NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sakaryayê di maleke prefabrîk de şewat derket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Tarakli ya Sakaryayê di maleke prefabrîk de ku xebatkarên çewliga mirîşkan lê diman, şewat derket. Şewat, saet derdora 11.00’ê derket. Piştî welatiyên li derdorê agahî dan, li cihê bûyerê komên agirkujiyê hatin sewqkirin. Bi mudaxileya koman re agir hate vemirandin.
Hat zanîn ku di şewatê de zarokên bi navên C.K. (4) û Ç.K. (3) ku biyanî ne, jiyana xwe ji dest dan.