Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
- aborî-ked
- 09:01 30/4/2024
Amadekariyên mitîngên 1'ê Gulanê yên li Êlih û Dîlokê bi dawî bûn. Nûnerên sendîkayan ji bo “jiyana demokratîk û wekhev” banga tevlibûnê li hemû derdoran kirin.
Amadekariyên mitîngên 1'ê Gulanê yên li Êlih û Dîlokê bi dawî bûn. Nûnerên sendîkayan ji bo “jiyana demokratîk û wekhev” banga tevlibûnê li hemû derdoran kirin.
Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras da zanîn ku Banka Îllerê hesaba wan a ku 7 milyon TL tê de hebûn bloqe kiriye û makîneya kar a bipalet a ji hêla Îdareya Taybet a Bajar ve hatibû dayîn jî paşve hatiye standin.
Li gelek bajaran bang hate kirin ku li dijî xespa mafan, wekhevî û azadiyê li qadên 1’ê Gulanê kom bibin.
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê diyar kir ku weke karker, kedkar û jin dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin û ev bang kir: “Em biryara qedexeyê ku Waliyê Stenbolê daye nas nakin. Em 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin.”
Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ji bo pîrozbahiyên li Qada Gundogduyê banga tevlibûnê kir.
DÎSK’ê beşeke biryara AYM’ê ya têkildarî Taksîmê parve kir û wiha got: “Taksîm êdî weke Qada 1’ê Gulanê tê zanîn lewma bisînorkirina wê rê li ber bisînorkirina ramanê dike.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ya herêmê ku dê li Êlihê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.
Li gorî rapora Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, di 21 salên desthilatdariya AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Karkerên di 1’ê Gulana 1979’an de hatin qetilkirin ji hêla sendîkayan ve li Kazanci Yokuşu ya Taksîmê hatin bibîranîn.
Vegera li polîtîkayên şer û girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, krîzên li welêt girantir kirin.
Serokê Komîteya Amadekar a mitînga 1'ê Gulanê ya Wanê Mûrat Atabay ku gel vexwand mitîngê, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên şer li qadan bin.
Esnafên Kuçeya Qada Haşimiye ya dîrokî diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza kirînê ya gel kêm bûye û ji ber vê yekê jî êdî ew nikarin berhemên ku dikirin bifiroşin.
Di roja ewil a Lijneya Giştî ya Asayî ya Odeya Bijîjkan a Amedê de bal hat kişandin ser têkoşîna kolektîf a ji bo mafê tenduristiyê. Rêveberiya nû dê bi hilbijartina sibê were kirin diyar bibe.
Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê di çarçoveya 1’ê Gulanê de li navçeya Qoserê daxuyanî da û bangawaziya tevlibûna mitînga herêmê ya Êlihê kir.
Li gorî lêkolîna Bîrleşîk Kamû-Îşê sînora xizaniyê di meha nîsanê de 925 lîre zêde bû û bû 58 hezar û 205 lîre. Sînora xizaniyê di nava salekî dawî de 27 hezar lîre û 575 lîre zêde bû.