MÛGLA - Wekîla DEM Partiyê Sumeyye Boz di hevdîtina jinan a li Mûglayê de axivî û got ku ji bo aştiyê erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê jinan.
“Hevdîtinên Jinan ên di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk” ên Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) berdewam in. Di vê çarçoveyê de li Navenda Çandê ya Ataturkê ya li navçeya Menteşe ya Mûglayê bi jinan re hevdîtin hate kirin. Ji rêxistin û komeleyên jinan gelek kes tev li bûn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di hevdîtinê de axivî û got ku ji bo nêrîn û pêşniyarên jinan ên têkildarî aştî û avakirina civaka demokratîk de van civînan li dar dixin. Sumeyye Boz, got ku dema qala aştiyê tê kirin mecbûr in qala rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd jî nîqaş bikin û got: “Ji siyaseta şer a tê domandin herî zêde jin bibandor dibin. Di mijara aştiyê de erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê jinan.”
Di berdewamê de Boz ev tişt anî ziman: “Weke jinên rêxistinkirî em mecbûr in xeta vê têkoşînê ava bikin. Di çarçoveya pirsa ‘Hûn vê bangê çawa dinirxînin’ de me li 101 cihan nêzî 300 civîn li dar xistin. Di raporan de tiştekî pir balkêş heye. Piranî dayik tev li bûn. Dayikan got; ‘Min winda kir, ez giriyam, kezeba min şewitî. Lê bila kezeba tu dayikên din neşewite.’ Herî zêde jin bi êşa şer dizanin.”
Hevdîtin, bi nêrîn, pêşniyar û daxwazên jinan ên têkildarî aştiyê bi dawî bû.