NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, têkildarî biryara teqez a DMME’yê ya der heqê Selahattîn Demîrtaş axivî û got: “Biryar niha li ber destê dadgehê ye. Em ê bi hev re li bendê bisekinin ka dê çi biryarê bidin.”
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, li Antalyayê bi nûçegihanên darazê re hate gel hev. Tunç, têkildarî biryara teqez a DMME’yê ya der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. Tunç, wiha got: “Wekî hûn jî dizanin, ev ne biryara ewil a DMME’yê ye. Di demên berê de biryara wan a ji bo Ocalan jî heye, biryara Kavala heye. Biryarên hevdîtinên wan li Komîteya Wezîran didomin jî hene. Ya li vir, têkildarî Demîrtaş û Doza Kobanê ye. Wekî hûn tevek dizanin, Demîrtaş û hevalên wî di 16’ê Gulana 2024’an de ji hêla 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hatibûn mehkûmkirin. Li hinek bersûcan jî cezayên hefsê yên demkî û ji bo hinekan jî biryara beraetê hatibû dayin. Ev niha li 22’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Enqereyê tê dîtin. Li vir, mafê azadî û ewlehiyê yê DMME’yê hat binpêkirin. Ji ber binpêkirinên têkildarî girtinê, ji ber vê îdiayê, bi hinceta binpêkirina madeya 5’an a PMME’yê serlêdan hate kirin û Daîreya 2’yan a DMME’yê jî biryara binpêkirinê da. Di raya giştî de nîqaş hatin kirin ka dê li dijî vê biryarê îtîraz were kirin an na.
Di pêvajoyên wiha de em dixwazin ku biryarên daîreyê li Daîreya Mezin a Giştî bên nîqaşkirin. Beriya biçe Daîreya Mezin jî paneleke ji 5 kesan pêk tê heye. Vê panelê jî got ‘hewcehî bi nîqaşkirina wê nîne’ û bi vê yekê re biryar teqez bû. Biryara daîreyê, niha li ber destê 22’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ye û dê binirxînin. Di asta ewil de hukm hate dayin û ev hukm li îstînafê didome. Lewma jî nirxandina di vê mijarê de niha li ber destê dadgehê ye. Em tevek bi hev re bibînin ka dê dadgeh çi biryarê bide.”
