ANTALYA - Ahmet Başboga û Şakir Akkurt piştî 32 salan hatein berdan.
Ahmet Başboga û Şakir Akkurt piştî 32 salan ji Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê hatin berdan. Başboga û Akkurt di sala 1993'yan de bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hatin girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Her du girtî îro hatin berdan. Başboga û Akkurt, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hatin pêşwazîkirin.
Başboga û Akkurt, diyar kirin ku ji rexekî ve keyfxweş û ji rexekî ve jî xemgîn in û gotin ku ew piştgiriyê didin “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Başboga û Akkurt hêvî kirin ku hemû hevalên wan ên girtî bên berdan.
Başboga ber bi Manîsayê ve û Akkurt jî ber bi Êlihê ve bi rê ket.