Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
- aborî-ked
- 09:56 11/1/2023
Esnafên Mêrdînê diyar kirin ku Midûriyeta Herêmê ya Weqfan kirêyên kargehên wan ji hezar û 500 lîreyan derxistiye 5 hezar TL’an û ji wan re gotiye: “Hûn dikarin dikanên xwe vala bikin. Em ê dikanan bidin ber muzayedeyê.”