NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ku di warê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de sist tevdigere, bi liv û tevgera xwe ya li Sûriyeyê êgir gur dike. Gefên desthilatê yên li Kurdan û pêwendiyên wê yên li herêmê, nîşaneyên şerekî talûke ne.
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku di dawiya Îlona sala borî de ji bo beşdarbûna 79'emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çûbû Amerîkayê. Piştî hevdîtinên xwe gava vegeriyabû Tirkiyeyê, bi şirkî detshilatê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re civiyabû. Piştî hevdîtina her duyan, Bahçelî destê xwe ber bi siyaseta Kurd ve dirêj kiribû. Ev yek wekî ku Erdogan tişta dixwest ji Amerîkayê wernegirtiye û wekî encama xetereyên ewlehiyê li Rojhilata Navînê hatibûn şîrovekirin.
Êrişên Îsraîlê ku ji Xezeyê dest pê kirin û heta Libnan û Îranê dirêj bûn, rewatiya van fikarên ewlehiyê dan der. Baş tê zanîn ku axaftina Bahçelî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku xwest were û li meclisê biaxive û "mafê hêviyê" bi kar bîne, jî encama van fikarên ewlehiyê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wekî bersiv, di 27'ê Sibata 2025'an de biryara fesixkirina PKK'ê ragihand. Paşê wî bang li PKK'ê kir ku çekên xwe deyne û qada siyaseta demokratîk bê vekirin. PKK'ê jî, di kongreya xwe de biryar da ku çalakiyên xwe bi dawî bike û di 11'ê Tîrmehê de, 30 gerîlayan di merasîmeke li Silêmaniyê de ku bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ve hat lidarxistin, çekên xwe şewitandin.
XEYALÊN JI BO SÛRIYEYÊ
Abdullah Ocalan, bi rêya pêvajoya ku wî navê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk lê kiriye, destnîşan kir ku fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rewa ne û çareserî di navbera gelan de ye. Her çend siyaseta Kurd di vî warî de gavên dîrokî avêt jî, kiryarên desthilatê ji komîsyona ku di meclisê de ava kir wêdetir neçûn.
Di demeke wiha de ku komîsyonê guh dida kesên ku ji aliyê partiyan ve hatin diyarkirin, desthilatê gefên xwe yên êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandin. Di heman demê de, têkiliyên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re û paşxistina civîna Parîsê, planên Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê eşkere dike. Ji ber vê yekê, Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze? Xema wê ya sereke statuya Kurdan e, an projeya rêya IMEC ji Hindistanê ber bi Ewropayê bi rêya Rojhilata Navîn an jî hêza yekane ya HTŞ'ê li Sûriyeyê ye? Analîstên ku bersiva van pirsan didin destnîşan dikin ku Tirkiye bi êgir dilîze û heke xeletiyekê bike dikare bibe hedefa Îsraîlê.
ÇIMA IMEC GIRÎNG E?
Li gorî agahiyên ji qadê hatine wergirtin, du armancên sereke yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê hene. Ya yekem ew e ku di projeya IMEC'ê de cihekî bi dest bixe ku jê hatiye dûrxistin. Di salên dawî de, Tirkiyeyê gelek veberhênan li Projeya rê-kember kiriye ku dê ji Çînê dest pê bike û heta Ewropayê dirêj bibe. Armanca wê ew e ku Stenbolê bike rawestgeheke sereke li ser rêyê û dirêjkirina wê heta Ewropayê misoger bike. Ev yek dê bihêle ku ew li Ewropayê hebûna xwe ya daîmî biparêze û destkeftiyên aborî yên girîng bi dest bixe. Lêbelê, Ewropayê, bi pêşengiya DYA û Îngilistanê aboriya Çînê ya ku mezin dibe wekî gef dîtiye û hêdî hêdî dest bi veguheztina navenda hilberîna xwe ji bo Hindistanê kiriye. Ji Hindistanê, rêyeke nexşandiye ku dê di Kendavê re derbas bibe heta Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî, ji wir ber bi Erebistana Siûdî, ji wir ber bi Libnanê û ji wir ber bi Îsraîlê ve û di dawiyê de bigihîje Yewnanistanê.
KURDÊN BÊSTATU
Tirkiye, di hewldana xwe ya beşdarbûna vê projeya rê-kemberê de, bi berdewamî gefê li Kurdan dixwe û êrişa li ser wan di nav planên xwe de dihewîne. Bi rastî, daxwaza duyemîn a sereke ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê ew e ku pêşî li tevlibûna Kurdan bigire. Tirkiye ku bi gotina "Heke ez di projeya rê-kemberê de nebim, ez ê li dijî Kurdan şer îlan bikim" dixwaze tevli vî şerî bibe, bawer dike ku ew ê rê li ber bidestxistina statuya Kurdan bigire.
GEFA ÎSRAÎLÊ
Lêbelê, Îsraîl bi tundî bersivê dide van hemû gavên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine avêtin. Pêşî, di dema pêşveçûna HTŞ'ê ya ber bi Şamê ve, êrişî deverên baregehî yên ku Tirkiye dixwest ava bike kir. Beşeke mezin ji axa Sûriyeyê ku Durziyan temsîl dikir, dagir kir. Êrişî Îranê kir û li Dohaya paytexta Qeterê li dijberên xwe xist. Tê nîqaşkirin ku dê ev çavsoriya Îsraîlê bigihê Tirkiyeyê yan na. Ligel vê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina ku tercîha wan Tirkiye ye, lê belê Tirkiye ne alternatîfek tenê ye û bi vî awayî îşaret bi xetereyê kir.
ÊRIŞA LI SER KURDAN DÊ RÊ LI BER ÎSRAÎLÊ VEKE
Ligel ev qas tevliheviya li qadê, du rê li ber Tirkiyeyê hene. Ya yekem aştî ye bi welatiyên xwe yên Kurd re ku entegrasyona di nav civakeke demokratîk de dihewîne û parêzvaniya entegrasyona Kurdên Sûriyeyê di nav hikûmetê de wekî civatek. Ya din jî pevçûna bi Kurdan re ye ku dê rê li ber Îsraîlê veke.
SIBÊ: Danûstandinên Tirkiyeyê yên li ser van armanc û daxwazan
MA / Erdogan Altan