herçiqas ji ezmûnên takekesi hatibin dawerivandin jî ji aliyê çawaniyê ve ew him wek belgeyên dîrokî ne, him jî rê li ber xwe lêpirsînkirina mirov vedikin û bi bîra mirov dixînin ku hêvî di bin şert û mercên herî dijwar de jî şîn dibe…”
DENGÊN RAZAYÎ
Pirtûka bi navê “Dengên Razayî” ku Îbrahîm Kaya nivîsî ye, di kategoriya çîrokê de ye, bi zaravayê kurmancî yê kurdî hatiye nivîsîn û 104 rûpel e. Di danasîna pirtûkê de ev tişt hatine gotin: "Bahoz Dêrsim, kêliyên şopên kûr ku di bîra gelê Kurd de hatiye hiştin, bi çîrokên ku di valahiyên li pişt dîwarên zindanan bûne û di meşa berxwedan û sirgûnbûnê de hatibûne hiştin, vedikole, bi hestek e şoreşgerî diafirîne û bi hildiberandinê re radigihîne me.
‘Dengên Razayî’ ne tenê pirtûkek çîrokan e, bi şahidîtiya pêvajoya ku em rûbirû man e dibe dengê bêdengiya me ya wenda. Û neynika ku em xwe tê de bibînin. Ka em bi hev re li wî dengî guhdar bikin û di wê neynikê de li xwe mêze bikin…"
CÊNÎ Û WEXT
Pirtûka bi navê “Cênî û Wext (Kadinlar ve Zaman) ku Zelal Sevda Gunduz nivîsî ye di kategoriya şanoyê de ye, bi zaravayê kirmanckî yê kurdî û zimanê tirkî hatiye nivîsîn û 176 rûpel e. Nivîskar ji bo pirtûkê wiha dibêje: “Dengê jinên ku di dîrokê de bi êş û berxwedanên xwe ve neçar mane ku bêdeng bimînin, ji nedîtî ve hatine û hatine jibîrkirin… Jin û Dem nivîsek e ku ji dîroka kevnar heta roja me ya îro trajedî û berxwedana jinan tîne ser dikê….”
DÛRÎ
Pirtûka bi navê “Dûrî” ku Enwer Ehmed nivîsî ye di kategoriya helbestan de ye, bi zaravayê kurmancî yê kurdî hatiye nivîsîn û 160 rûpel e.
Pirtûka bi navê “Bûgday Duşlu Hayatlar" ku Mehmet Cîn nivîsî ye jî di kategoriya romanê de ye, bi tirkî hatiye nivîsîn û 360 rûpel e. Di nivîsa li pişt pirtûkê hatiye nivîsîn de wiha tê gotin: “Mehmet Cîn ku di çerxa jiyanê de şopa başî û xerabiyê, hebûn û tunebûnê, evîn û têkoşînê dişopîne, di pirtûka ‘Bûgday Duşlu Hayatlarê’ de çîrokên xweza û mirovatiyê yên ku bi perspektîfek felsefî û vegotinek awarte ji demên kevnar heta roja me hatine, pêşkêşî xwînêran dike. Razên di nava xwezayê de veşartî ne, cîhana bêguneh a zarokan, hînkirinên jiyana eşîrî û têkoşîna hebûnê ya mirov di vê xebatê de digihêje hev û esasê jiyanê ronî dike…”
Pirtûka bi navê “Kayip Cennet" ku Şerafettîn Demîr nivîsî ye di kategoriya romanê de ye, bi tirkî hatiye nivîsîn û 312 rûpel e. Nivîskar di nivîsa li pişt pirtûkê nivîsî de wiha dibêje: “Di vê pirtûkê de li ser şopa berxwedana pênc hezar salan, heqîqeta li dijî zilmê û têkoşîna birik a hebûna gelê ku hewl dida bê tinekirin, li ser koka dîrokî ya kûr a civaka Kurd û têkoşîna wê ya bênavber radiweste…”
Pirtûka bi navê “Îlk Sesten Son Nefese" ku Îshak Dûrsûn nivîsî ye di kategoriya romanê de ye, bi tirkî hatiye nivîsîn û 216 rûpel e. Di nivîsa li pişt pirtûkê hatiye nivîsîn de wiha tê gotin: “Di vê berhema yekem a Îshak Dûrsûn de ku li ser têkoşîna mirovekî ya sax mayîna di demên tarî yên dîrokê de ye, hûn ê di şexsê lehengê çîrokê de berxwedana gelê Kurd a li dijî zilma ku bi sedsalan tê jiyîn û lêgerîna azadiyê bibînin. Roman çîroka jiyaneke ku bi şer û berxwedanê di nava bayên dijwar ên salên 1930an de hatiye teşekirin û têkoşîna gel a ji bo jiyanê di rêwîtiya dijwar a Fesîh de vedibêje…”
Pirtûka bi navê “Ozgurlugun Şîfresî" ku Bûrhan Evîz nivîsî ye di kategoriya lêkolînê de ye, bi tirkî hatiye nivîsîn û 456 rûpel e. Di nivîsa li pişt pirtûkê hatiye nivîsîn de wiha tê gotin: “Azadî ne tene armanceke, di heman demê de rêwîtiyeke. Şîfreya Azadiyê serpêhatiyeke ji ferd heta civakê, ji xwezayê heta şaristaniyê didome digire dest…”