Esad rê li ber DAIŞ'ê vedike

img
EFRÎN - Piştî DAIŞ li Reqayê têk çû û ji quwetê ket, niha Beşar Esad ji bo hebûna xwe bidomîne wê bi kar tîne û dixwaze QSD'ê bê bandor bihmle û Tirkiyeyê jî ji heremê derxîne. 
 
Rejîma Baasê ya di bin serokatiya Beşar Esad de, ji bo di 29'ê Çileyê de li bajarê Soçiyê bi pêşengiya Rûsyayê Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê pêk bê, amadekariyên xwe yên ji bo civînê didomîne. Rejîma Baasê hewl dide bi awayekî hêzdar li Soçiyê li ser maseyê rûnê û tê îdiakirin ku ji bo DAIŞ û Tehrîr El Şam (El Nûsra) şer bikin ber bi Îdlîbê ve rê li ber endamên DAIŞ'ê vedike. Armanca vê yekê ew e ku, li vir hem Tirkiyyê û hem jî El Nûsrayê lawaz bike û piştî DAIŞ kete wir, da hinceta êmudaxilekirina herêmê hîn bêtir peyda bike. 
 
EFÛYEKE SIYASÎ-LEŞKERÎ DI ROJEVÊ DE YE
 
Ji bo civînên navneteweyî, rejîm ji bo girtiyên siyasî amadekariya efuyekê dike. Li gor çavkaniyên di nava Rejîmê de, rejîma Baasê ji bo girtiyên siyasî û leşkerî yên li hemû bajaran amadekariyên efûyekê dike. Ev efuya ku tê gotin dê di mehên destpêkê yên sala 2018'an de bê derxistin û tenê kesên ku ji rejîmê veqetiyabûn û tevlî Artêşa Azad an jî QSD'ê bibûn û hatibûn girtin û yên li dijî rejîma Baasê derketibûn û tev li xwepêşandanan bibûn dihewîne. Hat ragihandin ku ev efû ji bo girtiyên DAIŞ'î ne têbor e. Hat destnîşankirin ku dibe ku ev planeke Rûsyayê be jî. Ji vê yekê armanca rejîmê ew e ku ji bo hem di hêla gel de baweriyê peyda bike û hem jî di civînên navdewletî de bi taybetî di civînên qaşo ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê tên çêkirin de wek nîşaneyeke baş dayne ser maseyan û siyaseta xwe ya dawî li ser vê argumanê bixebitîne. 
 
Her wiha di aliyê leşkerî de jî, îhtîmal heye rejîm ji van girtiyên leşkerî jî di nava artêşa xwe de bi cih bike an jî ketîbeyên cur bi cur ji wan bide avakirin.  Eger ev nebe jî tê payîn ku dê di çarçoveya civînên bi eşîrên heremê re tê kirin vê yekê weke neyeteke baş bide nîşandan û eşîran bike alîgirên xwe.  
 
HESAB Û KÎTABÊN LI SER DÊRA ZORÊ
 
Rejîm, di demên dawî de giraniya xwe zêde daye ser herema Dêra Zorê. Tê gotin ku bi taybetî jî çi di hêla leşkerî û çi jî di hêla hevdîtina bi eşîrên heremê yên di bin qontrola QSD'ê de ne. Ev heremên ji aliyê QSD'ê ve hatine rizgarkirin, ji bo rejîmê wek herêmên stratejîk tê nirxandin û tê gotin ku ji bo vê jî Rejîma Baasê bi alîkariya Îran û Rusiyayê giraniya xwe daye vê heremê. Li gor agahiyan rejîm, bi avakirina komîteyekê bi sereşîrên heremên El Mirêba, El Xabûr, Elbuwêla, Meyadîn û bi taybet jî Mihêmiyê û El Bixêla re hevdîtin û civînan pêk tîne. Hat zanîn ku li van herêman rêjeya tevlibûna Şîayê zêde ye. Li gor agahiyan, tevgera herî zêde di ser Newaf Raxib El Beşîr de ku kesek alîgirê Îranê ye derdikeve pêş. Hat gotin ku dixwazin ciwanan rêxistin bikin û wan tev li milîsên ên bi navê "Ehil El Beyit", "Wîlaya Feqîh" ku komên taybet ên Îranî ne bikin. Yên tev li van her du kom an jî "Tabûr" (Ketîbe) bûne piranî ji eşîra Bêgara ne û ji aliyê fermandarên îranî ve têne perwerdekirin.  
 
CAREKE DIN FEYLEQA 
 
Piştî Rûsya hin hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekişand, mijara tevlîkirina di nava Feyleqa Pêncayê de ku ji rojevê derketibû careke din kete rojevê. Li gor agahiyan di demên dawî de Rejîma Baasê propagandayê ji Feyleqa Pênca re dike û gelek saziyên xwe ji bo vê xistiye nava tevgerê. Hat diyarkirin ku ji bo vê kesê bi navê Muhamed Şêx Elî ku wek e rûspiyekî ji Eşîra El Meamîra tê naskirin ciwanan tecnîd dike û wan tev li perwerdehiya ku li navenda El Mexawîr a li Hesekê tê kirin dike û piştre wan tevlî Feyleqa Pênca dike. Tê zanîn ku rejîm li ser telefonan peyamên propagandayê ya ji bo tevlîkirina Feyleqa Pêncayê dişîne. Ev Feyleqa Pênca ji aliyê an jî piştgiriya Rûsiyayê hatibû avakirin. Rûsiya ku leşkerên xwe bi awayekî fermî ji Sûriyeyê vekişand, diyar dibe ku wê nûnertiya fiîlî ya Rûsyayê ya di Sûriyê de Feyleqa Pêncayê bike.  
 
Li gor agahiyan, fermandarekî Hêza Artêşa Rejîmê yê bi navê Xêr Beg ji Humusê li hemû bajar û parêzgehên Sûriyeyê ku di nava wan de Kantona Hesekê ya Federaliya Bakûrê Sûriyeyê jî heyî, yên hêzên wan li wir hene ziyaret dike. Li gor hin efserên beşa ewlekariyê, sedema serdana fermandar ji bo guhertina hin efser û fermandarên beşên ewlekariyê ye. Her wiha tê gotin ku şopandinek li ser heremê jî çêkiriye. Di demên dawî de gelek agahî di der barê guhertina hin fermandar û berpirsiyarên ewlekariyê ya Rejîmê yên li Hesekê û Qamişlo dihatin, lê di aliyê pratîk de heya niha tenê Fermandarê Ewlekariya Asîmanî ya Qamişlo hatiye guhertin û di şûna wî de jî kesek bi navê Ahmed Ramî ku Elewî ye hatiye tayînkirin. Girêdayî vê mijarê guhertina siyaseta Rejîma Baasê ya li dijî kurdan û Tevgera Azadiyê derdikeve pêş. Daxuyaniyên dawî yên Beşar El Esed ên di derheqê kurdan de "Îxanet û xayîntiyê dikin" û hwd, vê guhertinê piştrast dike.  
 
REJÎMÊ RÊ LI BER DAIŞ'Ê VEKIR 
 
Li gor agahiyan, Rejîma Sûriyeyê du rê ji çeteyên DAIŞ'ê re vekiriye. Riya yekem ji herêma Elbû Kemal û El Hejîn ên ber bi gundewarê bajarê Hema yê nêzî sînorê bajarê Îdlibê ve. Hat zanîn ku ev rê piranî çol e. Li gor agahiyan hejmara çeteyên derbasî gundewarê Hemayê bûne 300 kes in. Der barê vê mijarê de hatibû diyarkirin ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya di 9'ê Kanûna 2017'aan de ya li ser herêma di bin qontrola Cebhet El Nûsra (Tehrîr El Şam) a li gundewarê Hemayê, bi vê jî Rejîm dixwaze çeteyên DAIŞ'ê ji heremên di bin qontrola wî dûr bixe. Di nûçeyê de hatibû gotin ku Rejîma Sûriyê û Hizbûllah endamên DAIŞ'ê ji sînorê Lubnanê anîne gundewarên Hema û hejmara wan 300 kes in. Di encama van agahiyan de tê zelalkirin ku Rejîma Sûriyeyê ji bo çeteyên El Nûsra ya di Idlibê de bi destê DAIŞ'ê lawaz bike û piştre jî ew bixwe mudaxeleyê bike. Her wiha Rejîm, bi vê dixwaze di şûna van komên wek e opozisyona Sûriyê tên pênasekirin DAIŞ'ê bi cih bike ji bo ku hinceta xwe ya ketina Idlibê xûrtir bike û pişt re jî hêdî hêdî Tirkiyeyê jî ji heremê dûr bixe.
 
Riya duyem ya ku Rejîm ji çeteyên DAIŞ'ê re vekiriye, li rojhilatê Dêra Zorê ye ku diçe heta herêma Ebû Hamda û Dişîşa ya li dijî QSD'ê ye. Tê gotin ku hejmara çeteyên ku derbas bûne 70 kes in. Jixwe daxuyaniyên Esed û generalên hêza Rejîmê ya li ser Tevgera Azadiyê yê wekî "Îxanet" bi nav kir û ji bo Tirkiyeyê jî 'li gor hevpeymana koordînetiyê tev bigere, ji bo amadekariyên derxistina ji herêmê bike van agahiyan navborî piştrast dike. 
 
Piştî rizgarkirina gelek heremên girêdayên Dêra Zorê hejmarek mezin ji ciwanên eşîrên Bêgara, Igêdat û Meşheda tev li QSD'ê bûn û li dijî DAIŞ'ê şer kirin. Rejîma Baas ku vê yekê ji bo xwe wek xeterî dît û dixwaze di herêma Dêra Zorê de tevliheviyê çê bike, dest bi xebatên ji bo nakokiyan di navbera eşîran û QSD'ê de derbixe kir. Ji bo vê jî ji aliyekî ve bi sereşîran re hevdîtinan çê dike û propagandaya "Em ê van herêman hemû ji QSD'ê bistînin" dike û di aliyê din dejî rê ji çeteyên DAIŞ'ê re vedike û wan ber bi van herêman ve dişîne. Jixwe rejîm li derdora bajaroka Hejîn bi DAIŞ'ê re êrîşê hin noqteyên QSD'ê kirin. 
 
Çeteyên DAIŞ'ê piştî "Xilafetiya" xwe ya Iraq û Sûriyê winda kir,in şêwaza şerê xwe guherandin û piranî li ser terhê suîqastê radiwestin. Hejmarek mezin ji van çalakiyan li bajarên Başûrê Kurdistanê û Iraqê yên li Selahadîn, Samera, Hiwêca û hwd pêk hatin. Yek ji van çalakiyan li derdora Reqayê jî pêk hat. Bi vê yekî jî diyar dibe ku DAIŞ ji şêwaza şerê rû bi rû derbasî şerê veşartî û sûîqastê dibe. Hat ragihandin ku li hemberî QSD'ê û hin welatên Ewropayê DAIŞ'ê bi vê şêwazê amadekariyan dike. 
 
Tê gotin ku piraniya şaneyên razayî ya DAIŞ'ê ji bo destpêkirina çalakiyên xwe perspektîfên giştî esas digirin. Ji ber ku êdî zêde ne di hêla teknolojî û ne jî firsend bibînin ku ji navenda rêveberiya xwe rojane an jî heftane perspektîf werbigirin. Ji bo vê jî her şaneyên li welatên Ewropa û heremê bêyî ku li benda perspektîfê bin, dikarin însiyatîfa xwe bi kar bînin. Ji bo vê jî çeteyên DAIŞ'ê di vê demê de wê roj û cejinên olî û neteweyî hedef bigirin da ku nakokiyan di navbêra netew û mezheban de derbixîne.  
 
MA / Erdogan Altan