ÎZMÎR - Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Girtîgehê Tîpa S û Y’ê û xwestin ev girtîgeh bên girtin.
Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê bi daxwaza “Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin” li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Nûnerê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.
Rêveberê ESP’a Îzmîrê Hidir Alî Kiliç di daxuyaniyê de bal kişand ser sirgunkirina girtiyên siyasî û got ku ji bo binpêkirina mafê hevdîtinê yê xizmên girtiyan ev binpêkirin tê kirin. Kiliç, wiha domand: “Ev sirgun, parçeyeke polîtîkayên girtîgehê ya dewletê ye ku şêweyeke îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî ye. Ev sirgun, ji bo tenêhiştina girtiyên şoreşger û zextê tên kirin. Girtiyên sewqî Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind tên kirin, rastî tecrîdeke giran tên û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.”
BINPÊKIRINÊN TÊN KIRIN
Kiliç, girtîgehên bi Tîpa S û Y’ê weke “Girtîgehên tîpa bîrê” pênase kir û wiha axivî: “Ji bo avakirina van tîpên girtîgehan Îsraîl mînak hatiye girtin. Mîmariya van girtîgehan, bandoreke neyînî li ser tenduristiya girtiyan dike. Girtî bi tenê tên hiştin. Polîtîkaya girtîgehê ya dewletê; weke amûra tepisandina daxwaza azadî, wekhevî û edaletê ya civakê tê bikaranîn. 34 rêhevalên me yên li Girtîgeha Marmarayê ji ber lêpirsînên disiplînê yên keyfî nikarin heta 22’yê Nîsanê nikarin mafên xwe yên name, faks û telefonê bi kar bînin. Rêhevalên me li dijî sirgunên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind bi çalakiya greva birçîbûnê, dirûşm û daxwaznameyên ji wezaretê re şandin re li ber xwe dan û didin.”
Kiliç, bang li raya giştî ya şoreşger, demokrat û parastvanên mafên mirovan kir ku li dijî “girtîgehên bi tîpa bîrê” hestiyar tevbigerin.