ENQERE - Abîdeya ku ji bo kesên di Komkujiya Gara Trenê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû çêkirin, hat texrîbkirin. Malbatan diyar kir ku berê jî êrişên bi vî rengî çêbûne û bertek nîşanî nedîtina kiryaran dan.
Abîdeya ku ji bo bîranîna 104 kesên di êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Mîtînga Aştiyê ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Meydana Gara Trenê ya Enqereyê hat lidarxistin, hatibû çêkirin, hat texrîbkirin. Kesên nasnameya wan nediyar, cihên ku flamayên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hebûn hedef girtin. Tê texmînkirin ku êriş di nêz de çêbûye.
NE ÊRIŞA EWIL E
Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Coşkun Sakinciyê diyar kir ku ev ne êrişa ewil e ku li dijî abîdeyê pêk hatiye. Mehtap Coşkûn Sakinciyê got: "Berê jî êrişên bi vî rengî hatibûn kirin, lê tu tişt nehat kirin. Li qada ku abîde lê ye, gelek kamerayên ewlehiyê hene. Heke bixwazin dikarin bi hêsanî êrişkar tespît bikin."
Mehtap Coşkun Sakinciyê bal kişand ser vê yekê ku bi taybetî cihên pankartên HDP'ê hatine hedef hatine girtin û got: "Dema ku me abîdeyê çêdikir, me ji malbatan wêneyên ku demên herî xweş yên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, xwestin. Wekî komele em ê li dijî vê faşîzmê serî li cihên pêwîst bidin û ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dixwazin demildest bikeve nava liv û tevgerê."
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îhsan Seylan ê ku biraziyê wî Ûmît Seylan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr xist ku beriya niha jî êrişên bi vî rengî hatine kirin. Seylan diyar kir ku tevî ku gelek caran êrişkaran ji saziyên pêwendîdar re ragihandine jî tu encam bi dest nexistine û got: "Em vê yekê qebûl nakin û vî tiştî bişopînin."
MA / Melîk Varol