ENQERE - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dema hevdîtinan de endamên Heyeta Îmralî dem dem hişyar kir û gotibû “Ger ku ewlehiya we ya zagonî tune be sibê du sib dikarin we bi îdamê darizînin" û xwestibû hevdîtinê bikin zagonî û fermî. Li ser israra Rêberê PKK'ê Ocalan zagon hatibû sazkirin. Lê tevî vê zagonê dîsa duh Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ceza li parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdris Baluken birî. Hişyariya Ocalan carek din mafdar derket.
Endamê heyeta Îmraliyê, Wekilê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûk ê aktorê pêvajoya çareseriyê bû û di Mutabakata 28'ê Sibatê ya Dolmabahçe de cih girtibû ji ber xebatên xwe yên siyasî li Dadgeha Cezayên Giran a Amedê rastî 16 sal û 8 meh cezayê Girtîlehê hat.
Yek ji sûcdariya der barê Balûken de jî bi hiceta beşdarî mîtîngekê bûye û li pişt wî posterê Ocalan hatiye rakirin. Dîsa bi îdîaya “Bi fermana Qandîlê tev geriya ye" doz dat hat vekirin û ceza lê hat berîn.
DUBAREKIRINA DOZA DEP'Ê YE
Bi cezayê li Baluken hat birin re, doza DEP'ê ya çend sal berê hat dîtin dubare bû. Dema destnedayîna wekîlên HDP’ê hat vekirin rê li pêş darbeya 2'ê Adara 1994'an a li dijî parlamenterên DEP'ê hat vekirin. Biryara hat dayîn gelek dişibe ya doza DEP'ê. Di 2'ê Adara 1994'an de dema parlamenterên DEP’ê hatin girtin, di kanuna 1994'an de ji bo her parlamenterekî DEP'ê 15 sal ceza dan wan. Tevî ku parlamenterên DEP’ê zanîbûn dê bên girtin jî gav paşve neavêtin.
ROJA KU BALÛKEN HAT BINÇAVKIRIN PEYAM DAN
Piştî destnedayîna wekîlên HDP'ê hat rakirin û wekîlên HDP'ê hatin binçavkirin bi şekl û rêbazên binçavkirina wekîlan peyam hat dayîn. Operasyona li dijî wekîlên HDP'ê ji operasyona 24 sal berê li dijî DEP'ê pêk hat qat bi qat girantir bû. Parlamenterên HDP’ê ku destnedayîna wan hat rakirin mafê wan ê parastinê jî ji destê wan hat girtin. Wekî çawa ku xwestin serê Orhan Dogan bitewînin û ew binçavkirin, li Navenda Giştî ya HDP'ê jî xwestin Serê Baluken jî wisa bitewînin û wî binçav bikin. Bi wê helwestê peyam dan Baluken. Di encamê de piştî 14 mehan ji cezayê parlamenterên DEP’ê zêdetir cezayê 16 sal û 8 mehan ê girtîgehê li Balûken birîn.
OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gelek mijaran de hişyarî kirin û hişyariyên Ocalan yek bi yek rast digerin. Ocalan berê endamên Heyeta Îmralî ji bo pêşerojê hişyar kir. Wê demê rayedaran ev hişyariyên Ocalan wekî “helwesten politik" ên li hemberî dewletê pênase kirin. Lê Ocalan gotibû "Pêvajoya çareseriyê ji bo ku bi tenduristî û ewle bimeşe divê ewlehiya zagonî hebe û xwestibûn li gorî ewlehiya zagonî gav bên avêtin. Ocalan, di hevdîtina 9'ê Adara 2014'an a bi heyeta Îmraliyê de wiha gotibû: “Ji Beşir Atalay re ragihînin. Bila zagona dij-teror rakin. Li şûna wê zagona muzakereyan bi cih bikin. Ger ku ev zagon derxistibûna heta niha dê gelek pirsgirêk çareser bûbûna. Niha diyar dikin ku maliyeta 17'ê kanûnê 300 milyon Dolar e. Ger ku gotina min qebûl kiribûna dê ev mekanîka darbeyê pêk nehatiya. 300 milyon Dolar jî winda nedibûn. Ger ku zagona çaroveyê derkeve dê Tirkiyeyek nû bê avakirin. Bi çar pênç guhertinan dikarn vê yekê pêk bînin. Ya Tirkiye jî û MÎT’ê jî rizgar bikin ev guhertin e. Em dixwazin dewlet peymanek rast pêk bîne."
‘DÊ WE BI ÎDAMÊ DARIZÎNIN'
Ocalan di hevdîtinên piştre jî hişyarî kir û xwest guhertinên zagonî pêk bînin û gavên zagonî bên avêtin. Ocalan, destnîşan kiribû ku ji bo guhertinên di xalên zagonên MÎT'ê de pêk bê dê karibe bibe alîkar û wiha gotibû: “Lê ev zagona MÎT'ê kêm e. Bi hikûmetê re hevdîtin bikin û divê vê yekê temam bikin. Bila bi hiqûqzanên we re xebatê bikin. Hûn hêj ne di ewlehiyê dene. Hûn diçin Qandîlê û tên. Sibê kesekî din dikarin derkevin û we darizînin. Dikarin we bi îdamê darizînin. Ji ber vê yekê li ser guhertina zagonan bi hikûmetê re hevdîtin bikin." Piştî van pêşniyarên Ocalan, hikûmetê di meclîsê re "Zagona Çarçove" derxist.
Ocalan di sala 2014'an de pêşniyar kir ku zagon bê guhertin û ewlehiya zagonî bê girtin. Lê hikûmetê li dijî vê yekê di ber xwe da. Piştî demekê guhertina zagonê pêşkêşî meclîsê kir. “Pêşnûmeya Zagona der barê Bihêzkirina Yekgirtina Civakê û Bidawîkirina Terorê ya Hêjmar 6551'an. pêşkeşî meclîsê kir. Meclîsê ev pêşnûma di 10'ê Tîrmeha 2014'an de qebûl kir. Guhertina Zagona Çarçoveyê di 16'ê Tîrmehê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. 5 xalên zagonê wiha bûn:
1 Lijneya Wezîran xwedî erk e ku têkildarî pêvajoya çareseriyê biryaran bigirin.
2) Di çarçoveya pêvajoya Çareseriyê de xebatên tên kirin û xizmetên koordinasyon û sekretaryaye ji aliyê Musteşarê Ewlehiya Nîzama Cemaweriyê ve tên meşandin.
4 - 1) Erkên ku di çarçoveya vê zagonê de hatine dayîn, ji aliyê sazi û rêxistinan ve bi awayekî hesas tê meşandin.
2) Kesên li gorî vê zagonê erkan pêk tînin ji cezayê hiqûqî û îdarî nayên darizandin.
SERERASTKIRIN KÊM BÛ
Sererastkirina navê wê jî û naveroka wê jî li Meclisê bûbû sedema nîqaşên hişk, HDP'iyan rexne kiribû. Ocalan jî sererastkirin kêmasî dîtibû lê gotibû ku "Tişta pêwîst naverok û pêkanîna wê ye" û ji bo berdewamkirina pêvajoyê bi qismî qebûl kiribû.
Dema hevdîtin dihatin kirin, li gorî agahiyên ku ketin girtekên Meclisê Sirri Sureyya Onder li ser navê HDP'ê axivî û der barê renxeyan de ev tişt got: "Kêmasiyên herî mezin a qanûnê, pêvajoya berî wê dest pê kiribû dê îro şûnde çawa bigirin bin ewlehiyê, ya girîng ev e. Ev jî divê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, divê her kesên ku di pêvajoyê de cih girtiye, divê hikumet wan bigire bin ewlehiyê. Di vê çarçoveyê de, divê serererastkirinek ji bo dema borî bê kirin û hemû kesên di vê pêvajoyê de cih girtin bigirin bin ewlehiyê. Heke di vê pêvajoyê de êrîşeke sekvaniyê jî pêk were, dê ev hewldan pêşiya vê jî bide girtin."
EWLEHIYA MIROVÊN AQILMEND JÎ TUNE
Wê demê rayedarên hikumetê ev qanûn bi dilgermî diparastin û sererastkirin li gorî daxwaza civakê pênase dikirin. Koordînatorê çareseriyê yê wê demê Beşîr Atalay, li ser navê hikumetê der barê sererastkirinê de dema diaxivî, ev tişt got: "Wekî ku hûn jî dizanin, demek dirêj e em li ser sererastkirineke wiha dixebitin, vê çarçoveyê di rapora mirovên aqilmend de jî cih girtibû..." Lê êdî ewlehiya wan mirovên aqilmend jî nema. Herî dawî Hevserokê KESK'ê Lamî Ozgen ê di heyeta aqilmendan de cih digirt, der barê wî de biryara lêgerînê derket.
RÊBAZÊN CUDA YÊN BEŞÎR ATALAY!
Beşîr Atalay dîsa di heman axaftina xwe de wiha gotibû: "Me wekî Ak Partî dema partiya xwe ava kir, me got ku em ê rêyên cuda bişopînin, em ê li ser vê pirsgirêka welatê xwe di nava lêgerînên cuda de bin û me ev anîbû ziman. Yanî me serî heta binî di paradîgmayê de guhertin kir û ev 12 sal e ji xwe her kes vê dibîne. (...) Hûn dixwazin bêjin pirsgirêka kurd, dixwazin bêjin pirsgirêka terorê, hûn çi dibêjin bêjin. Lê em hînê vê pirsgirêkê bûne, ne tenê bi rêbazên ewlehiyê bi nêrîneke gelekî cuca, hem nêrîneke civakî û hem jî nêrîneke mirovî, me got ku em ê çareseriyê bibînin û hemd ji bo Xwedê em bi sebir li ser vê pirsgirêkê dixebitin." Lê heman desthilatdarî cihê ku îro lê sekiniye, li dijî HDP'ê polîtîkaya qirkirina siyasî ya 24 salên dawî xist dewrê û ruxmê qanûn hat derxistin jî.
‘MIROVÊN BI AQIL BI CIVAKA XWE RE ŞER NAKE’
Yek jî akademîsyenê desthilatdariyê Nacî Bostanci, aşkera kir ku desthilatdarî îro jî "polîtîkaya ewlekariyê" dixe jiyanê û ev polîtîkay têk çûye û der barê çarçoveya qanûnî de ev nirxandin kir: "Tiştên ku derbas bûne ji bo her kesî gelekî bi êş e. Birêz Tanrikulu demek berê behsa hejmaran kir. 23 hezar PKK'î hatine kuştin hevalno; 8 hezar û 300 peywirdarên cemaweriyê jiyana xwe ji dest dane, şehîd bûne; 5 hezar û 600 welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Heke wiha dewam bike em ê hêj tiştên zêdetir bibînin. Cihê ku xwîn hebe aştî nabe. Li pêşiya me du rê hene, cuda tune. An hûnê şer bikin an jî li hev bên. Şer ne çareserî ye, wê demê em ê li hev bên. Mirovê bi aqil bi civaka xwe re şer nake, dê bixwaze ku civaka xwe fêm bike, divê li gorî wê zimanekî bi kar bîne."
MA / Kenan Kirkaya