STENBOL - Rojnamegerên ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn tên darizandin wiha gotin: " Em ê bibin ziman û çalakiya heqîqetê û em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin."
Danişîna doza ku der barê 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwanên ku qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin, pêk hat. Endamên Cemiyeta Rojnamegerên Dicle Firat (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî-Çapxaneyê (Basin-Îş), her wiha gelek rojnameger piştî danîşîna dozê li ber Edliyeya Stenbolê amade bûn.
Yek ji rojnamegeran Mahsûm Saglam axivî û wiha got: "Ji ber bûyerên di rojên dawî de li Tirkiyeyê qewimîn, hejmareke zêde rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Weke rojnameger em van zextan şermezar dikin. Em dizanin ku pirsgirêka li Tirkiyeyê bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Em van gefên darazê qebûl nakin. Em îro bi pêkanînên ku rojnamegeriyê lêpirsîn dikin re rû bi rû ne. Îdîa dikin ku Nazim û Cîhan rojnameger nîn in. Em şahidên ku ev hevalên rojnameger in. Ev hevalên me dema xebatên xwe yên rojnamevaniyê dimeşandin hatin qetilkirin. Em ji vir Cihan û Nazim bi bîr tînin. Em ê her bibin ziman û çalakiya heqîqetê."
LI DIJÎ ÊRÎŞAN BANGA HEVGIRTINÊ
Piştre Endamê Desteya Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê Îzel Sezer axivî û wiha got: "Îro darizandinek pêk nehat. Hevalên me yên rojnameger û hevalên me yên parêzer li salona dadgehê rastî helwesteke êrîşkar hatin. Rejîma qesrê ji bo gel bêdeng bike rojnamegeran qetil dike. Rêya herî lezgîn a desthilatdariyê ev e. Duh roja jidayikbûna Metîn Goktepe bû. Ji ber ku dixwest rastiyan bigihîne civakê hat qetilkirin. Em îro şahidên rojnamegeriya hemû hevalên xwe yên rojnameger ên li vir tên darizandin in. Dema em piştgiriyê bidin, em dikarin gefên daraza hikûmetê bişikînin."
'EGER ÇAPEMENÎ AZAD NEBE, KES AZAD NABE'
Rojnameger Dîren Yûrtsever a li ser navê MKG'ê axivî diyar kir ku mafê her kesî yê raporê heye û wiha got: "Çapemeniya Azad ji ber ku azadiya fikir û ramanê diparêze li vir e. Bi taybetî di şer û pevçûnan de pêşî rojnamevan tên hedef tên girtin. Rojnameger an tên kuştin, tên binçavkirin an jî tên girtin. Bîranîna rojnamegerên hatine qetilkirin ne sûc e. Em şahidên rojnamegeriya Nazim û Cîhan in. Ji niha û pê ve jî em ê li dijî kesên ku rojnamegeran darizînin bi hêztir rawestin. Eger li cihekî çapemenî azad nebe, kes ne azad e. Em ji bo tundiya li ser rojnamegeran derxin holê li vir in. Em ê bîranîna hevalên xwe yên rojnameger ên hatine qetilkirin bidomînin. Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin."
Daxuyanî bi dirûşmên; ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ û ‘Nazim û Cîhan rûmeta me ne’ bi dawî bû.