RIHA - Rojnameger Ziwer Şêxo bi hinceta ku li Sûriyeyê li herêmên Elewî lê dihatin qetilkirin weşan kiriye hatibû binçavkirin. Şêxo, got: “Ji hinek malbatan tenê yek kes mabû. Li hinek gundan 200 kes hatibûn qetilkirin.”
Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) piştî hilweşandina rejîma Esad rêveberiya Sûriyeyê bi dest xist. Bi destê HTŞ’ê li Sûriyeyê di nava çendek mehên dawî de bi hezaran Elewî hatin qetilkirin. Bi taybet jî li gundên Laziqiyeyê komkujiyên mezin hatin kirin û bi hezaran malbat neçar man ku koçî cihên cuda bibin.
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya bi Elewiyên rastî êrişan tên re, bi rêya Heyva Sor a Kurd TIR’ên alîkariyê şand herêmê. Bi konvoyên di 16’ê Adarê û 11’ê Nîsanê hatin şandin re alîkarî gihand bi hezaran welatiyên li navçeya Ceblê ya Laziqiyeyê û bajarê Banyasê.
Nûçegihanê Ronahî TV’yê Ziwer Şêxo ku konvoy dişopand, di 21’ê Adarê de ji hêla komeke girêdayî rejîma Şamê ve hate binçavkirin û demekî kin piştre hate berdan. Van koman, dest danîn ser kamera û telefona Şêxo. Piştî Rêveberiya Xweser ketî dewrê jî hate berdan.
Şêxo, têkildarî tiştên li herêmê jiyayî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Şêxo, da zanîn ku piştî mutebeqeta di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê hindik jî be êrişên ser Elewiyan sekinîne û got: “Bi kêmbûna êrişan re alîkariyên mirovî gihiştin herêmê. Hewl dan bi hincetên cuda alîkariyan asteng bikin. Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîzê û ji bo alîkariyê bigihîne welatiyan, amblema ‘Heyva Sor a Kurd’ rakir. Lê encamek ji vê hewldana van komên çekdar derneket. Ji ber ku cihên em çûnê her kesî dizanî ku ev alîkarî Rêveberiya Xweser şandine.”
LI TEVAHIYA QERAXÊ KOMKUJÎ HATINE KIRIN
Bi domdarî Şêxo destnîşan kir ku ji ewil gihiştine Hemayê û li vir her tim hatine astengkirin. Şêxo, got ku piştre derbasî Ceblê bûne û ev tişt anî ziman: “Me dît ku ciwanên li vir ji bo pêşwazîkirina konvoyên alîkariyê amadekarî kirine. Wan em pêşwazî kirin. Keşe û çendek kesên Dêra Mar Yaqûb (El Mukattah) diparastin, di geştên din de bi me re hatin. Em ji vir yekser derbasî aliyên qeraxê bûn. Li gundê ewil em gihiştinê komkujî hatibû kirin. Lê her ku em nêzî qeraxê dibûn, em bêhtir bi rastiya komkujiyê re rû bi rû man. Li gundan mal hatibûn şewitandin. Hinek mal jî tenê jinên kal mabûn. Jinekê got ku 4 kurên wê hatine qetilkirin. Me li cihê zarok lê hatibûn qetilkirin şopên xwînê dît. Hinek jinan digotin ku hevjînên wan hatine qetilkirin. Zarokekî 10 salî dîmenên cenazeyan ên kişandî nîşanî me da. Digot bê ka kîjan bavê wî ye kîjan apê wî. Komkujî li pêş çavên wan hatiye kirin. Me jê pirsî bê ka çi ji wan hatiye pirsîn û komkujî çawa dest pê kiriye. Gotin ku komên hatin ji wan pirsa ‘Hûn Sunî ne yan Elewî ne?’ kirine.”
'JI BER BAWERIYA XWE HATIN QETILKIRIN’
Di berdewamê de Şêxo bi lêv kir ku ji hinek malbatan tenê yek kes mabû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hinek gundan 200 kes hatibûn qetilkirin. Hatina Rêveberiya Xweser a herêmê hindik jî be kiriye ku Elewî xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Li gel komujiyan, her wiha li herêmê talan û dizî jî hatiye kirin. Hinek malbat hebûn ku xwarina wan nemabû. Jinan, li dijî van komkujiyan berxwedaneke mezin raber kirine.”
'KOMKUJÎ DIDOME’
Rojnameger Şêxo, da zanîn ku hindik jî be hewl daye tiştên hatine jiyîn bi raya giştî re parve bike lewma hatiye binçavkirin û got: “Li gundên qeraxê hinek kesan cisaret kirin ku biaxivin lê li bajarên qeraxê rewş cuda ye. Ditirsiyan ku bên kuştin. Çendek roj berê 6 kesên din li Banyas û Humsê bi hinceta ku Elewî ne hatine qetilkirin. Yek ji wan zarokekî 13 salî bû. Komkujî hêj berdewam in. Hinek saziyên çapemeniyê yên weşana xwe bi Erebî dikin, bi mexdûrên komkujiyê re hevdîtin nekirin. Ji ber ku piştgiriyê didin komkujiyê.”
PÊVAJOYA BINÇAVKIRINÊ
Şêxo, destnîşan kir ku ji bo bibe dengê Elewiyan çûye herêmê û axaftina xwe wiha qedand: “Dema me ev biryar dayî, me xwe ji bo hemû îxtîmalan amade kir. Jixwe rojek piştî weşanê koman pêşiya me girtin. Wêneyeke ji weşanê nîşanî min dan û pirsîn bê ka ew kes ez im an na. Dema min qebûl kirî, ji erebeyê paya kirin û pirsîn bê ka ez bi rojî me yan na, ez Elewî me yan na. Min jî got ku ez ê bersiva van pirsan nedim. Demekî dirêj çavên min girtî di wesayîtê de hatim ragirtin. Piştre ji Ceblê birin Banyasê. Dest danîn ser telefon û qertên min. Mudaxileyekî fîzîkî nehat kirin. Ev hinek jî ji ber wê bû ku ez ji Rêveberiya Xweser hatibûm. Ji ber ku rayedar ketibûn navberê. Çendek saet piştre hatim berdan. Em ji wir vegeriyan lê hêj jî mirov li wir hewl didin li dijî koman jiyana xwe biparêzin. Şert e ku jiyana wan kesan bê misogerkirin.”
MA / Ceylan Şahînlî