Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
- rojane
- 09:12 20/2
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinên li Herêma Federal a Kurdistanê axivî û diyar kir ku dê peyamên van hevdîtinan ji Ocalan re ragihînin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinên li Herêma Federal a Kurdistanê axivî û diyar kir ku dê peyamên van hevdîtinan ji Ocalan re ragihînin.
Polîsan li Lice ya Amedê bi hinceta ku qehwexaneyekê kanala Medya Haber TV vekiriye, ji bo mehekê mohr kirin.
Endamê Komîsyona Kongreya DEM Partiyê Atîlla Ozdogan îşaret bi wê yekê kir ku di pêvaoyeke wiha de ku li dijî pêkhateyên HDK'ê û şaredariyên ku bi Lihevkirina Bajêr hatine hilbijartin operasyonan tên lidarxistin, dê li Stenbolê biçin kongreyê û got: "Em ê li vî welatî tifaqa hevpar a gelan, bi taybetî ya kurd û tirkan ava bikin."
Îro di danê sibehê de li Amedê berf bariya û li gelek deverên bajar hêj dibare.
Ciwan li navçeya Akdenîzê li dijî tayînkirina qeyûman daketin kolanan û qeyûm protesto kirin.
Rêxistinên maf û hiqûqê yên li Wanê diyar kirin ku li bajar bi destê dewletê maf û azadî hatine binpêkirin û hate gotin ku ji roja 15’ê Sibatê heta niha di protestoyan de 70 jê zarok bi giştî 348 kes hatin binçavkirin, 55 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Cengîz Oglagi, bi hinceta ku di sala 2012’an de li Cizîr a Şirnexê çalakiyên kolanan kişandiye hat darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ji bo pirsa “Gelo dê Şandeya DEM Partiyê biçe Îmraliyê ya na?” ev bersiv da: “Heke serlêdanek were kirin em ê binirxînin û destûrê bidin.”
Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û banga rawestandina tayînkirina qeyûman li rayedarên dewleta tirk kir.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ozan Balci, Cîgirê Midûrê Emniyetê yê ji Şaxa Trafîkê ya Wanê Berpirsyar Ekrem Çîçek tayînî Serokatiya Daîreya Veguhestinê kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di çalakiya protestokirina qeyûm a li Wanê de axivî û wiha got: “Qeyûm dê nekarin hêvî û baweriya gel bişikînin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bikin.”
Girseya ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî di nav de bûn, piştî daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman, ber bi Meclisê ve meş li dar xistin.
Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re daxuyanî da û got ku weke rêveberiya herêmê amade ne ku ji bo şer bi dawî bibe piştgiriyê bidin.
ÎHD’ê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê ya li dijî HDK’ê da û got: “Ev operasyon ji bo bêzarkirina gel tê kirin. Dê têkoşîna me ya li dijî van êrişan bidome.”