Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
- polîtîka
- 18:08 14/5/2023
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş piştî bidawîbûna dengdayînê peyamek parve kir û wiha got: “Niha jî dema xwedîderketina li dengan e.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş piştî bidawîbûna dengdayînê peyamek parve kir û wiha got: “Niha jî dema xwedîderketina li dengan e.”
Nûnerê YSK'ê yê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, daxuyand ku Partiya Vatanê li Dîlokê bêyî haya welatiyan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan û got ku wan gilî kiriye.
Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku wan tespît kiriye ku birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran li gund bi welatiyan dengên vekirî dane bikaranîn û ew ê li dijî hemû bêhiqûqiyan gilî bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Edîrneyê girtî ye dengê xwe da û ev pirs kir: “Min dengê xwe da, gelo we jî da?”
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li navçeya Uskudara Stenbolê dengê xwe da.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga Yenîkapiyê de axivî û wiha got: “Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye. Sibe dê bi mohrên her yek ji me derkevin rê.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a bang li waniyan kir, diyar kir ku wê sibê li Wanê ji Erdogan re bêjin “Van Mînut” û wiha got: “Ew dê biçin û dê careke din neyên. Û em ê bi Partiya Çepên Kesk re em ê bi milyonan bên.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Qada Îstasyonê xîtabî bi deh hezaran kes kir û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got: “Dê tecrîd were rakirin.”
Qada Îstasyonê ya Amedê ku Partiya Çepên Kesk mitînga xwe li dar dixe, bi devî re tije bûye.
Partiya Çepên Kesk li Wanê bi beşdariya deh hezaran kes mitîng li dar dixe û gel îradeya xwe beyan dike.
Bi deh hezaran kes diherikin mitînga ku Partiya Çepên Kesk bi dirûşmeya “Destpêkeke bi heybet” li Qada Yenîkapiyê li dar dixe. Di mitîngê de pankarta gotinên “Em tevgereke ku vegera dîrok û evînê ne. Em li pey nemirinê ne” yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hate vekirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk de axivî, got: "Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin."
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş a anî ziman ku di hilbijartinan de roleke girîng a gelê kurd heye, bi lêv kir ku ji bajarî wê herî kêm du wekîlan derxînin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku wan bi Partiya Çepên Kesk oprasyonên îktidarê pûç kirine û got: “Ji bo avakirina Komara Demokratîk û teminata aştiya mayînde, em hêza motorê ne. Em li bin dara Partiya Çepên Kesk werin ba hev.”
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Mazlum Taş diyar kir ku navnîşana çareseriyê ya ciwanan Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Heta ku ciwan azad nebin, ev welêt xweş nabe. Lewma divê ciwan xwedî gotin bin. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwanî xelas bikin.”