Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin

  • rojane
  • 14:46 11 Nîsan 2025
  • |
img

AMED – TJA’yê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan bi van gotinan bi bîr anî: “Em ê hêviyên aştî û azadiyê yên hemû dayikên xwe, bi avakirina civaka demokratîk tacîdar bikin.” 

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya sala 32’yemîn a wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
Hiqûqa dayikbûnê, doktrîneke ku zanyariyên herî pîroz ên erdnîgariyên kevnar di xwe de dihewîne. Erdnîgariya Kurdistanê bi pîrozbûna xwedawenda dayik a bi hezaran salan wate daye rastiya dayikbûnê û wek diyariyeke bêhempa li bîra mirovahiyê zêde kiriye. Vê axa ku bi bereketa dayika pîroz hatiye avdan, bi hestiyariya wê jiyaye, zarokên xwe bi hişmendiyeke exlaqî û polîtîk mezin kirine, bûye qada herikbariya azad a civakîbûnê. Li hemberî hişmendiya serdest a tarî ya ku li dijî tevahiya bedewiyên der barê civakê û jinan de şer dike, bi inyad, bi tililiyên xwe, bi lorîkên xwe, carinan bi hêrs û bi hişmendiya parastinê aliyê herî bedew ê berxwedanê jî bi hiqûqa dayikbûnê he kiriye. Temara berxwedanê ya Besêyan, Zerîfeyan, Rindêxanan bi vê doktrînê xurt bûye, şoreşa çandî, zanyariya dîrokî û seknan jinan ragihandiye roja me ya îroyîn. Dayikbûn, li Kurdistanê, beriya her tiştî serhildana li dijî dîlîtiyê û afirandina heza ji jiyana azad e. Dayika Uveyş a ku Can Daye Serhildanekê, zanyariyên pêşîn ên temarên berxwedanê yên jinan veguhastiye, hêviya jiyana azad a gelê xwe mezin kiriye û bûye pêşenga vejîna li Kurdistanê. 
 
NASNAMEYA JINA AZAD HERÎ ZÊDE DEYNDARA DAYIKA UVEYŞ E
 
Mirovê Azad ê ku îxaneta li hemberî dayika ku şîrê wê vexwariye û nirxên xwedawendiyê yên ku nûneriya wan dike wek îxaneta li jiyanê dinirxîne, hînbûyînên xwe yên pêşîn ji dayika xwe wergirtine û li ser vê axê, xeta jina azad vejandiye. Nasname û sekna jina azad a ku bi Bîrdoziya Rizgariya Jinê xwebûna xwe diparêze, îro ji bo cihê ku li cîhanê lê ye, herî zêde jî deyndara Dayika Uveyş e. Xeta jina azad a ku di kesayeta Dayika Uveyş de, li hemberî hêzên paşverû yên cîhanê meydanê dixwaze, dayikê bi tenê wek giyanewereke biyolojîk nabîne, bi zanîna xwe, bi têkoşîna ku hevjiyanê azad dike, bi sekna bê tawîz a li hemberî faşîzmê û mêtingeriyê, vê biharê jî bi hêvî û kelecana ronesanseke nû pêşwazî dike. 
 
EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA JI BO MAYÎNDEKIRINA XETA JINAN BILIND BIKIN
 
Wek hêza pêşeng a Aştiyê û Civaka Demokratîk, bi kevneşopiya berxwedanê ya qedîm a ku me ji dayikên xwe wergirtiye, em ji hemû deman zêdetir nêzî avakirina jiyana nû û civaka azad in. Angaşt û israra me ya avakirina siberojeke li ser bingeha azad a bi zanîna dîrokê, ji bo me ji hemû deman hêzdartir e û angaşta me ji hemû deman mezintir e. Bê guman em ê îxanetê li vê kevneşopiya ku em gihandine van rojan û hiqûqa dayikbûnê nekin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo mayîndekirina xeta jinan a li ser vê axê bilind bikin. 
 
EM SOZA AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK DIDIN
 
Li ser vê bingehê, em tevahiya dayikên xwe yên ku çanda berxwedanê gihandine me, ligel tevahiya zehmetiyên şer rojekê jî dev ji têkoşîna xwe bernedane û jiyana xwe di oxira vê têkoşîna bi rûmet de dane, di kesayeta Dayika Uveyş û Dayika Sakîne de bi minet û rêzdariyeke mezin bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê hêviyên aştî û azadiyê yên tevahiya dayikên xwe yên ku dengê aştiyê ne, bi avakirina civaka demokratîk a ku em ê bibin sazûmankarên wê, pêk bînin.”
 

Sernavên din

16:37 Xwestin Akay û Aladag bên berdan
15:36 Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
14:48 Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
13:17 Li Colemêrgê mirineke biguman
12:54 Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê
12:46 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'î jiyana xwe ji dest dan
12:38 Ji Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû
09:31 Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
09:07 Ji Weşanxaneya Aryenê du jê rêziman 4 pirtûkên nû
09:05 Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN
11/04/2025
16:05 Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
16:01 Jin li Mûglayê li ser aştiyê axivîn
15:54 Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
15:46 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
15:44 Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
14:49 Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
14:46 Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
14:38 'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
13:29 Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
13:27 Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê