TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
- jin
- 09:00 03/10/2023
TJA, dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" li 3 herêmên Stenbolê tax bi tax xebatên rêxistinkirinê bike.
TJA, dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" li 3 herêmên Stenbolê tax bi tax xebatên rêxistinkirinê bike.
Li Wanê jinan xwest tazica çawîşê pispor protesto bikin. Polsîan êrişî jinan kir û bi hincera peyva "ên biunîforma" nehiştin daxuyanî bê dayîn. Jinan jî got: "Em ê bêdeng nemînin."
TJA’yê tacîza zayendî ya 6 çawişên pispor li Wanê li jinan kirî protesto kir û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku tacîz û tecawizên endamên şerê taybet ên dewletê asayî bibin. Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir.”
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke jinan a navneteweyî ya bi pêşengiya TJK-E, Akademiya Jineolojiyê û Înîsiyatîfa Edalet ji bo Nagîhan Akarsel, bi NY’ê re hevdîtin kir û xwest ku sûcên dewleta tirk bên sekinandin.
Aktîvîsta TJA’yê Gonul Uzunay diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komployê paradîgmaya Abdullah Ocalan kiribûn hedef û wiha got: “Lê belê nekarîn armancên xwe pêk bînin. Bi paradîgmayeke gerdûnî bûyî re rû bi rû man.”
Rojnamevanên jin ên kurd li dijî zimanê mêrsalar, zayendperest û tundiyê yê di medyayê de hate avakirin dê di 7’ê cotmehê de Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ava bikin.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" de li her taxê xeta têkoşîna ava bikin û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixebitin.
F.O, diyar kir ku ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Omrak ê ku dixwazê wî berde, bi gefan û tundiyê re rû bi rû maye û tevî ku Omrak biryara jêdûrkirinê binpê kiriye jî nehatiye cezakirin. F.O deştnîşan kir ku jiyana we di xeterê de ye û got: “Qanûn jî li aliyê mêran e.”
Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê têkildarî binpêkirinên mafan bi xwesteka “bikeve tevgerê” serî li CPT’yê dan.
Endama KJAR’ê Arîn Mahabad, îşaret kir ku Îran ji fîkriyeta “Jin jiyan azadî” ditirse û wiha got: “Heke têkoşîn û rêxistinkirina jinan bidome dê şoreşa jinê teqez serbikeve.”
Parêzer Meral Halat bertek nîşanî kêmkirina cezayê kujerê Hasret Tûtal da û got: “Dadgehê ne bersûc, Hasretê darizand.”
Jinên mexdûrên erdhejê di kargeha dirûtinê ya ji aliyê Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê ve hat avakirin, bi hilberînê xwe li jiyanê digirin. Jinan diyar kir ku hê jî gelek kêmasiyên kargehê hene û ji bo vê bang li mirovên hestyar kirin.
Li navçeya Şahînbeya Dîlokê Alî Yavûz hevjîna xwe Medîne Yavûz ku li ber devjihevberdanê bûn qetil kir û sê zarokên xwe û cîranek xwe jî birîndar kir.
Aktîvîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik Yildiz diyar kir ku dê bi kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” rêxistinkirina xwe xurt bikin û got: "Em ê bibin bersiva tecrîdê, qirkirina jinan û xwezayê, destdirêjiya li zarokan, bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û gelek pirsgirêkên din."
Jinên kedkar ku li Semsûrê debara xwe bi çandiniya tûtinê dikin diyar kirin tevî ku ew kedek mezin didin jî lê heqê keda xwe wernagirin.