'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
- rojane
- 10:47 06/6
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Jiyan Tosûn anî ziman ku guhertinên di Pakêta Darazê de kêm in û di sererastkirinên qanûnî de newekhevî heye.
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Jiyan Tosûn anî ziman ku guhertinên di Pakêta Darazê de kêm in û di sererastkirinên qanûnî de newekhevî heye.
Xebatkara Şaredariya Êlihê Rojîn Akat a ku ji ber zexta pîsolojîk ku ji aliyê Gerînendeya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Êlihê ya qeyûm hatibû tayînkirin, bi nexweşiya hêrsê ketiye, giliyê şaredariyê kir. Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Êlihê Narîn Erol da zanîn ku pêkanînên bi heman rengî di hemû yekîneyan de hene.
Li girtîgehên Edene û Osmaniyeyê hinek girtiyên nexweş nikarin bimeşin û hinek jî li ber mirinê ne. Ji bo hinek girtiyan rapora 'nikarin li girtîgehê bimînin' hatiye dayîn lê tevî nexweşiyên xwe jî nayên dermankirin û nayên berdan.
Girtiyê nexweş Soydan Akay piştî 32 salan hate berdan, Akay diyar kir ku girtiyên nexweş bêyî sererastkirieke hiqûqî divê bên berdan û wiha got: “Berdana girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê astengkirin ne berdêla çekdanînê ye, berdêla çekdanînê aştî û civaka demokratîk e.”
Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku ji aliyê JîTEM'ê ve hatibû qetilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu li vir axivî û diyar kir ku ew ê civaka demokratîk a ku gelek kesan ji bo wê berdêl dan, dê ava bikin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê di avahiyekê de şewat derket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Kesên ku di encama êrîşa DAÎŞ'ê ay li dijî Mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku dê bi anîna aştî û demokrasiyê xeyalên kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi cih bînin.
Ji ber cejnê welatî li gelek bajaran çûn serdana gorên kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û gotin, "Heta aştiyeke bi rûmet pêk were em ê têbikoşin."
Dadgehê sedema biryara xwe ya "bê ceza hiştinê" ya ji bo Firat Koç ê têkildarî protestoyên li dijî qeyûm aşkere kir.
Li gel biryara PKK'ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî, hat ragihandin ku êrîşên Tirkiyeyê dewam dikin û di encama êrîşan de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dane.
Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê, bi navê 'Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' kampanya da destpêkirin.
Li gundê Çobankazani yê navçeya Basayê nexweşiya tebekê hat tespîtkirin.
Komîsyona Mafên Çandinî û Sewalan a DEM Partiyê diyar kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk parçeyekî bingehîn ê têkoşîna parastina xwezayê ye û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya parastina xwezayê bidomînin.
5 şaredarên CHP’î yên di çarçoveya lêpirsna gendeliyê ya li Stenbolê de hatibûn girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn ve ji erka xwe hatin dûrxistin.