NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 32’yemîn a wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di sala 32’yemîn a salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê hate bibîranîn. Li gel endamên malbatê, her wiha siyasetmedarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER), xwişka Alî Çîçek ê li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest dabû Ayşe Çîçek û gelek kesên din tev li bûn
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû di bîranînê de got: “Dayika Uveyşê, hem li dijî pergala mêrê serdest a vê civakê hem jî li dijî zextan têkoşiya. Di şexsê Dayika Uveyşê de me hêza jina berxwedêr dît. Em ê bi xwedîderketina banga 27’ê Sibatê re têkoşîna Dayika Uveyşê ji me re hiştî bidomînin.”
Dayikên Aştiyê Fatma Aktaş û Adalet Çay û aktîvîsta TJA’yê Edle Fîdan jî Uveyş Ocalan bibîranîn. Beşdaran, çîçek danîn ser gora Uveyş Ocalan. Piştre jî girse çû serdana mala Abdullah Ocalan lê ji dayik bûbû.