ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
- rojane
- 09:00 19/2
Di encama êrişên 2 mehan ên dewleta tirk û komên girêdayî wê de yên li dijî Kantona Firatê, 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin û 8 jî birîndar bûn. Her wiha gelek dibistan wêran bûn û bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar man.
Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina Mehmet Turkmen li gelek bajaran hat protestokirin û peyama ‘"Dem dema yekbûn û mezinkirina têkoşînê ye" hate dayîn.
Konseya Bajar a Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û xwest qanûna rê li ber tayînkirina qeyûman vedike were betalkirin.
Bafil Celal Talabanî piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re daxuyanî da û got: “Tekane rêya çareseriyê nîqaşên jidil û diyalog e.”
Bi tevlibûna gelek hunermendan li dijî serdegirtina avahiya Mala Hunerê ya Jîn Artê çalakiya nobetê ya çand-hunerê hate destpêkrin.
MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û xwest ku rojnamegerên îro hatin binçavkirin bên berdan.
YRA, YRJ û Rêxistina Mafên Mirovan êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û ji Nûnertiya NY’ê re name şandin.
HDK, TJA, DEM Partî û DBP’ê bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan dan û gotin ku dê têkoşîna wan a li dijî tundiya dewleta mêr bidome.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê bi boneya qetilkirina rojnameger Azîz Koyluoglû çûn serdana Rojnewsê û sersaxî jê xwestin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî pirseke lşi ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bersivand û got: “Ev bang dê bangekî sedsalî be û dê bibe nexşerêya pêvajoyê.”
Polîsan mil û tiliyên endamê PM’a DBP’ê Kenan Îldenîz şikandin. Îldenîz ê ji ber îşkenceya giran a di bin çavan de nikare bimeşe, li ser kursiya astengdaran birin nexweşxaneyê. Dîmenên van kêliyan hatin bidestxistin.
Gelê Wanê li dijî xespkirina vînê meşiya. Di çalakiyê de peyama “Em ê bi tu awayî destûrê nedin dagirkeriyê” dan.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di serdana gorê Celal Talabanî de lênûsa taybet îmze kir.
DBP’ê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê a li dijî HDK’ê da û ji îktîdarê re got: “Dev ji van bêhiqûqiyên hêviya aştiya civakî û çareseriyê têk dibe, berdin.”