Karkerên madenê: Em dixwazin mîna mirovan bijîn
- aborî-ked
- 16:04 23/10/2020
Karkerên madenê yên ligel hemû şert û mercên zor, zehmet û astengiyan jî, ji bo mafên xwe li ber xwe didin, gotin; “Em dixwazin mîna mirovan bijîn.”
Karkerên madenê yên ligel hemû şert û mercên zor, zehmet û astengiyan jî, ji bo mafên xwe li ber xwe didin, gotin; “Em dixwazin mîna mirovan bijîn.”
Meaşê karkerên madenê yên emekdar ên ku ji bo meaş û tazminata qidemiyê ya wan nehatibû dayîn, ber bi Enqerê ve meşiyan û hatibûn astengkirin, hat dayîn. Serokê Sendîkaya Karê Madenê ya Serbixwe Tahir Çetîn, diyar kir ku têkoşîna wan wê dewam bike.
Ciwanan anî ziman ku piştî zanîngeh kuta kirine deyndar bûne û niha betal in û got, budçe divê ne ji bo şer û sermayeya alîgir, divê ji bo ciwanan bê veqetandin û xwestin deynên wan ên KYK'ê bên xerakirin.
Aborîzan Mûstafa Sonmez, destnîşan kir ku ne mimkun e ku aborî di van şert û mercan de heya sala 2023'yan li ber xwe bide û got: "Her diçe qulik mezin dibe. Em ketine fetlonekeke pir mezin." Her wiha Sonmez anî ziman ku divê muxalefet israra xwe ya di warê hilbijartina pêşwext de bidomîne.
Endamê Komîsyona Plan û Budçeya HDP’ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku tercîha budçeyê di aliyê qesr, şer û sermaye de hatiye kirin, mafê civakê heye ku hevdîtinên budçeyê zanibe.
Wezareta Karên Navxweyî ji bo lêçûyîna tedawî û cenazeyan 36 milyon 25 hezar TL veqetand û çêkirina “6 şehîdgehan nû” û “razandina tezmînatê bo 110 malbatên şehîd û gaziyan” tê hedefkirin. Wezaretê ji bo lêçûyîna cenaze û tedawiyê jî 36 milyon 25 hezar TL veqetand.
Li Qersê sewlavnan heywanên xwe ji bo firotinê tînin bazarê, lê bêyî ku eks bikire tevî heywanên xwe vedigerin malê. Sewalvanan, diyar kir ku ev hem ji ber krîza aborî hem jî ji ber polîtîkayên şaş e.
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşeatê ya Wanê Firat Dûrmaz, anî ziman ku hîn jî avahiyên 9 sal berê di erdhejê de texrîb bûne û xesar dîtine nehatine xerakirin û got: "Heger erdhejek çêbibe wê karesateke mezin rû bide."
Genel-Îş'ê piştî ku tu tişt ji hevdîtinên TÎS'ê yên bi şaredariyên Kartal û Kadikoyê re kirin derneket, karkeran biryara xwe ya grevê li avahiyên şaredariyan daliqandin.
Bazirganên bazara Wanê, diyar kirin ku bandorên krîza aboriyê bi pêvajoya pandemiyê re girantir bûn û gotin: “Dahatûya me tuneye, lê lêçûnên me pir zêde ne. Li welat aborî ne ma ye.”
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr, diyar kir ku têkçûna kedkarên tenduristiyê tê wateya têkçûna civakê. Serokê TPD’ê Omer Boke jî got heke piştgiriya kedkarên tenduristiyê neyê kirin dê têk biçin.
Cîgirê Hevserokên Giştî Garo Paylan ê ji Aboriyê Berpirsiyar e Teklîfa Budçeya 2021’an a partiya xwe bi raya giştî re parve kir. Paylan derbarê budçeyê de got: "Budçeya Qesrê; mêtingeriya kedê ye, bêdadiya dahatê ye, newekheviya herêmî, wêrankirina xwezayê û cudakariya zayendî ye. Budçeya Qesrê; budçeya îsraf, nelirêtî, talan û rantê ye. Budçeya sala 2021’î, budçeya Qesrê, ya şer û ya hevalbendê wê ye. Em ne mecbûrî vê yekê ne."
Karkerên madenê yên ji Ermenekê ji bo tezmînata wan nehatiye razandin ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn û meşa wan carek din ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin.
Civata Giştî ya Asayî ya 10'emîn a SES'ê di roja duyemîn de bi hilbijartinê bi dawî bû. Dê hefteya pêşiya me Hevserokên SES'ê werin diyarkirin.
Li navçeya Licê wextê ser mehseran dest pê kir. Şêniyên navçeyê dest bi çêkirina dims, benî û bastêqê kirine.